Nîsana 1945: Têkoşîna ji bo mafê dengdana jinan li Fransayê

Piştî têkoşîna salan, jinên li Fransayê di dawiyê de di Nîsana 1945’an de di hilbijartinên şaredariyê de karîbûn deng bidin; ev dîrok bû sembola gavên biryardar ber bi mafên jinan ve.

Navenda Nûçeyan – Di seranserê dîrokê de bidestxistina mafên siyasî yên wekhev ji hêla jinan ve têkoşînek dirêj û dijwar hewce kiriye. Li gelek welatên cîhanê, jinan ji bo mafê dengdanê meşiyan, xwepêşandan organîze kirin û di dema van tevgeran de bi destwerdana polîsan, girtin, tinaz û heta tundî û komkujiyan re rûbirû man.

Li Fransayê ev maf heta nîvê sedsala 20’an nehatibû bidestxistin. Li gorî guhertineke qanûnî ya 4’ê Cotmeha 1944’an, jinên Fransî mafê dengdan û hilbijartinê bi dest xistin, lê ew nekarîn vê mafê xwe di pratîkê de heta 29’ê Nîsana 1945’an di hilbijartinên şaredariyê de, bi kar bînin.

Mary Wollstonecraft di dîroka mafên jinan de kesayetiyek girîng e. Di nameyekê de ku wê di sala 1792’an de ji siyasetmedarê Fransî Talleyrand re nivîsandiye, wê rexne li nehiştina mafên jinan ji destûra nû ya ku di sala 1791’an de hatiye pejirandin girtiye. Wê dûrxistina jinan ji rêveberiya dewletê wekî "rewşek nefam" bi nav kir û di pirtûka xwe ya bi navê "Parastina Mafên Jinan" de li ser van ramanan rawestiya.

Nîsan, wek salvegera roja ku jinên Fransî yekem car mafê xwe yê dengdanê bi kar anîne, wek bîranînek ji têkoşîna dijwar a ku di seranserê dîrokê de berdewam kiriye xizmet dike û nîşan dide ku rêwîtiya ber bi wekheviyê ve hîn jî berdewam dike.