375 koçberên din ên Êzidî vegeriyan Şengalê
Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku ji wargeha koçberan ya Zaxo 375 koçberên Êzidî vegeriyan ser cih û warê xwe yên li Şengalê.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2023/11/20231113-823x463cc-navend-13-11-2023-kober-ezidi-jpga2fde7-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Vegera koçberên Êzidî yên bi êrişa çeteyên DAIŞ’ê yê 2014’an de koç kiribûn, ji bo Şengalê bê navber dewam dike. Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 375 koçberên Êzidî ji wargeha Persef Yek ya li bajarokê Zaxo ya Herêma Kurdistanê, bi daxwaza xwe vegeriyane ser cih û warên xwe yên li Şengalê.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku proseya ji bo vegerandina penaberên di wargehan de dewam dike, ji bo kesên vedigerin ser cih û warên xwe pêdawîstiyên bingehîn tên dabînkirin.