18 hezar koçberên Lubnanî koçî Iraqê kirine

Berdevkê Desteya Deriyên Sînor yên Iraqê ragihand ku ji meha Îlonê ve 18 hezar koçberên Lubnanî gihiştine Iraqê.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Desteya Deriyên Sînor yên Iraqê Eladîn Qeysî der barê hejmara koçberên Lubnanî yên berê xwe dane Iraqê, daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê;  ji 27’ê Îlona îsal heya niha, 18 hezar Lubnanî gihiştine Iraqê.

 Herwiha hate gotin ku Iraq pêşwazî li koçberên Lubnanî dike û hewldanên divî warî de berdewam dikin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ji ber êrişên Îsraîl yên li ser Lubnanê, bi hezaran kes ji Lubnanê koçber dibin.