18 hezar û 650 kes ji Lubnanê xwe spartin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Ji ber êrişên Îsraîlê yê bi ser Lubnanê ve heya niha 18 hezar û 650 kesan ji Lubnanê berê xwe dan Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiiha cenazeyê 17 kesan jî hat heremê. Heyva Sor a Kurd ji bo koçberan kampanya alîkariyê da destpêkirin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Başûrê Lubanê, bi hezaran welatî û koçberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha penaberên Sûriyeyê yên ku li Lubnanê dijîn berê xwe dan Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî êrîşan Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ew ji bo pêşwazî û alîkariya koçberên derbasî herêmê bibin amade ne û hemû dezgehên pêwendîdar xistine liv û tevgerê ji bo meşandina karûbarên wan.

Rêveberiya Xweser heta niha 18 hezar û 650 kesan pêşwazî kiriye

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10’ê Cotmehê de li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku Şaneya Krîzê ya têkildarî karûbarên kesên ku ji Lubnanê hatine, jimara fermî derxistiye “Hejmara kesên ku ji Lubnanê derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne, gihîştiye 18 hezar û 650 kesan û cenazeyê 17 kesan jî hatiye. Ji kesên hatine hejmara mêran 6 hezar û 555, hejmara jinan 5 hezar û 907, hejmara zarokan 6 hezar û 130 e. 58 kes Lubnanî ne.”

Şaneya Krîzê destnîşan kir ku welatiyên vedigerin diçin malên xwe an jî diçin cem xizmên xwe yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo kesên ku cihê wan tune ye, Rêveberiya Xweser navendan ji bo bicihkirina wan vediqetîne.

Heyva Sor a Kurd a Rojava dest bi kampanyayê kir

Saziya Alîkariya Mirovî ya Rojava Heyva Sor a Kurd jî roja 4’ê Cotmehê ragihand ku ji bo peydakirina pêdiviyên welatiyan dest bi kampanyaya alîkariyên lezgîn kirine. Kampanyaya Heyva Sor a Kurd ji bo bi hezaran kesên ku ji şerê navbera Îsraîl û Hizbullahê reviyane li cihên ewle bên bicihkirin û pêdiviyên wan ên jiyanî were bicihanîn dixebite.

Cîgira Hevserokatiya Şaredariya Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xufran Kewkeb ku endama komîteya şopandina kampanyaya komkirina alîkariyan e, destnîşan kir ku ev kon ji bo komkirina alîkariyan hatiye vedan û wiha pê de çû: “Em ji bo bira û hevalên xwe yên ji Lubnanê tên, alîkariyan kom dikin. Ev kampanya dê nêzî 20 rojan berdewam bike, bi awayê komkirina pere, jixwe gel van alîkariyan dide û em ê di demên pêş de van alîkariyan veguherînin pêdiviyên jiyanî û bidin koçberan.”

‘Gelê Rojava piştgiriya xwe nîşan dide’

Xufran Kewkeb da zanîn ku ev kampanya li tevahî Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, her wiha bal kişand ser piştgiriya ku gel nîşan dide û wiha bi dawî kir: “Gel kêfxweş bû ku ev kampanya hat destpêkirin, em dibînin şênî çawa piştgiriya xwe nîşan didin li gorî derfetên xwe yên cuda. Rast e dibe ku bi temamî pêwîstiyên wan nayên dabînkirin lê heta astekê li gorî derfetan alîkarî tê pêşkêşkirin.”

‘Mala min wêran bû’

Efyet Ehmed bi eslê xwe ji bajarê Qamişloyê ye, 14 sal bûn li Lubnanê tevî hevjîn û zarokên xwe dijiya. Mala Efyet li Dahiyê ya ku serokê Hîzbullahê Hesen Nesrallah lê hat armancgirtin bû, di encama êrîşê de mala wê jî hilweşiya û niha li Qamişloyê li cem malbata xwe dimîne. Efyet wiha behsa çîrok û bûyera qewimî tîne ziman: “Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve me berê xwe da Lubnanê ji bo jiyana bi ewle û dûrî şer. Di dema dawî de digotin dê şer çêbibe li Lubnanê lê me qet bawer nedikir. Digotin ku Hesen Nesrallah li bin erdê di taxa me de bûye li Dahiyê lê me qet nizanibû. Dema ku êrîş pêk hat taxa me di nav de mala min wêran bûn, gelek malan zirar dît.”

‘Em dixwazin şer bisekine’

Efyet Ehmed da zanîn ku ew zehmetiyan dikşînin, hîs dikin ku di riyeke ne diyar de dimeşin û got ku bûyera qewimî mîna xewnekê ye û bi van hêviyan dawî li axaftina xwe anî: “Ez û zarokên xwe bi zehmetî gihîştşn bajarê Qamişloyê, em bi tena cilên li ser xwe reviyan ji Lubnanê. Em nizanin dê pêşeroja me çawa be. Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ji bo pêşwaziyê û em hêvî dikin ku alîkarî ji bo koçberên ji Lubnanê hatine, were pêşkêşkirin.”