‘15’ê Tebaxê şoreşek mezin a Rojhilata Navîn e’
Mamosteya dîrokê Wijdan Nûreddîn Necmadîn anî ziman ku 15’ê Tebaxê ji bo Kurdan û gelên Rojhilata Navîn şoreşek mezin e û got ku “Şoreşa 15’ê Tebaxê şoreşek mezin a Rojhilata Navîn e.”

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – 15’ê Tebaxa 1984’an, PKK’ê bi fermandariya Mahsûm Korkmaz (Egîd) yekem car çalakiyên xwe yên çekdarî li navçeya Dihêya Sêrtê û navçeya Şemzînana Colemêrgê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li dar xist. PKK’ê bi van çalakiyên xwe betona ku Kurd di bin de hatibûn veşartin perçe perçe kir û gelê Kurd ji xewa mirinê û bêhêvîtiyê hişyar kir. Ev yek li her çar aliyên Kurdistanê ji bo gelê Kurd bû destpêka pêxistina agirê şoreşeke mezin. 15’ê Tebaxê di nava gelê Kurd de wek Cejna Vejînê hat binavkirin.
Ji bo Kurdan werçerx bû
Mamosteya dîrokê, lêkolîner û çalakvana jinan Wijdan Nûreddîn Necmadîn, balkişand ser girîngiya 15’ê Tebaxê û şoreşa Kurdan û hestên xwe bi van gotinan anîn ziman: “15’ê Tebaxê ji bo Kurdan werçerxek mezin bû. Avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di sala 1978’an de ku weke komek Apocî dihatin nasîn, piştre weke Partiya Karkarên Kurdistanê hat nasîn. Destpêkê mîna partiyek rêxistinî destpê kir. Piştre mezin bû. Guherînên siyasî yên ku piştî şerê cîhanê yê yekem li Tirkiyeyê çêbûn û avakirina dewleta nû ya Tirkiyeyê, li gel avakirina dewleteke nû li Tirkiyeyê piştî şerê cîhanê yê yekem û sozên ku dan Kurdan, nehatin pêkanîn. Piştre peymana Sewrê û heta peymana Lozanê ku cihê peymana Sewrê girt, ji ber pêkneanîna sozên dan Kurdan, gelek serhildanên Kurdan çêbûn.”
‘Ji ber sozên hatin dayîn pêk nehatin raperîn çêbûn’
Wijdan bibîr xist hinek ji van serhildanan demkurt û hinek jî demdirêj bûne û wiha pê de çû: “Mînak serhildana herêma Koçgirî, Şoreşa Şêx Seîdê Pîran û Şoreşa Dêrsimê hene. Piştre gelek şoreşên din hene. Ev hemû raperîn di encama pêkneanîna sozên dewleta Tirk de çêbûn. Ji ber wê yekê hêzên Kurd bi serokatiya Abdullah Ocalan, bi armanca avabûna dengê Kurd derketin. Piştre koma Apocî dest bi xwerêxistinkirinê kir. Destpêkê komek li gel partiyên çep ên Bakur ava kirin, ji ber qebûlnekirina Kurdan ji hev cuda dibin û komek Kurd bi çend endaman hat avakirin, bi lez xwe bi rêxistin kirin. Ji ber dewleta Tirk dizanibû bi lez hewl da rêxistinê belav û tune bike. Her çendî dewletê hewldana tunekirinê kir jî zêdetir bi hêz bû.”
‘15’ê Tebaxê encama berxwedana girtîgehan bû’
Wijdan Nûreddîn Necmadîn da zanîn ku piştî ragihandina destûra bingehîn a di sala 1982’an de, di encama zilm û zordariya dewleta Tirk bi serkirdeyetiya Kenan Evren de guherînên zilm û zorê zêdetir bûne û wiha got: “Bingeha 15’ê Tebaxê di encama berxwedana hevalan de li girtîgehan hat avakirin. Girtiyên ji ber doza Apociyan hatin girtin, li girtîgehan, bi taybetî li girtîgeha Amedê, gelek îşkence li wan hat kirin. Lê belê di wir de hevalan dîrokek girîng nivîsandin. Di encamê de, gelek çalakî hatin lidarxistin lê belê çalakiya fermandar Egîd dengvedanek mezin bi xwe re anî. Ev çalakî gihîşt nava girtîgehan. Di wê dema ku Tirkiyeyê digot dawî li Kurdan hatiye de, çalakiyên 15’ê Tebaxê bûn bersivek û li eniya dagirkeriyê ketin.”
‘Jin cara yekem ji aliyê Rêbertî ve wek hêzek siyasî û leşkerî hatin erkdarkirin’
Wijdan Nûreddîn Necmadîn bal kişand ser rola jinan a di xebatên leşkerî û siyasî de. Wijdan destnîşan kir ku di 15’ê Tebaxê de rola jinan hebû û wiha got: “Dema PKK di sala 1978’an de hat damezrandin, kêm jin beşdar bûn. Birêz Abdullah Ocalan xwedî hêza siyasî, leşkerî bû. Yek ji lewaziyên partiyên siyasî yên din nebûna jinan a di rêxistin û têkoşînê de bû. Rêber Abdullah Ocalan di sala 1978’an de, jinan weke karakterên sereke beşdarî têkoşîna siyasî û leşkerî kir. Li gel Abdullah Ocalan û xebatên leşkerî divê em behsa hevala Sakîne Cansiz û hevalên din ên jin bikin ku xebatek mezin kirine. Her çiqas Rêber Apo aktorê sereke be jî, rola hevalên jin jî di parastina têkoşînê de heye. Rêber Apo di gotinên xwe yên dawî de dibêje; ‘Têkiliya me di nava rêxistinê de têkiliyek hevaltiyê ye. Kes biryarê nade û yên din di bin fermanê de dimînin û tê de dixebitin, bi yekdengî dixebitin.’ Ji ber wê di vir de rola jinan girîng e. Em dizanin ku Rêber Abdullah Ocalan ji rewşa jinan a li Bakurê Kurdistanê ku weke karker dixebitîn bi bandor bûye. Wekî ku di pirtûkên xwe de behsa dayîk û xwîşka xwe dike.”
‘Pêvajoya aştiyê ji bo Rojhilata Navîn girîng e’
Wijdan Nûreddîn Necmadîn destnîşan kir ku şewitandina çekan ji aliyê gerîlayan ve çend lêkolînên girîng bi xwe re anîne û wiha domand: “Pêvajoya şewitandina çekan piştî hemû hûrgulî û lêkolînan, guhertinên ku li Rojhilata Navîn çêbûne, ev hemû hatine lêkolînkirin. Tevgera ku ji bo hebûna Kurdan çek hilgirt û çil salan şer kir, biryara têkoşîna siyasî da. Pêvajoya aştiyê ji bo aştî were herêmê û Rojhilata Navîn neyê perçekirin girîng e.”
‘Ez piştgiriyê didim pêvajoya aştiyê’
Wijdan Nûreddîn Necmadîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez piştgiriya pêvajoya aştiyê dikim. Ez 15’ê Tebaxê li hemû heval û malbatên şehîdan pîroz dikim. Vê şoreşê Kurdan gîhand vê astê. Şoreşa 15’ê Tebaxê şoreşek mezin a Rojhilata Navîn e. Ez spasiya heval û rêberê me dikim ku ez dikarim niha wek jinek behsa doza xwe bikim. Ez destên dayîkên şehîdan maç dikim ku kurên xwe yên qehreman ji bo welat feda kirine.”