lîsta rojê

  • Fermandara şoreşa jinan: Sosin Bîrhat 

    Fermandar Sosin Bîrhat her tim dixwest jinên ciwan xwe perwerde bikin û ji xwe bawer bin. Di heman demê de jî dixwest ew di hunera şer de bipêşkevin û di tarzê fermandariyê de bi xwe bawer bin.

  • Şehîdên enternasyonal ên şoreşa jinê 

    Stêrkên dilwêrek ên di parêzvaniya şoreşa jinê de canê xwe fêda kirin, Ivana Hoffmann, Anna Cambell, Alina Sanchez û Eva Maria Steiger asoyên şoreşê mezin kirin.

  • Fedayiyên şoreşa jinê: Avesta Xabûr û Barîn Kobanê 

    Fedayiyên ku Berxwedana Serdemê ji merheleyekê derbasî merheleyek nû ya gîhandina lûtkeyê kirin ango Avesta Xabûr û Barîn Kobanê.

  • Fedayiyên şoreşa jinê Arîn û Rêvana 

    Remza milîtaniya jinên Kurd û girêdana wan a bi axê ve di kesayeta van her du jinên ciwan Arîn Mîrkan û Rêvana Rojava de şînber bûye. YPJ’ê li ser mîrateya têkoşîna wan ji bo parastina jinan û welat têdikoşe.

  • Fermandara wêrek û ciwan: Mizgîn Botan  

    Mizgîn Botan dema ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de li Kobanê dijwar dibin berê xwe dide Kobanê. Mizgîn Botan a di 29’ê Çileya 2023’an de li Eyn Îsa’yê jiyana xwe ji dest da, bi têkoşîna xwe bû pêşenga gelê xwe û mîrasek li pêy xwe hişt.

  • Her kêliya wê bi têkoşîn bû: Menîce Heydar 

    Menîce Heyder a ji zarokatiya xwe ve di nav şoreşê de bû, di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da. Hevala wê ya têkoşînê Îbtisam El Hisên behsa hêz û baweriya wê kir û got ku ew ê bi bilindkirina têkoşînê, tola wê hildin.

  • Di pirtûka Nagihan Akarsel de çîroka jinên azadîxwaz  

    Pirtûka bi navê “Bêhna Xaliyê” ya rojnameger û endama Navendên Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel a hat qetilikirin, ji çîroka jinên ku ji xweliyê ji nû ve ji dayik bûne pêk tê. Ji çîrokên jinan têkoşîna hebûnê ya gelek ronî dike.

  • Newaya ku li Kobanê bilind bû: Viyan Peyman  

    Li pênc parzemînan herî kêm 30 welat û ji 92 bajaran bi milyonan, li kêleka şoreşa ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê hat destpêkirin bûn. Têkoşîn û şervaniya Viyan Peyman ku bi stranên dengbêjiyê berxwedana Kobanê kir destan, navê xwe li vê serdemê nivîsand.

  • Ji Çiyayê Kurmênc rêwitiya azadiyê: Zelal Hêvî  

    Têkoşîna jinan a nîv esr e didin veguherî mîladekê. Yek ji rêwiyên vê riyê jî şoreşger Zelal Hêvî ye ku hemu jinan di dilê xwe de hembêz dikir. Em ê ji we re qala Zelal ango bi zelalî herikandina zemanê û bûyîna hêviyê bikin.

  • Dilê xwe da şoreşê bedena xwe jê re kir mertal: Dilovan Gever 

    Dilovan Gever a di 13’ê Cotmeha 2019’an de bi êrişên dewleta Tirk hat qetilkirin, bi gotina “Heya ku şervanek bi tenê jî li Girê Spî bimîne ez ê bi wan re bim” biryardarî û girêdana xwe bi têkoşîna azadiyê re ji me re hişt.

  • Dengê ku hemû Kurdistanê hembêz dike: Merziye 

    Meha Îlonê ya salvegera qetilkirina Şilêr Resûlî û Jîna Emînî û destpêkirina serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ye; di heman demê de salvegera wefata Merziye Rezazî ya bi dengê xwe ji bo azadiyê qîriya û gihîşt lûtkeya hunerê ye.

  • Ji Jînayê hete îro meşa azadiyê ya jinan  

    Serhildana ku bi qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ sînoran derbas kir. Jinan navê xwe li sedsala 21’ê nivîsandin û li seranserê cîhanê bûn dengê azadiyê.

  • Zeynep Erdem bû sembola berxwedana li dijî xiyanetê 

    Fadîle Tok yek ji wan jinan e ku şahidî ji têkoşîn û xebatên şoreşger Zeynep Erdem (Jiyan) a di 13’ê Îlona 1995’an de li wargeha Etrûşê di encama gulebarana PDK’ê de jiyana xwe ji dest da re kiriye, qala kesayet û têkoşîna wê kir.

  • Dengê bêdengiyê: Mercedes Sosa  

    Mercedes Sosa ya ji Amerîkaya Başûr ku guhdarên wê bi navê ‘Dengê bêdengan’ wê bi nav dikin, bi stranên xwe di dilê mirovan de cihê xwe girtiye.

  • Li warê berxwedanê şoreş pêl bi pêl mezin dibe 

    Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rojava ku di bin êrişên hêzên hegemon û dewleta Tirk de ye, ji bo hemû gelan bû hêvî. Şoreşê nîşan da ku çawa utopyayek ne tenê ji bo Kurdan, ji bo her kesê bû rastiyek.

  • Çîroka têkoşîna ji bo demokrasiyê ya li dijî zayendperestiya civakî: The Lady 

    Li welatê Asya Myanmar, fîlmê The Lady ku di 2011’an de hatiye çêkirin, balê dikşîne ser çîroka jinên pêşeng ên welat ku dixwazin têkoşîna demokrasiyê bidin meşandin Aung San Su Kyi. Cih dide têkoşîna li dijî desthilatdarî û zayenda civakî.

  • Rojnivîsa Carîna – Sêwas ‘93 

    Rojnivîsên Carîna Cuanna ya Hollandî ya 23 salî ku di Komkujiya Sêwasê ya 2’ê Tirmeha 1993’an de jiyana xwe ji dest da belgeyên şênber ê tiştên hat jiyankirin e. Rojnivîsên ku bûn belgefîlm ji bo tiştên hatin jiyankirin neyê jibîrkirin bîrekî ava dike.

  • Jinên karker ên li dijî kapîtalîzmê têdikoşin dê li qadan bêjin ‘Jin Jiyan Azadî’ 

    Karkerên ku li dijî kapîtalîzmê têkoşînê didomînin, ji bo azadiya hemû cîhanê li qadan in. Di vê sala ku dirûşma “Jin jiyan azadî” li her derê bilind dibe de dê jin bi dengekî bilind daxwazên xwe bînin ziman.

  • Ji Danezana Mafên Jinan heta Hevpeymana Civakî ya Rojava: 8’ê Adarê 

    Ji Olympe De Gouges a li Fransayê Danezana Mafên Jinan nivîsand, heta Peymana Civakî ya ku di nava pergala Şoreşa Rojava de hat îmzekirin; jin bi têkoşîna xwe her tişt ji nû ve ava dikin û mîrasa 8’ê Adarê bi têkoşîn û berxwedanê dihûnin.