1’emîn Kongreya Hevgirtina NADA di roja duyemîn de ye
Kongreya 1’emîn a Hevgirtina NADA ku duh li Silêmaniyê destpê kir, di roja duyem de berdewame. Tê payîn îro di kongreyê de du panel were lidarxistin.

Silêmanî – 1’emîn Kongreya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) ku li Silêmaniyê bi diruşmeya ‘Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve’ tê lidarxistin, di roja duyem de didome.
Bernameya Roja Duyemîn 16’ê Gulanê: Gotûbêjên pratîkî û asoyên çareseriyê
10:00 – 12:00 Rûniştina Yekem: Komxebat
Xebatê Jinan (Zehmetî û Derfet)
ـ Astengiyên sereke û derfetên li pêşiya rûniştandina xebatên hevbeş a jinan çi ne? – Nûbahar Mustafa û Dr. Hîbe Haddadîn
ـ Rola rêxistinên civaka sivîl di têkoşîna jinan de – Umeyme Qutabî û Hanan Osman
ـ Girîngî û tekeziya hevgirtinên jinan li hember neoliberalîzm û hevgirtinên baviksalar ên serdest ên dijminên jinan – Dr. Abîr Hassaf û Selwa Gîga
ـ Girîngî û tekeziya avakirin û xurtkirina mekanîzmayên xweparastinê ya jinan li hember pergala baviksalar a serdest – Zuhûr Al-Meşrîqî û Şamîran Odêşo
12:00 – 01:00 Nirxandina encamên gotûbêjên komxebatan
01:00 – 01:30 Navbera çay û qehweyê
01:30 – 02:45 Rûniştina Duyem
Perspektîfa têkoşîna jinan û asoyên çareseriyê li hember polîtîkayên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn
Modêrator: Muna Şamax
ـ Derketineke siyasî ya jinan bi vîzyoneke yekgirtî (Tora Jinan ji bo Aştiyê) (15 deqe) – Ghada Mûsa
ـ Rola Hevgirtina NADA di rûniştandina Konfederasyona Jinan a Demokratîk a cîhanî de (15 deqe) – Rûken Ehmed
ـ Şoreşa jinan weke bersivdaneke li hember pirsgirêkên demê (15 deqe) – Şehrezad El-Casêm
ـ Rola Pêşeng û bingehîn a Jinan di Înîsiyatîfa Aştî û Civaka Demokratîk de (15 deqe) – Tulay Hatim Ogullari
02:45 – 04:00 Gotûbêjên Rûniştina Çaremîn
04:00 – 05:30 Navbera xwarinê
05:30 – 07:00 Şeveke hunerî (her çar parçeyên Kurdistanê)