5 kesên ku çar meh berê hatibûn revandin hatin berdan

Jin û sivîlên Suweydayî yên ji aliyê dîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam ve di meha Tîrmehê de hatibûn revandin, piştî çar mehan hatin berdan.

Suweyda – Li Sûriyeyê li dijî sivîlan êrîş didomin û binpêkirinên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) yên kêfî, bi revandina mirovan her diçe zêdetir dibin. Vê rewşê jî nîşan dide ku pêdivî bi mudaxeleya lezgîn a saziyên mafên mirovan heye.

Li gorî agahiyan 5 kesên ku çar meh berê li bajarokê Mesîfîre yê dikeve rojhilatê bajarê Derayê hatibûn girtin, piştî çar mehan hatin berdan. Kesên hatine berdan 3 ji wan jin in, kesek jî kêmendam e.

Piştî 4 mehan hatin berdan

Bûyera revandinê, meha Tîrmeha borî, piştî ku hêzên ewlekariya giştî ya girêdayî HTŞ’ê ketin bajar, li bajaroka Telale ya li rojavayê Suweydayê qewimî. Bûyera ku piştî êrîşên li ser Suweydayê qewimî ji bo berdana kesan fidye hat xwestin û ev yek di gel de bû sedema hêrs û fikarên mezin.

Di navbera kesên hati e berdan de Talal Zeyb û hevjîna wê Mahmûde Qureyş, keçên wî Rîm Zeyb her wiha Îlham Zeyb û Rafî Hebîb ê kêmendam hene. Van kesan piştî ku hatin berdan, ji bo desteka tendirustiya fizîkî û psikolojik birin cihekî bi ewle, dûre jî bi navbeynkariya Heyva Sor a Ereb dê teslîmê malbatên xwe yên li gundê Es Sureyyayê Biçûk ê dikeve bakurê Suweydayê werin kirin.

Di meha Tîrmehê de li Suweydayê bûyerên hovane qewimîn

Di dema bûyerên meha Tîrmehê de li Suweydayê bûyerên şîdetê ku mînaka wan nehatiye dîtin qewimîn. HTŞ’ê li dijî sivîlan êrîşên hovane kir, ji hezar û 500’î zêdetir kes hatin kuştin û bi sedan jin hatin revandin. Jinên ku hatin revandin heta niha jî aqubeta wan nayê zanîn.

Ji ber rewşa bi aloz a li Sûriyeyê û nexwestina hesab ji kiryaran, li herêmên bi pevçûn ên li başûrê Sûriyeyê rewş her diçe xirabtir dibe, revandin û desteserkirina mirovan weke amûra zextê tê bikaranîn.