Strana Rojê: Ji dengê Delîla ‘Zîlan’
Ji navên sembola xeta azadiya jina Kurd Zeyneb Kinacî (Zîlan) di 29’yemîn salvegera şahadeta wê de em bi rêzdarî û minet bi bîrtînin, ji dengê Şehîd Delîla Meyaser strana ‘Zîlan’ bi were parve dikin.
Zeyneb Kinacî di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsimê çalakiya fedayî kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû: “Çalakiya ku Zîlan kiriye ez derbas kirim. Ji niha pêde encaq dikarim bibim mîlîtan û şopdarê Zîlanê.” Çalakiya Zîlan kêlî û mekan derbas kir, vegeriya meşaleyek ku riya jinan ronî dike. Ev meşaleya ku ji destan giha destan, îro ên li pey mane mîrasa Zîlan dihilgirin, vedigerin destanên nû.
Weke Strana Rojê ji dengê bê hempa yê Delîla Meyaser (Şenya Guçer) ku di 24’ê Tebaxa 2007’an de li navçeya Qileban Şirnexê jiyana xwe ji dest dayî, strana wê ya bi navê ‘Zîlan’ em bi were parve dikin.