Li dijî ji bîrkirinê: Şîva sembolîk a jinên ku dîrokê guherandin
Pêşenga hunera femînîst Judy Chicago, bi berhema xwe ya navdar "The Dinner Party" balê dikşîne ser ked û destkeftiyên jinên ku di dîrokê de hatine paşguhkirin û bi sedsalan ji mafên xwe bêpar mane.
Navenda Nûçeyan – Di seranserê dîrokê de, têgehên wekî "jêhatî" û "bi awayekî awarte jêhatî" di hunerê de bi piranî bi hunermendên mêr ve girêdayî ne. Ji aliyekî din ve, hunermendên jin neçar mane ji hevpîşeyên xwe yên mêr pir zêdetir têbikoşin da ku karên xwe qebûl bikin û xuya bikin. Judy Chicago, pêşenga hunera femînîst, bi The Dinner Party, ku yek ji girîngtirîn berhemên femînîst di dîroka hunerê de tê hesibandin, bersiva vê newekheviyê da.
Sifreyeke sembolîk ji bo jinên ku mohra xwe li dîrokê dane
Ev berhema ku di navbera salên 1974 û 1979’an de hatiye afirandin, encama hewldanên pênc salan e û niha bi awayekî daîmî li Navenda Hunerê ya Femînîst a Elizabeth A. Sackler li Muzexaneya Brooklynê tê pêşandan. Xebata Chicagoyê jinan destkeftî û beşdariyên wan di seranserê dîrokê de hatine paşguhkirin, tîne navenda hunerê. Xala destpêkê ya xebatê li ser ramana rêzgirtina jinan e ku bi sedsalan e bi amadekirina xwarinê û danîna sifreyê ji bo mêran ve girêdayî ne, li ser maseyek şîvê ya bi navê xwe. Bi organîzekirina şîveke sembolîk, Chicago jinên ku mohra xwe li dîrokê dane lê destkeftiyên wan hatine paşguhkirin, wekî mêvanên rûmetdar li ser vê maseyê tîne cem hev.
Çîroka 999 jinên navdar û "Qata Mîratê"
Maseya mezin û sêgoşeyî li ser bingehek seramîk a bi navê "Qata Mîratê" hatiye danîn. Her sê aliyên maseyê ji bo 13 jinan hatine rêzkirin. Ji her mêvanek re seteke şîvê ya taybet tê pêşkêşkirin ku ji qedehek zêrkirî, çetel, kêr, kevçî, tebeqek porselen û sermaseyek bi nexş pêk tê. 39 jinên li dora maseyê jinên ku di serdem û warên cuda de rolên girîng lîstine temsîl dikin. Her wiha berhema hunerî "Qata Mîratê" jî nîşan dide ku bi awayekî sembolîk bi tevahî 999 jinan ku di dîrokê de hatine zanîn an jibîrkirin, bi bîr tîne.
Baskê yekem ê tabloyê ji bo temsîlên jinan di dîroka hebûn û mîtolojiyê de hatiye veqetandin. Ev beş jinên wekî Dayîka Erdê, xwedawendên bereketê, xwedawenda berhemdariyê ya Babîlî Îştar, xwedawenda enerjiya herheyî ya Hindû Kalî, xwedawenda aqilmendiyê Sofya, Amazon, Judith ku bi serjêkirina generalê Asûrî Holofernes Îsraêliyan xilas kir û helbestvana Yewnanî Sappho vedihewîne. Baskê duyem jinên ku di warên wekî huner, wêje, bijîşkî û şer de serketî ne nîşan dide, di heman demê de baskê sêyem ji bo jinên ku di têkoşîna mafên jinan, mafên destûrî û nasnameyê de rolên girîng lîstine hatiye veqetandin.
Veguherîna têgeha "jina qels û pasîf" bi hunerê
Armanca "Dinner Party" ne tenê bîranîna jinên ku di dîrokê de hatine jibîrkirin e, di heman demê de pirsyarkirina cihê jinan di nava kevneşopiyên ramana baviksalar, ziman û vegotinên olî de jî dike. Hunermendên ji Chicago û yên di nav tevgera hunerî ya femînîst de armanc kirin ku bi riya xebatên xwe hişyariyê li ser xuyabûna dîrokî û çandî ya jinan di civakê de biafirînin. Eleqeya zêde ya ku di dema pêşangeha xwe ya destpêkê de wergirt bandora wê nîşan da. Di sê mehên xwe de ji hêla zêdetirî sed hezar kesan ve hate ziyaret kirin, "Dinner Party" paşê li welat û bajarên cûrbecûr hate pêşandan û gihîşt bi milyonan temaşevanan.
Xebata Judy Chicago pêwîstiya dîtina jinan ne tenê wekî mijarên hunerê, di heman demê de wekî damezrîner û aktorên dîroka hunerê jî destnîşan dike. Bi saya qada ku ji hêla hunera femînîst ve hatiye vekirin, hunermendên jin derfet dîtine ku li ser stereotîpên ji hêla gotara baviksalar ve li ser wan hatine ferzkirin bipirsin, veguherînin û bi azadî nîqaş bikin. Zêdebûna xuyabûna jinan di dîroka hunerê de rê li ber pirsa temsîla "jinên qels û pasîf" vekiriye ku bi sedsalan hatiye hilberandin. Şîva Dinner Party yek ji sembolên herî bihêz û mayînde yên vê veguherînê di dîroka hunerê de dimîne.