’25 sal in li Îmralî zagon tên binpêkirin’

Endama Meclîsa Edaletê ya Herêma Firatê Nesra Xelîl têkildarî salvegera komploya 9'ê Cotmehê wiha got: "Ev 25 sal in ku di kesayeta Rêber Ocalan de zagonên navnetewî tê binpêkirin"

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Hêzên hegemon û desthilatdar yên li cîhanê serwer di 9'ê Cotmeha 1998'an de komployeke navdewletî birêxistin kirin ku di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de hatin girtin. Ev komplo heta roja îro bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan re, bi hedefgirtina hebûna gelê Kurd û polîtîkayên qirkirinê re berdewam dike.

Endama Meclîsa Edaletê ya herêma Firatê ku di heman demê de parêzere jî, Nesra Xelîl aliyên hiqûqî û zagonî yên komployê ji ajansa me re nirxand.

'Têkçûna xwe di birdoziya Rêber Ocalan de naskirin'

Nesra Xelîl di despêka nirxandina xwe de bal kişand ser belavbûna ramanên Abdullah Ocalan û sedemên komployê û got: "Doza Rêber Abdullah Ocalan doza gelekî bindest e ku bi salan bi siyaseta qirkirin û tunekirinê re rû bi rû man. Piştî bi dehan serhildan û raperînên gelê Kurd di rêjahiya dîrokê de, kesayeta Rêber Ocalan derket ku dest bi serhildana ji bo maf, hebûn û azadiya gelê Kurd û tevahî netewên bindest kir. Rêber Ocalan bangawaziya azadî, demokrasî, wekhevî û yekîtiya gelan kir, ev raman û nirxên ku Rêber Ocalan di rêxistinbûna xwe de bingeh girt, ji bo hêzên hegemon ku qaşo bangawaziya azadî û demokrasiyê dikin, metirsî ava kir. Ew bersivên ku ji hîn welatan derketin, teqez kirin ku lihevkirin û planek heye da ku bîrdozî, nêrîn û pirojeyên rêber Ocalan ji holê rakin û vê serhilanê jî vemirînin. Di encama komployeke navdewletî de Rêbertî Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de hat revandin."

'Welatên ku zagonên parastina mirovan îmze kirin binpê jî kirin'

Nesra Xelîl çawaniya pêkhatina komployê weke binpêkirina tevahî hevpeymanên navdewletî nirxand û got: "Rêber Abdullah Ocalan xebatên xwe li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê destpê kir, pişt re derbasî Sûriyê bû ku bi salan karê xwe da meşandin. Di encama zextên navdewletî de û lihevkirineke hevbeş, biryar hat girtin ku Rêbertî ji Sûriyê were derxistin da ku planên xwe yên qirêj bi cih bînin. Li ser vê bingehê Rêber Apo derbasî welatê Yonanê bû ku li wir daxwaza bike, lê ev daxwaz nehat pejirandin.

Neqebûlkirina Yewnanistan ji daxwaza Rêbertî Ocalan re binpêkirina maf û zagonên hevpeymanên mirovan e. Her wiha Rêber Ocalan derbasî Rûsiya jî bû da ku heman daxwazê pêşkêş bike, lê heman helwest li wir jî jiyan kir. Li zagonên navdewletî Rêbertî Ocalan kesayeteke siyasî ye ku ji aliyê welatê xwe ve tê şopandin, nêrîn û fikirên wî tên qebûl kirin, lewam mafê wî heye ku li welatên Awropa daxwaza mayînê bike. Rûsya jî yeke ji welatên ku hevpeyaman me behsê kir îmze kiriye, lê ji bo rewşa rêber Ocalan hevpeymanên xwe binpê kirin."

'Dewleta tirk hemû bendên hiqûqî binpê kir û hîna jî dike'

Nesra Xelîl di domandina axaftina xwe de bal kişand ser hemû kiryarên dewleta tirk yên li dijî zagonên parastina mafê girtiyan û got: "Girava Îmraliyê ku Rêbertî lê tê dîl girtin, beriya ku bibe girtîgeh ji bo rêber Ocalan, bi rengekî cuda bû ku ev girev ket nava tecrîdeke mezin û ev yek jî li dijî qanûn, exlaq û mafê mirovan bû. Pişt re dewleta tirk biyar girt ku Rêbertî were darizandin. Lê ew dadgeha ku çêbû tevahî hevpeymanên navdewletî û herêmî jî binpê dikin, bi taybet jî hevpeymanên Ewropî yên mafê girtiyên siyasî. Girtiyên siyasî mafê wan cuda ye, divê ku bi cezayên giran re rû bi rû neyên, her wisa divê dadgeha wan li ber raya giştî û bi rengekî zelal û demokratîk pêk bê.

