Portreya Rojê: Behîce Boran
Li vê cîhana ku dê krîzên mezin lê rûbidana, wê piştî salan fam kiribû ku dê ev krîz kesayetiya wê ava bikin. Behîce Boran di 1’ê Gulana 1910’an de li Bursayê hat dinyayê. Behîce Sadik Boran yekemîn civaknasa jin a li Tirkiyeyê ye, di dîroka fermî ya siyasî ya Tirkiyeyê de yekemîn seroka partiya siyasî ya jin e û wek fermî yekemîn parlamentera jin a sosyalîst bû. Bi nasnameya xwe ya akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar, civaknas û sosyalîst mîsyoneke pêşeng hilgirt.
Xwendina xwe ya navîn li Koleja Keçan a Amerîkayê ya li Arnavutkoyê xilas kir. Li ser pêşniyara mamosteya wê, Zanîngeha Michigan a Amerîkayê bûrsek jê re teklîf kir, wê jî ev yek qebûl kir. Li zanîngeha Michiganê doktoraya civaknasiyê qedand û di sala 1939’an de vegeriya Tirkiyeyê. Piştî ku vegeriya li Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê ya li Zanîngeha Enqereyê (DTCF) ji bo beşa civaknasiyê wek doçent hat tayînkirin.
Bi nivîsandinê re pêvajoyên dozan dest pê kirin
Di sala 1941’ê de bi komek hevalên xwe re dest bi weşana kovarên "Yurt ve Dunya" û "Adimlar" kir lê belê kovar piştî sê salan bi biryara lijneya wezîran hatin girtin. Ji ber nivîseke wê ya ku di kovara 'Goruşler' hat weşandin, li gel 3 hevalên xwe yên erkdarên hîndekariyê der barê wê de lêpirsîn hat vekirin. Ji erka xwe ya li zanîngehê hat dûrxistin. Behîce Boran û hevalên wê dozê birin Dadgeha Bilind û bi serkeftinê vegeriyan erkên xwe yên li zanîngehê. Lê doza der barê wan de bi dawî nebû. Ji nû ve doz hat vekirin û vê carê hat xwestin ku kadrotiya Behîce Boran a li zanîngehê were rakirin.
15 meh ceza girt
Di sala 1950’an de Komeleya Aştîxwazên Tirkiyeyê ava kir û serokatiya komeleyê kir. Piştî salekê ji ber ku helwesta komeleyê ya şandina leşkeran a ji bo Koreyê rexne kir, 15 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ev ceza, di heman de jî dihat wateya dûrxistina wê ya ji endamtiya hîndekariya li zanîngehê. Piştre lêpirsîn û dozên ku hatin vekirin li pey hev hatin.
Di kongreya yekemîn de bû Sekretera Giştî yê TÎP'ê
Di Îlona 1953’an de, ji ber lêpirsîna ‘Partiya Komunîst a Tirkiyeyê’ ku di sala 1951’ê de hatibû destpêkirin hat girtin û salek şûnde hat berdan. Di sala 1962’an de bû endamê Partiya Karkerên Tirkiyeyê. Di kongreya yekem de ji bo erkên wek endama desteya giştî ya rêveber û desteya rêveberiya navendî û di sala 1969’an de jî wek sekretera giştî hat hilbijartin. Behîce Boran ragihand ku serokê partiyê Mehmet Alî Aybar 'ji sosyalîzma zanistî dûr ketiye' û ji bo ku wî ji serokatiyê dûr bixe kampanya da destpêkirin. Dema ku Mehmet Alî Aybar di Kongreya 3’emîn de careke din wek serokê giştî hat hilbijartin, TÎP di pratîkê de ket rewşeke du serî. Di vê pêvajoyê de dest bi weşandina kovara Emek kir.
Serokatiya partiyê
Mehmet Alî Aybar di sala 1970'an de di Kongreya 4'emîn a partiyê de hat tasfiyekirin. Behîce Boran ji bo serokatiya giştî ya TÎP'ê hat hilbijartin. TÎP bi darbeya 12'ê Adara 1971'ê hat girtin. Behîce Boran jî ji aliyê Dadgeha rêveberiya awarte ve hat girtin û 15 sal cezayê girtîgehê yê giran lê hat birîn. Behîce Boran a ku çend sal di girtîgehê de ma û derket, di Nîsana 1975'an de TÎP'a duyemîn ava kir. Boran di 1'ê Gulana 1979'an de li Stenbolê ji bo qedexeya 1'ê Gulanê û qedexeya derketina derve ya ku bi qanûna leşkerî hatibû îlankirin şermezar bike, bi rêveber û endamên partiyê re li Merterê çalakî li dar xist, dîsa hat girtin û cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Li sirgûnê jiyana xwe ji dest da
Bi darbeya 12’ê Îlona 1980’yan partî dîsa hat girtin. Behîce Boran a ku piştî darbeyê demeke kin di hepsa malê de hat girtin, piştrê çû derveyê welat û jiyana xwe li sirgûnê berdewam kir. Di hevpeyvînek xwe de, wiha digot: "Dema ku min dest bi van karan kir, her tiştî fikirî bûm. Ketina girtigehê, zilmê fikirî bûm lê qet nehatibû bîra min ku ez ê di vî temenî de li welatekî xerîb sîrgûniyê bijîm.” Di 10’ê Cotmeha 1987’an de li Brukselê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê ya anîn Tirkiyeyê li Goristana Zincirlikuyuyê hat definkirin.