400 malbatên Efrînê ji bo vegerê amadene
Hate diyarkirin ku 400 malbatên ji Efrînê ji bo vegerê amede ne, dê di vê hefteyê de ji bo vegerê rojek bê diyarkirin.
Navenda Nûçeyan – Di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de di sala 2018’an de zêdetirî 300 hezar Efrînî ji warê xwe koçî Şehba, Heleb, Firat û Cizîrê bûn. Di encama êrîşên li dijî rejîma Baasê de (27’ê Mijdar-8’ê Kanûna 2024) Efrîniyên ji Şehbayê koçî bajarên Reqa, Tebqa, Qamişlo û Hekesê bûn. 6’ê Çileyê (2026) çeteyên dewleta Tirk, DAIŞ û çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê bi hev re êrîşî taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê ku piraniya wan xelkê Efrînê bûn kirin, di 17’ê Çileyê de êrîşî Dêr Hafir û Tebqayê û di 18’ê Çileyê de jî êrîşî Reqayê kirin.
Bi hezaran koçberên Efrînî yên li van bajaran berê xwe dan Cizîr û Kobanê.
Di 29’ê Çileyê de peymanek di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Şam de hate îmzakirin, yek ji xala bingehîn a vê peymanê jî vegera bi ewle ya koçberan bû.
Her çendî xalek girîng a peymanê vegera bi ewle ya koçberan jî be, lê heta niha pêngavek berbiçav nehatiye avêtin.
Di 16’ê Çileyê de Kombenda Efrîn a Civakî, Meclîsa Koçberên Efrîn û Şehbayê û nûnertiya civaka sivîl a Ewropayê der barê vegera bi ewle ya Efrîniyan de daxuyaniyek da û diyar kir ku dê derdora 400-500 malbatan vegerin navçeyên Cindirês, Mabata û Şiyê.
Dê rojek ji bo vegerê bê diyarkirin
Li gorî agahiyên ku ajansa ANHA ji çavkaniyên xwe girtine, ev hefteyek e ku ji bo vegera koçberan û pêwîstiyên vegerê dan û standin di navbera Neteweyên Yekbûyî û Meclîsa Koçberên Efrîn û Şehbayê de çêdibe. Di hefteya bûrî de meclîsê li ser pêwîstiyên vegera koçberan raporek da NY, lê heta niha NY bersivek nedaye meclîsê.
Çavkaniyan diyar kirin ku 400 malbat ji bo vegerê amede ne, dê di vê hefteyê de ji bo vegerê rojek bê diyarkirin û 400 malbat vegerin Mabata, Şiyê û Cindirêsê.