Strana Rojê: Koma Naya

Koma muzîkê ya jinan Naya ku di sala 2011'an de bi pêşengiya Dr. Rola Jaradat hatî sazkirin, armanc dikin ku muzîkên erebî yên kevneşop nûjen bikin.

Fikira damezrandina yekemîn koma muzîkê ya jinên Urdinê 'Naya', di sala 2011'an de bi pêşengiya Dr. Rola Jaradat û Wezareta Çandê hate sazkirin. Kom armanc dike muzîka kevneşopî û klasîk ya Erebî bi rengek nûjen bidin nasandin û zindî bihêlin. Di koma 'Naya' de 10 jinên ciwan hene û her yek xwedî rolek cuda ye.
Navê 'Naya' di Erebî de wateya bilûrê ye, di zimanê Hindî de wateya serok û di zimanê aramî de tê wateya xezal û hemî wate sembola jinê ye ku tê de berzbûnek heye.
Kom Naya heta niha beşdarî gelek konseran bûye, her wiha baldariya nifşên nû dike hedef, ji ber ku stranên kevneşopî peyvek dilsoz û awazeke mezin tê de heye ku divê bê parastin û ji nifşan re were veguheztin.