Strana rojê: Cecîlîa Krull/My Life Is Going On

Cecîlla Krull ku bi muzîka jenerîk a ji bo rêzefîlman navê xwe da bihîstin; tenê bi strana ‘My Life Is Going On’ dengê xwe gihand 200 milyon kesên ji muzîkê hed dikin. Cecîlla Krull xwedî îdiaya nifşê muzîka cazê ye û di wî warî de xebatên xwe yên muzîkê bi lezgînî didomîne. Jixwe bi jiyana xwe ya muzîkê ya ku ji 7 saliya xwe ve dest pê kiriye, vê yekê heq dike. Hunermenda ciwan di malbateke muzîsyen de hatiye dinyayê û heta niha li parzemînên cuda yên cîhanê derketiye ser dikê. Bi dengê xwe yê bi hêz û şîroveya xwe balê dikşîne hem gotinên stranan dinivîsîne hem jî muzîka wan bi xwe çêdike. Her wiha gotin û muzîka strana ‘Going On’ jî ên Cecilia Krull in.