12 kesên vedigeriyan Suweydayê hatin revandin
Li ser rêya Şamê û Suweydayê ya Sûriyeyê 12 kesên ku piraniya wan jin û zarok in, li herêma di bin Heyet Tehrîr El-Şam a cîhadîst de ye hatine revandin.

Navenda Nûçeyan – Li gor agahiyan li ser rêya Şamê û Suweydayê ya Sûriyeyê 12 kesên ku piraniya wan jin û zarok in, roja yekşemê li Derayê ku di bin kontrola Heyet Tehrîr El-Şam a cîhadîst de ye hatine revandin.
Hat ragihandin ku sivîlên hatine revandin ji Sehnayayê ya li gundewarên Şamê derketin û bi rêya korîdora mirovî ya li herêma Busra El Şam ber bi Suweydayê ve diçûn. Rêya sereke ya Şam û Suweydayê zêdetirî mehekê ye girtî ye.
Li gorî agahiyan piştî ku otobus gihaşt herêma Kihêl a li rojhilatê Derayê, li herêma ku xalên kontrolê yên HTŞ’ê ya cîhadîst, hatiye rawestandin û otobus û rêwiyên tê de hatiye revandin.
Kesên revandî; 3 zarok (Kerîm Nesir, Cênî Nesir û Yara Erer), 5 jin (Sewsen Nesir, Heya Nesir, Cîhan Nesir, Rehef Nesir û Waad Nogel), şofêrê otobusê Şadî Ebû Dehin û Alaa Erar, El Hesen Kişêk û Îmran Saab in.