32 salên li dû Dayîka Uveyş: Wêrektî û civaktiya wê ew kir rol model

Siyasetmedara Kurd Dîlek Ocalan, bandora ku dapîra wê Uveyş Ocalan li ser malbat û civaka xwe kiriye vegot û da zanîn ku aliyên civakî û wêrek ên bapîra wê, bûne sedem ku bibe rol model.

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – Di ser mirina dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo wî çavkaniya jiyanê bû re, 32 sal derbas bûn. Dayîka Uveyş bûye sembola berxwedana jina Kurd a li hember feodalîzmê. Abdullah Ocalan ê pêşî doza mafê xwe kir paşê parêzvaniya gelek girt ser xwe, vê taybetiya xwe ji dayîka xwe distend. Tewar, di pirtûk û parêznameyên xwe de digot ku ‘şer’ ji dayîka xwe hîn bûye.

Uveyş Ocalan, li Taxa Ereh a Navçeya Xelfetî ya Rihayê di 26’ê Mijdara 1918'an de hat dinê. Hê zarok bû, hat zewicandin. Lê mêrê ku pê re hat zewicandin ji ber qetilkirina jinek hat girtin û di girtîgehê de mir. Li ser vê yekê Uveyş Ocalan, bi Omer Ocalan re hat zewicandin. Ji vê zewaca Uveyş Ocalan, 9 zarokên bi navê Nevde, Bînnaz, Hewa, Eynê, Fatma, Abdullah, Mehmet, Osman, Alî çêbûn. Nevde û Bînnaz hê çend mehî bûn mirin. Alî jî ji ber ûra ku di serê wî de derket, hê 12 salî bû mir.

Abdullah Ocalan dibêje “Ne ji bandora dayîka min bûya, ezê wiha nêzîkî jinan bibûma? Bandorên ku wê bi awayek ne rasterast li ser min kirine, bûye sedem ku bala xwe bidim ser jinan.” Ev gotin, derbarê kesayeta Uveyş Ocalan de agahî dide me.

‘Tam tofanek raperînê bû’

Uveyş Ocalan, bi taybetmendiya xwe ya têkoşer dihat zanîn û li gundê ku lê dima wek ‘serhildêr’ dihat naskirin, di serî de li ser zarokên xwe, bi giştî li ser derdora xwe bandorek mezin kir. Abdullah Ocalan, vî aliyê dayîka xwe bi van gotinan dianî ziman: “Dayîka min tam tofanek raperînê bû. Li gund bi navê serhildêr dihat zanîn. Li hember tu kesî serî danedanî. Ne digot mêr ne jî jin, bi ser herkesî de diçû, hesab jê dipirsî.”

Min ji bo dayîka xwe gotibû ‘ji çanda xwedawendiyê maye’

Rêberê Gelê Kurd, di pirtûkên xwe de ji bo dayîka xwe ev tişt digotin: “Min ji bo dayîka xwe gotibû ‘ji çanda xwedawendiyê maye’. Mîna wan qelew bû. Avakirina dayîka çêker a modernîteyê, nehiştibû ku ez pîroziya di wê de bibînim. Di jiyana xwe de rastî êşên mezin hatim, lê dîsa jî ji bo tu bûyerek ji dil negiriyam. Lê piştî ku min qalibên modernîteyê şikandin, di serî de dayîka xwe û di şexsê wê de hemû dayîkên herêmê (Rojhilata Navîn) her tim bi dilşikestinek û rondikan bibîr tînim, wisa dinhêrim. Wateya herî nazik û dilşikestî ya wê ava satila bîrê ku dayîka min bi zor hildigirt, di nîvê rê de datanî erdê û min jê vedixwar, tê bîra min.”

Uveyş Ocalan, kurê xwe Abdullah herî dawî 2 meh piştî mirina hevjînê xwe Omer, di sala 1975’an de dît. Destpêkê ji ber nexweşîna diyabetê piyek wê hat jêkirin. Piştre di 11’ê Nîsana 1993'yan de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê, li gundê wê Amarayê spartin axê.

‘Jiyana wê mîna gelek dayîkên li Kurdistanê dijwar bû’

Siyasetmedara Kurd Dîlek Ocalan, bandora ku bapîra wê Uveyş Ocalan li ser malbat û derdora xwe hiştiye, di salvegera mirina wê de vegot. Dîlek Ocalan, diyar kir ku jiyana Uveyş Ocalan jî mîna gelek dayîkên li Kurdistanê di nav zor û zehmetiyan de û bi têkoşînê derbas bûye. Dîlek anî ziman ku piştî mirina Uveyş Ocalan, bi çîrokên wê mezin bûne. Dîlek got ku “Her çiqas me perspektîfa jiyanê ya ku wê nîşanî Rêbertî daye ji wê bi xwe nestendibe jî, ji agahiyên ku min ji dayîka xwe û cîranên me stendine, em dizanin ku jinek çiqas têkoşer e.” Dîlek diyar kirku Dayîka Uveyş di nav malbata Ocalan û civaka xwe de rol modelek bûye.

