Li Nepalê kevneşopiya ku jinan di heyama reglê de îzole dike

Li Nepalê, tevî ku bi salane kevneşopiya "Chhaupadi" ya jinan neçar dike ku di heyama reglê û piştî zayînê de ji malên xwe dûr di stargehên netenduristî de bijîn hatiye qedexekirin jî, bi taybetî li deverên gundewarî yên rojavayê welat, berdewam dike.

Navenda Nûçeyan – Li hinek deverên Nepalê, jin ji ber ku di heyamên reglê û piştî zayînê de ji aliyê civakê  ve wekî "qirêjî" tên qebûl kirin, ji malên xwe tên derxistin. Jinên ku ji bo stargehên demkî yên bi navê Chhau Goth tên şandin, neçar dimînin ku bi rojan an jî bi hefteyan di şert û mercên netendurist de bijîn.

Di vê heyamê nahêlin ku jin dest bidin xwarinê, sembolên olî, ajal û mêran jî. Jinên ku di stargehên dûrî malên xwe de bi pirî caran bê hewa û ewlehiya têrkêr dijîn, bi xetereyên cidî yên tenduristî û ewlehiyê re rûbirû dimînin.

Jin jiyana xwe ji dest didin

Hinek jin û zarokên keç ên rastî pêkanîna Chhaupadi tên, di stargehan de jiyana xwe ji dest dane. Parêzvanên mafên mirovan, destnîşan dikin ku dibe bûyerên tên zanîn, tenê aliyê xuya yê vê karesatê bin.  Tê diyarkirin dibe ku mirinên din ên di şert û mercên wekhev de hatine jiyîn, lê ji rayedaran re nehatine ragihandin hebin. Tenê hiştina jinan a di van stargehan de, wan ne tenê dike nav pirsgirêkên tenduristiyê, di heman demê de wan dike ber tundiya zayendî û gefên din ên ewlehiyê jî.

Tevî qedexeyan jî tê sepandin

Hikûmeta Nepalê, di sala 2005’an de pêkanîna Chhaupadi qedexe kir. Ji ber berdewamiya pêkanînê, di sala 2017’an de qanûnek nû ku Chhaupadî wekî sûc dihesibîne, hate derxistin.

Lê belê, tevî rêziknameyên qanûnî jî, ev kevneşopî bi taybetî li herêmên rojavayî yên navendî û rojavayê dûr ê Nepalê, berdewam dike. Tê ragihandin ku li deverên gundewarî yên rojavayê welat, gelek jin hê jî di dema reglê de ji malên xwe tên derxistin û di stargehên bi navê Chhau Goth de tên ragirtin.

Parêzvanên mafên jinan, destnîşan dikin ku tenê derxistina qanûnan têr nake û ji bo rakirina vê pêkanînê hewceyî bilindkirina hişmendiya civakî ya li deverên gundewarî û mîsogerkirina gihîştina jinan a ji bo şert û mercên jiyanê yên bi ewle ye.