Hevkariya hêzên navnetewî do komployê de

Li aliyekî din zagonê ku dibêje divê cudahî nekeve navber zayend, netew, bawerî û nasnameya girtiyan de. Mixabin ev xalên me anîn ziman, ji bo Rêber Apo nehatin pêk anîn û berevajî dadwerê sereke ku di darizandina Rêbertî de amede bû, ew dadwerekî leşgerî bû, lê Rêber Ocalan girtiyekî siyasî bû. Lewra ew dadgeh li dijî hiqûq, zagon, destûr û hemû hevpeymanan bû. Bê dengiyeke mezin wê demê hat jiyîn, sedema vê yekê jî ew bû hemû hêzên serdest di vê komployê de hevkar bûn."

'Di bin navê sedemên ne qanûnî de hevdîtin pêk nayên'

Nesra Xelîl anî ziman ku komploya navnetewî û binpêkirinên mafê mirovî yê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta roja me ya îro bê navber berdewam dike û got “Ev 25 sal in ku Rêbertî di nava tecrîdê de dijî, rû bi rû yê nêzikatiyên der exalqî û qanûnî tê.” Nesra Xelîl a got “Di rêbazê dewleta tirk de tirsa wan diyar dibe ku ew heta kîjan astê bîrdozî û hebûna Rêbertî Ocalan xeter dibînin” anî ziman ku ev yek ji bo hemû hêzên hegemon jî derbasdar e. Nesra Xelîl axaftina xwe wiha domand:

“Di asta navdewletî de zagonên Nêlson Mandêla hene ku dibêjin divê ku parastina girtiyan ji aliyê fîzîkî û tendirustî de pêk were. Her wisa mafê girtiyan heye ku diyalgon û hevdîtina bi derve re bike, bi taybet jî li gel parêzer û malbatê re. Ev  hemû jî ji bo Rêbertî Ocalan pêk nehatin. Di destpêka girtina wî de hîn hevdîtin pêk dihatin, lê ev demeke dirêj e ku hevdîtin bi carekê de hatine qedexekirin. Tevî vê yekê jî parêzer daxwazên hevdîtinê her tim pêşkêş dikin, lê dewleta tirk di bin navê sedemîn ne qanûnî û bê wate de, serlêdan nayên pejirandin. Her wiha malbat jî serlêdanên xwe qût nakin, lê dewleta tirk bi bihaneyên weke hewa ne başe ango gemî ne amede ne, hevdîtinan qebûl nakin. Wekî din hîn rêxistinên navdewletî hene ku bi taybet xebatên wan mijûlbûna bi girtiyên siyasî re ku rewşa wan di tevahî waran de bişopînin, belge bikin û weke rapor jî pêşkêş bikin."

‘Divê CPT bi erka xwe rabe'

Nesra Xelîl got: "Xebatên şopandina rewşa girtiyan ji rêxistina CPT tê xwestin ku divê derbasî tevahî girtîgehan bibe û di derbarê rewşa girtiyan de xwedî agahî be. CPT gelek caran derbasî gireva Îmralî bûye, lê dema rapor ji raya giştî re tê parve kirin, em dibînin ku raporeke seranser, kêm, piçûk û lihevkirineke ku rewşa Rêbertî neyê zelalkirin heye. Di raporan de hîn mijar û tiştên ku divê dewleta tirk bike, dinvîsin. Lê dewleta tirk wê raporê datîne ser refekê û pişt re tu kes jî naşopîn.”

Nesra Xelîl di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku CPT bi erka xwe ranabe û wiha bidawî kir: “Herî dawî jî CPT derbasî gireva Îmraliyê dibe û serdana girtîgeha Rêbertî jî nake. Weke encam ez dikarim bêjim ku ji 9'ê Cotmeha 1998'an û heta vê kêliyê jî, ji girtin, nêzikatî, tecrîd û bêdengiya heyî, li dijî tevahî zagon û hevpeyamên navdewletî ne. Mirov ji kîjan aliyê hiqûqî bipirse jî dê bighêje heman encamê. Girtina Rêber Ocalan sozeke siyasî û qanûnî ye ku mafê parêzerên wî heye bişopînin. Her wisa divê ku sazî û rêxistinên têkildarî mafê mirovan û girtiyan rapor û helwestên cidî nîşan bidin di derbarê rewşa Rêbertî de. Divê bi erk û berpirsyarên xwe rabin."