Hêrsa wê ya li hember mêran

Dîlek Ocalan, ragihand ku taybetmendiya şexsî ya herî zêde tê zanîn a Uveyş Ocalan, têkoşerî û serhildêriya wê ye. Dîlek da zanîn ku bi sekna xwe ya li hember niheqiyan, bûye kesayetek pêbawer. Dîlek Ocalan, balkişand ser taybetmendiyên civaka ku Uveyş Ocalan dema zewiciye di nav de bûye û wiha got: “Ger em bi şertên civakî yên wê serdemê re binirxînin, li bajarek feodal ê wek Rihayê, serîrakirinek bi vî awayî ya li hember civakê, sekneke mezin bû. Em qala rastiyeke civakî ya ku jin tenê ji xwedîkirina zarokan û karên malê berpirsyar bûn, dikin. Di wê serdemê de mafê gotinê ji bo jinan tuneye. Lê dîsa jî em di kesayetiya Dayîka Uveyş de berovajî vêya dibînin.  Ji rastiya civaka dayîksalar,  pergaleke jiyanê ya qirêj ku bi hêza fîzîkî ya zilam hatiye hilweşandin, pêşkêşî me kiriye. Em hêrs û nifrîna Dayîka Uveyş a li hemberî mêran di vê pergalê de dibînin.”

‘Têkoşîna wê bi şahediya li dijî mêrê pê re zewicandî bû destpê kir’

Dîlek Ocalan, bi bîr xist ku Uveyş Ocalan beriya Omer Ocalan bi mêrek din re zewicandî bûye. Dîlek, diyar kir ku tiştên di dema vê zewacê û piştî vê zewacê qewimine, di jiyana Uveyş Ocalan de bûne werçerxek. Dîlek Ocalan, bûyera ku di jiyana Dayîka Uveyş de bû sedema werçerxek, bi van gotinan vegot: “Dayîka Uveyş, bi mêrekî ku qet nas nake re dizewicînin. Lê ev mêr, ji jinek din hez dike. Jinik bersiv nade hestên wî. Rojek, jinên li gund kom dibin û bi hev re diçin ku êzingan kom bikin. Di nav vê komê de, Dayîka Uveyş û jina ku hevjînê wê jê hez dike jî hene. Hevjînê Dayîka Uveyş pêşî li jinan digre û ji vê jinê re dibêje tu dê bi min re bizewicî. Jinik jî dibêje ‘tu jixwe zewicandî ye, hevjîna te jî li ba min e’ û wî red dike. Hevjînê wê, vê jina dikuje. Ev bûyer li ber çavê hemû jinan diqewime. Piştre cendirme tên û vî zilamî digirin binçav. Ji bo ku bizanibin ka ev zilam qatil e an na, divê şahedî bê kirin. Jinên din ku bûne şahidê bûyerê, ditirsin. Têkoşîna Dayîka Uveyş hema li wir destpê dike. Dayîka Uveyş hê di wî temenê xwe yê biçûk de, ji cendirmeyan re dibêje ‘hevjînê min ew jin kuşt’ û li dadgehê şahediyê dike.”

‘Her tim serî radikir’

Dîlek Ocalan, diyar kir ku ev mêr tê girtin û piştre di girtîgehê de dimre û wiha got: “Tê gotin ku ji qehra xwe miriye. Gotiye ‘çawa jinek, ne ku hevjîna min, li ser min îfade dide?’ û ev lê giran tê. Dayîka Uveyş paşê dîsa vedigere gundê xwe. Ji ber zextên civakî yên lê tên kirin, bê dilê xwe bi Omer Ocalan re dizewice. Kalê me Omer ne kesek ku ji zext û tundiyê hez dike ye. Lê dîsa jî Dayîka Uveyş li hember hinek rastiyên ku di civakê de dibîne, helwesta xwe nîşan dide û tu car di navbera wê û kalê Omer de tiştên hestewarî çênabin. Giyanek wê ya her tim serhildêr hebû.”

Dîlek Ocalan, anî ziman ku Dayîka Uveyş mînaka berbiçav a jina ku pêşengiya guherîn û veguherînê dike bûye û wiha pê de çû: “Serhildêr bû, lê divê mirov vê serhildêriya wê wisa basît nenirxîne. Divê em rastiya ku ew jin tê de bûye jî bibîne. Dayîka Uveyş dizanibû ku ne diyar e ka tiştê ku ji mêrê berê dîtiye dê ji mêrê paşê jî nebîne. Li hember mêran her tim mesafeyek û hêrsek wê heye. Heta mirinê her tim bi kalê min re di nav şerek de bû. Lê ev şerê wan di aliyê zarokên wan de bû sedema encamên erênî. Rêbertî dema behsa dayîka xwe dikir, digot ‘jinek serhildêr bû’. Tîne ziman ku lêhûrbûna wî ya di têkoşîna azadiya jinê de jî, bi saya dayîka wî çêbûye.”

