Mîrata Gabriela Silang di têkoşîna jinên Fîlîpînî de dijî

Berxwedana Gabrîela Sîlang, yek ji kesayetên sembolîk ên têkoşîna serxwebûnê ya li Fîlîpînê li dijî kolonyalîzma Spanyayê, îro jî bi rêya rêxistina jinan a GABRIELA ku navê wê li xwe dike, li dijî emperyalîzm û zîhniyeta baviksalar berdewam dike.

Navenda Nûçeyan – Gabrîela Sîlang, kesayetiyeke pêşeng di têkoşîna serxwebûnê ya Fîlîpînan de li dijî kolonyalîzmê, heta piştî sedsalan jî semboleke girîng a berxwedana jinan dimîne. Di 20’ê Îlona 1763’an de, ligel 100 hevalên xwe dema ku li dijî kolonyalîzma Spanyayê şer dikir, hat darvekirin. Îro bi riya rêxistina jinan ya bi navê GABRIELA, mîrateya wê tê jiyîn.

Li herêmên ku pir caran ji hêla vegotina dîrokî ya ku ji hêla mêran ve serdest ve têne paşguh kirin, çîrokên bihêz ên berxwedana jinan hene. Gabrîela Sîlang, şervana serxwebûnê ya welatê giravî yê Başûrê Asyayê Fîlîpînan, ne tenê ji bo gelê xwe, lê di heman demê de ji bo jinên li deverên cûda yên cîhanê jî bûye sembola têkoşîn û azadiyê.

Bi sedsalan e, gelê Fîlîpînî, di bin desthilatdariya kolonyalîst a Spanyayê de dijiya, bi bacên giran, îstismara karker û zordariyê re rû bi rû maye. Lêbelê, gelê xwecihî teslîmî vê pergala kolonyalîst nebû û bi dehan serhildanên çekdarî organîze kir. Gabrîela Sîlang yek ji kesayetên herî girîng ên van tevgerên berxwedanê bû.

Gabrîela, ku di sala 1731’an de li herêma Santa ji dayik bû, ji hêla malbata xwe ve bi bazirganek pîr re hate zewicandin, lê ew demek kurt piştî wê mir. Bi hilbijartina zewaca xwe ya duyemîn, Gabrîela tevlî tevgera serxwebûnê ya ku ji hêla mêrê xwe yê duyemîn, Diego Sîlang ve hatî destpêkirin bû û perwerdehiya leşkerî wergirt. Diego Sîlang di sala 1761’an de ji hêla Spanyolan ve tê kuştin û Gabrîela serokatiya berxwedanê girt ser xwe û zû piştgiriyek berfireh a gel bi dest xist. Fîlîpînî navê "Henerala" lê kirin, ku tê wateya “Jina General.”

Gabrîela Sîlang bi karanîna taktîkên şerê gerîla pêşengiya têkoşîna li dijî desthilatdariya kolonyalîst kir. Berxwedana wê, bi taybetî li Çiyayên Abra, bû sembola tevgera serxwebûna Fîlîpînê. Lêbelê, Gabrîela ji aliyê hêzên Spanyayê ve hate girtin û ligel hevalên xwe bi eşkereyî hate darvekirin. Wê demê ew 32 salî bû.

Her çend cihê cenazeyên wê heta îro nayê zanîn jî, berxwedana Gabrîela di bîra gelê Fîlîpînê de dijî. Welatê Filîpînê di dawiyê de piştî salên serhildanan di sala 1898’an de serxwebûn bi dest xist.

Rêxistina GABRIELA hate damezrandin

Mîrata Gabrîela bi xurtî berdewam kir, bi taybetî di nav tevgera jinan de. Di sala 1984’an de, jinên Fîlîpînî hevpeymaniya jinan a GABRIELA, ku navê wê li ser hatiye danîn, damezrandin. Îro, GABRIELA, ku yek ji mezintirîn rêxistinên jinan ên cîhanê tê hesibandin, li dijî emperyalîzmê, pergala baviksalar, tundûya li dijî jinan û cudakariyê şer dike.

Di demekê de ku rêxistin xebata xwe ya ji bo rizgarkirina jinan ji bindestiya aborî û siyasî, tundûya cinsî û newekheviyê didomîne, gelek çalakvanên jin li Fîlîpînê jî bi zext û girtinan re rû bi rû dimînin. Tevî vê yekê, ruhê serhildan û berxwedanê yê Gabrîela Sîlang di têkoşîna jinên Fîlîpînî de dijî.