4 sal cezayê girtîgehê li Wîda Mihemedî hate birîn

Rexistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Tahranê 4 sal cezayê girtîgehê li çalakvan Wîda Mihemedî hatiye birîn û kel û pelên wê jî hatine desteserkirin.

Navenda Nûçeyan – Rexistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li çalakvan Wîda Mihemedî ya nişteciha Tahranê, hatiye birîn.

Heman çavkaniyê ragihand ku Wîde Mihemedî bi sûcê ‘civîn û propagandaya dijî dewletê’ hatiye ceza kirin û hate gotin: “Bi biryara Dozgeriya Giştî kel û pelên wê jî hatine desteserkirin.”