Portreya Rojê: "Şîlanê bi temenê xwe yê biçûk hizrên mezin afirand"

Fatma Hebeş dayika şehîd Şîlan Kobanê di salvegera 17'emîn a şehadeta wê de ew bi bîr anî û got: "Şîlanê ji bo jinên Rojavayê Kurdistanê mîrasek ji têkoşînê li pey xwe hişt. Têkoşer Şîlan li dijî hişmendiya rejîma Baasê ya zordar, şovenîst, dîktator û desthilatdar xeta azadî, berxwedan û têkoşînê hilbijart. Em jî bi hemû hêza xwe li pey xeta wê ne da ku têkoşîna wê bilindtir bikin û xeyalên wê bi cih bînin."

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Şîlan Kobanê bi nasnav Meysa Baqî di 1971`ê de li gundê Kor Elî yê Rojavayê Kantona Kobanê ji dayik bû. Şîlan zaroka yekem a malbata xwe ye ku 4 xwişk û 4 birayên wê hene. Malbata Meysa Baqî ji bo şert û mercên aborî di dema ku temenê wê 5 salî bû çûn bajarê Helebê û li wir bi cih bûn. Malbata Şîlanê xwedî taybetmendiyên welatparêziyê bû ku yek ji malbatên despêkê yên piştgiriya bi tevgera azadiya Kurdistanê re li Sûriyeyê kirin. Ji ber vê Meysa di 9 saliya xwe de (1980) tevgerê nas dike. Li ser vê bingehê Meysa di biçûkaniya xwe de beşdarî çalakiyên hunerî dibe û bi hevalên xwe re koma Agirî ava dikin. Dema Meysa dibistana seretayî dixwend bi hinceta ku beşdarî çalakiyên cejna Newrozê bûye, ji aliyê rejîma Beasê ve di 1978`an de tê girtin. Ji ber vê rêveberiya dibistanê ew di wê salê de bi bin dixe. Piştî ku Meysa dibistana amadehî bi dawî dike di Tebaxa 1988`an de bi çar hevalên xwe re beşdarî tevgera azadiya Kurdistanê dibe. Dema ku Şîlan derbasî Lubnanê dibû ji aliyê dewleta Lubnanê ve tê girtin û du mehan di girtîgehê de dimîne.
Şîlan bi cesareteke bê sînor dixebitî
Piştre Meysa beşdarî perwerdeya akademiya Mehsûm Korkmaz dibe û navê xwe dike Şîlan. Şîlan li Akademiyê di radyoyê de û di beşa Erebî de dixebite. Meysa dixwest cihê xwe di qadên leşkerî de bigre lê piştî ku perwerdeyê bi dawî dike dest bi kar û xebatên rêxistinî li Lubanê dike. Piştî demekê Şîlan di dawiya 1989`an de careke din vedigere Akademiya Mehsûm Korkmaz. Şîlan di perwerdeyê de xwe di hemû aliyên jiyanê de bi pêş dixe û di 19 saliya xwe de dema berê xwe dide çiyayên Kurdistanê rastî gelek kemînan tê, ji ber vê neçar dimîne ku vegere akademiyê. Piştre Şîlan bi komek hevalên xwe re derbasî çiyayên Heftanînê yên Başûrê Kurdistanê dibe û ji wê derê ji bo fermandariya Botanê tê peywirdarkirin. Piştî ku Şîlan demekê bi perwerdekirina şervanên jin ên nû tevli dibûn re mijûl dibû, di konfransa 1991`ê de derbasî qada çapeneniyê dibe. Ji ber vê Şîlan li rex çêkirina kovaran weke nûçegihaneke şer jî xebitî. Piştre di konfransa Yekitiya azadiya jinên Kurdistanê de di sala 1995`an de Şîlan weke endama komîteya navendî ya YAJK`ê hat hilbijartin.
