Nivîskarek ji serdema ronakbîriyê: Îtidal Rafaa û rêwîtiya wê ya afirîner

Îtidal Rafaa yek ji nivîskarên herî girîng ên çîrokên kurt li Sûriyeyê derketiye holê; di tevahiya rêwîtiya xwe ya wêjeyî de, wê perspektîfek mirovî ya kûr li ser pirsgirêkên jinan û civakê pêşkêş kiriye.

Navenda Nûçeyan – Nivîskara Sûriyeyî Îtidal Rafaa, mîna yek ji dengên jinan ên pêşeng di wêjeya erebî ya nûjen de tê hesibandin. Wê bi şêwaza xwe ya ku helbest û realîzmê bi hev re dike yek, di warê çîrokên kurt de şopek cuda hiştiye.

Berhemên wê di wêjeya Sûriyeyê de bîreke afirandiye

Ew bi wêrekî di çareserkirina pirsgirêkên jinan û civakî de û bi şiyana xwe ya veguherandina hûrguliyên rojane bo dîmenên vegotinê yên zindî tê nasîn. Kariyera wê, ji rojnamegeriyê bigire heya nivîsandina afirîner, berhemên wê di wêjeya Suriyeyê de bîreke afirandiye.

Di sala 1937’an de li Bajarê Lubnanê ya bi navê Aleyh hatiye dinê. Zarokatiya xwe li Şamê derbas kiriye. Li vê derê yekem şopên kesayetiya wêjeyî têşe digre. Ji temenê biçûk ve, wê xwendinê wek cîhanek taybet didît ku ew dikare ji qelebalixa jiyana rojane bireve. Ev yek jî bûye sedem ku di demên pêş de ji bo vîzyona wê ya fikrî û ji bo riya wê ya afirandinê beşdarbûnek bi hêz pêk bê.

Di gelek rojname û kovarên Sûriyeyê û Erebî de xebitiye

Ew di 18 hsaliya xwe de zewicî; her çend ev zewaca zû jiyaneke aram jê re anîbe jî, wê karî vê serdemê veguherîne qadeke ji bo raman û nivîsandinê. Piştre wê perwerdehiya xwe domand û ji Zanîngeha Şamê lîsansa dîrokê wergirt. Bi vî awayî, wê dest bi jiyana xwe ya pîşeyî kir, di warên mamostetî, rojnamegerî û lêkolînên çandî de xebitî. Di gelek rojname û kovarên Sûriyeyê û Erebî de xebitiye. Ezmûna wê ya rojnamegeriyê şiyana wê ya girtina hûrguliyên rojane û veguherandina wan ji bo materyalên vegotinê yên zindî bipêş xist. Ezmûna wê ya edebî bi îroniyeke nazik, zimanek sade û şêwazekî tund û helbestî ku xwedî kûrahiyek mirovî ya cuda ye, tê xuyakirin.

Berhemên wê mijarên wekî pirsgirêkên jinan, bîr, şer û xerîbbûna hundurîn vedibêjin. Di nav berhemên wê yên herî navdar de ev hene:

Penceşêr bû sedema nivîsandina pirtûka dawî

 Bajarê Îskender (1980), Jinek ji Komstêrka Beran (1986), Sifir (1988), Beyrut Hemû Bajar: Şehrezad Hemû Jin (1989), Roja ku Zeynep Reviya (1996), Koçberiya Qazan (1998), Alfabeya Bîranînê (2000) û Çavikên Şor (2013).

Ji sala 1990’an û pê ve, wê şerekî dirêj bi penceşêrê re kir; ev pêvajo bû sedema nivîsandina romana xwe ya dawî, "Hevala Min a Penceşêr", ku ew nekarî temam bike. Di salên xwe yên dawî de, ew li "Mala Lênêrîna Extiyarana Dar es-Saade" li Şamê jiya, jiyaneke tenê derbas kir û xwe da xwendinê.

Îtidal Rafaa di 9’ê Tebaxa 2018’an de, di 81 saliya xwe de koça dawî kir. Wê, mîrateyek wêjeyî ya girîng di nivîsandina çîrokên kurt ên Sûrî yên nûjen de û temsîliyeteke bihêz a dengê jinê di wêjeya Erebî de li pey xwe hişt.