16 milyon kes li Yemenê hewceyê alîkariya xwarinê ne
Li gorî raporek navneteweyî, ji ber ku pevçûn û rewşa aborî ya xirabtir tê payîn ku hejmara kesên ku hewceyê alîkariya xwarinê ya lezgîn in heta nîvê sala 2026’an bigihîje 16 mîlyon.
Navenda Nûçeyan – Rapora navneteweyî ya nû eşkere dike ku Yemen di rêza ewil a lîsteya welatên ku herî zêde ji bêewlehiya xurekê bandor dibe de ye. Welat, dê heta nîvê sala 2026’an di nava welatên ku herî zêde bi alîkariya mirovî ve girêdayî de be.
Li gorî tora hişyariya zû ya FEWS NET’ê, Yemen di aliyê hejmara mirovên ku hewceyê alîkariya xureka ya lezgîn de, di nava 31 welatan de di rêza sêyemîn de cih bigre.
Di raporê de, tê pêşbînî kirin ku li Yemenê nêzî 16 mîlyon mirov dê hewceyê alîkariya xurekê ya lezgîn bin. Her wiha diyar dike ku bajarên Lahij û Abyan di xetereya rewşa awarte ya xurekê ya Qonaxa 4 (IPC4) de ne û bêewlehiya xurekê dê li Hodeyde, Hecah û Taizê jî bidome.
Ji ber ku aboriya Lahij û Abyan li ser çandinî û karê mûçeyê rojane ye, ji ber kêmbûna hêza kirînê û kêmbûna çavkaniyên dahatê, bi bêewlehiya xurekê ya zêde re rû bi rû ne. Ev dibe sedem ku gel ji bo xurekê hêj zêdetir girêdayî bazaran bibe.