Şîlan bênavber dixebitî
Di sala 1997`an de Şîlan derbasî bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê dibe û dest bi xebatên rêxistinî dike. Bi avakirina Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê di Adara 1999`an de ku wê demê bi navê Partiya Jinên Azad xebat dikir, Şîlan cihê xwe di rêveberiya Partiyê de digre. Di sala 2003`an de Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ava dibe û Şîlan weke endama komîteya navendî tê hilbijartin. Li ser vê bingehê Şîlan berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dest bi xebatên rêxstinî û siyasî dike. Lê îstîxbaratên rejîma Beasê bi pey Şîlanê dikevin da ku wê bigrin û karê wê rawestînin, ji ber vê ew derbasî bajarê Mûsilê yê Iraqê dibe û heman xebatan dide meşandin. Di 29`ê Mijdara 2004`an de dema ku Şîlanê kar û xebatên xwe di navbera Iraq û Sûriyeyê dikir di encama kemîneke hevbeş a di navbera rejîma Beasê û dewleta tirk de bi hevalên xwe Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl re li Mûsilê jiyana xwe ji dest didin. Bi munasebeta 17'emîn salvegera şehîd Şîlan Kobanê, dayika wê Fatma Hebeş behsa zarokatî, taybetmendî, berxwedanî û şehadeta wê kir.
"Şîlanê di temenekî biçûk de dest bi karê rêxistinî kir"
Fatma di destpêkê de behsa zarokatî û kesayeta Şîlanê kir û got ku li gorî temenê xwe lê hizrên wê mezin bûn, bi lez û bez xwe bi pêş xist û wiha domand: "Destpêkê em li Kobanê bûn, başê em ji ber rewşa aborî derbasî bajarê Helebê bûn. Dema ku Şîlan derbasî dibistanê bû, gelek astengî û zehmetî kişandin, dema ku zivistan dihat bavê wê ew bi tiraktorê dibir û dianî dibistanê. Her kesê ji Şîlanê hez dikir. Hezkirina xwe kiribû dilê her kesê. Bi jinan re jin bû, bi zarokan re zarok bû, piştî em derbasî Helebê bûn, dubare refa yekemîn xwend, ji ber ku dema li Kobanê bû, asta wê navîn bû. Di dibistana Helebê de Şîlan bû yekemîn. Şîlanê ji xwişk, bira, cîran û heval û karê xwe hez dikir. Paşê êdî me partî nas kir, bi naskirina partiyê re Şîlan roj bi roj nêzî wan dibû, bi wan re dixebitî, wê demê temenê wê 11 salî bû, heval bi Şîlanê şa dibûn, ji ber ku wê xwarin ji wan re dibir. Bi saya wan Şîlan fêrî zimanê Kurdî bû, Şîlanê di hundirê dibistinê de tîpên Kurdî fêrî şagirtan dikir. Paşê Şîlan 6 mehan derbasî perwerdeyê bû, piştî wê dest bi xebatên rêxistinî kir û dest ji xwendinê berda, ji ber ku rejîmê dizanibû Şîlan bi tevgerê re kar dike. Ji ber xebatên rêxistinî û siyasî hat binçavkirin û îşkence lê kirin."
Li hemberî hişmendiyê têdikoşiya
Fatma di berdewamiya axaftina xwe de behsa têkoşîna Şîlanê kir û wiha domand: "Şîlan bi meraq bû, zîrek bû, ji bo vê jî yekser fêrî kar dibû. Rast e gelek zehmetî hebûn lê li beramberî wan zehmetî û astengiyan dest ji têkoşîna xwe berneda, berovajî wê têkoşîna xwe domand. Şîlan bi temenê biçûk civîn ji gel re li dar dixistin, carekê li derdora 40-50 kes kom bûbûn, ji bo ku civîn ji wan re bê lidarxistin, her kes ecêb ma ku wê kî civînê li dar bixe, ji ber ku Şîlan biçûk bû her kesê şoq derbas kir ku ev keçika biçûk dê civînê bi rê ve bibe. Hişmendiya rejîma Beasê ku li dijî jinan dida meşandin, Şîlanê jî têkoşîna li hemberî wê pergalê dikir. Her çiqa Şîlan hatibe binçavkirin jî dîsa Şîlan li ser xeta xwe dima, tu carî neditirsiya. Şîlan ji bo jinên Rojavayê Kurdistanê berxwedaniyek da meşandin, bi hezaran kesan riya wê şopandin, gelek kesan jî navê wê li keçikên xwe kirin, ev jî dide diyarkirin ku têkoşîna Şîlanê hê jî didome. Bi saya fedakarên weke Şîlanê îro xeta jinên azad li pêş e û xwe gihandine asteke bilind. Ji bo vê jî em wek jinên ji Kobanê ku Şîlan jî keçeke ji Kobanê ye, li pey wê şopê bin xeyalên Şîlanê em ê pêk bînin."