115 saziyên mafên mirovan ên Yemenî: Binpêkirinên Hûsiyan rawestînin

115 saziyên mafên mirovan destnîşan kirin ku li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de, 13 sivîl bi balafirên bê mirov hatine kuştin û banga destwerdana lezgîn kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Yemenê bi taybetî li herêmên ku ji aliyê Hûsiyan ve tên kontrolkirin, sivîl dibin xeterek mezin de ne. Di êrîşa dawî ya Hûsiyan de 13 sivîl hatin kuştin. Mafên wan tên binpêkirin û pêdivî bi destwerdanek navnetewî ya lezgînî heye.

Li Yemenê şerê navxweyî berdewam dike û her ku diçe mafên sivîlan ji aliyê komên çekdar ve zêdetir tên binpêkirin. 115 saziyên mafên mirovan ragihandin ku Hûsî ji roja pêncşemê vir de li gundê El-Hanakaya girêdayî wîlayeta El-Beydayê li hember sivîlan kiryarên sûc pêk anîne. Saziyan ev sûc şermezar kirin. Çalakgeran di medya civakî de vîdeo parve kirin. Di van vîdeoyan de tê dîtin ku gundê El Hankah yê girêdayî navçeya El-Kureyşiye ya navenda Yemenê, hatiye bombebarankirin û zirarek mezin çêbûye. Tê gotin ku bi hinceta li kesên derbarê wan de biryara lêgerînê heye digerin, gund bi qasî heftiyek bi awayek dijwar hatiye dorpêçkirin, piştre bi firokên bê mirov, tanq û bombebaranê, 13 sivîl hatine kuştin. Saziyên ku daxuyanî mohr kirin, ev rewş wek ‘binpêkirinek dijwar’ binav kirin.

‘Bêdengî dibe sedema berdewamkirina êrîşên Hûsiyan’

Saziyan dan zanîn ku li gund gelek birîndar jî hene, gundê di aliyê peydakirina av, xwarin û dermanan de di rewşeke dijwar de dijîn. Saziyan ragihand ku rizgarkirina birîndaran ji aliyê Hûsiyan ve tê astengkirin, gelek gundî hatine girtin. Di daxuyaniya saziyan de ev agahî jî hatin dayîn: “Ev kom bi awayek dijwar mal û îbadetxaneyên welatiyan dişewitînin û hildiweşînin. Ji ber van pêkanînan bi sedan malbat ji cîh û warên xwe bûne. Ev binpêkirin tên wateya binpêkirinek aşkera ya Hevpeymanên Cenevreyê, hiqûqa mirovane ya navnetewî û Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan. Her wiha ev, sûcê di şer de ye. Berdewamkirina van sûcan, nîşan dide ku Hûsî hewldanên aştiyane û peymanên navnetewî piştguh dikin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navnetewî dikin ku zextê bidin ser Hûsiyan ku êrîşên li hember sivîlan rawestînin, dorpêça li ser gunê El-Hankahê rakin û ji bo ev yek pêk bê, bi lez û bez bikevin nav liv û tevgerê. Bila OHCHR û hemû mekanîzmayên navnetewî van sûcan şermezar bikin û parastina sivîlên li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de, pêk bînin. Her wiha bila rêxistinên mafên mirovan bi awayek lezgînî alîkariya pêdiviyên van kesan bikin. Bêdengiya navnetewî, dibe sedem ku Hûsî binpêkirinên li van herêman bidomînin.”