‘Wêrek bû ji parvekirinê hez dikir’

Dîlek Ocalan, got ku bapîra wê ji aliyê cîranên xwe ve wek jinek wêrek û ji parvekirinê hez dike tê nasîn. Dîlek vê rewşê bi çîrokek ku ji dayîka xwe Fatma Ocalan guhdarî kiriye vegot: “Jinên li gund ji ber ku bi qasî wê wêrek nebûne, di gelek mijaran de bi wê şêwirîne. Tiştên di destên xwe de, bi cîranên xwe re parve kiriye. Em rêçên teşegirtina civaka ehlaqî ya di kesayetiya wê de, li vir dibînin.  Kofiyên jinan wê demê pir bi qîmet bûn. Wek ‘namûs’ dihat dîtin. Wisa bû ku jinan digotin kes dê nikaribe destê xwe bide kofiya wan û tiştên xwe yên bi qîmet di nav vê kofiyê de vedişartin. Dayîka Uveyş dibîne ku diz dikeve mala cîrana wê. Diz dikeve malê û dixwaze kofiya jinikê bidize. Dayîka Uveyş wê demê diqîre, cîrana xwe hişyar dike, diz bi tirs û xof direve. Piştre cendirme diz diqefêlin û li meydana gund lê dixin, dibêjin li xwe mikur were. Lê diz li xwe mikur nayê. Dayîka Uveyş li wir dibêje ku diz ew mêr e. Jinek wisa wêrek bû jî.”

Hem heval hem jî mamoste

Dîlek Ocalan, balkişand ser bandorên ku Dayîka Uveyş li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye û ev agahî dan: “Her carek ku dibîne kurê wê çiqas jîr e, dibêje ‘tu kes dê nikaribe bi te, tu dê biserkevî’. Dibêje ‘Tu evqas dixebitî, lê dibe ku hevalên te dê bi qasî te nexebitin û te bi tenê bihêlin’ û wî hişyar dike. Têkiliya wan hem hevaltî hem jî mamoste û xwendekartî bûye. Dema em li şertên wê serdemê dinhêrin, em dibînin ku Dayîka Uveyş di wê têkoşîna dijwar a jiyanê de di asta herî bilind de tevkarî daye zarokên xwe.” Dîlek bi van gotinan destnîşan kir ku Uveyş Ocalan hem li ser Rêberê Gelê Kurd hem malbata wî hem jî derdora xwe bandorek mezin û erênî ava kiriye.”

‘Di şertên girtîgehê de pêvajo nameşe’

Dîlek Ocalan, derbarê pêşketinên dawî yên rojane de jî axivî. Dîlek Ocalan, got ku piştî banga ku Rêberê Gelê Kurd di 27’ê Sibatê de kiriye pêvajoyek nû destpê kiriye, lê dewletê hê jî berpirsyariya xwe bicîh neaniye. Dîlek destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di şertên girtîgehê de ji bo pêvajoyek wiha pêşengî bike, ev di aliyê mirovî, hiqûqî û ehlaqî de ne rast e. Dîlek Ocalan, diyar kir ku divê tavilê azadiya fizîkî ya Ocalan pêk bê.

‘Divê Mafê Hêviyê pêk bê’

Dîlek da zanîn ku pêwîst e Abdullah Ocalan di çarçoveya “Mafê Hêviyê” de bikin hepsa malê û di vê pêvajoyê de jî bi heyetên vê pêvajoyê re nîqaşan bike. Dîlek Ocalan, wiha got: “Em dibînin ku ev daxwaz hê jî nehatine pratîkkirin. Em dibînin ku li hember çekdanîna PKK’ê dewlet hê jî di şer de îsrar dike. Hem behsa çareseriyê, danîna çekan dikin, hem jî hewl didin şer ji nû ve gur bikin. Divê dewlet zelal be. Demek ji ya din zûtir divê şertên xebata azad ên ku Rêbertî diyar kiribû, bên avakirin.  Em hêvî dikin ku di rojên pêş me de em vê pirsgirêkê bi awayê cudatir nîqaş bikin.”

‘Divê jin û ciwan pêşengiya pêvajoyê bikin’

Dîlek Ocalan diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de çend pêşniyar û rexne kirine. Dîlek Ocalan, der barê vê mijarê de wiha got: “Me rexne girtin û divê em bi awayê berbiçav berpirsyariya xwe bicîh bînin. Emê bi hêza xwe ya rêxistinî û civakî bibin bersiva vê pêvajoyê. Di serî de ji bo jinan û ciwanan erkên mezin hene. Pêwîst e ku vê pêvajoyê birêxistin bikin û vebêjin. Divê pêşengiya vê yekê bikin.”