‘2 hezar û 800 welatiyên Êzidî hê jî ne hatine rizgarkirin
Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyên hatine revandin li Iraqê, Hisên Qaidî eşkere kir ku heta niha 2 hezar 800 welatiyên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê nehatine rizgarkirin.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2024/11/20241117-20241117-1722671000untitled-1-750x430-jpg50918e-image-jpge2e332-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyên hatine revandin li Iraqê, Hisên Qaidî di daxuyaniyekê de eşkere kir ku heta niha jî 2 hezar û 800 welatiyên Êzidî ji dest çeteyên DAIŞ’ê nehatine rizgarkirin.
Her wiha Hisên Qaidî diyarkir heta niha 3 hezar 583 Êzidî ku ji jin, zarok û mêran pêktên hatine rizgarkirin.
Hisên Qaidî da zanîn ku hejmarek ji van kesan di nava Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê de dimînin.