Moolaadé: Çîroka jinên ku li dijî sinetkirina jinan li ber xwe didin

“Moolaadé”, ne tenê fîlmekî wiha ye ku encamên sinetkirina jinan vedibêje; di heman demê de wekî berhemeke ku hêza piştevanî, wêrekî û têkoşîna kolektîf nîşan dide, derdikeve pêş.

Navenda Nûçeyan – Fîlmê bi navê “Moolaadé” yê ku di sala 2004’an de ji aliyê nivîskar û derhênerê Senegalî Ousmane Sembene ve hatiye çêkirin, têkoşîna li dijî pratîka sinetkirina jinan bi rêya çîrokeke bibandor vedibêje. Fîlmê ku li gundê Djerisso yê Burkina Faso’yê hatiye kişandin, piştevaniya jinên ku di bin siya rîtuel û edetan de dijîn û hewldana wan a ji bo afirandina guhertinê dixe navenda çîroka xwe.

Fîlm bi çar keçan dest pê dike, ku naxwazin bên sinetkirin û xwe tavêjin li mala jinek bi navê Colle ku li gund dijî. Kolle, ya ku biryar dide zarokan biparêze, mafê parastinê yê kevneşopî yê ku jê re “Moolaadé” tê gotin bikar tîne û rê li ber birina wan a bi zorê digire. Ji ber ku gelê gund bawer dike ku xerakirina vê rîtuela parastinê dê bêsiûdî û karesatê bîne, ji lewra di destpêkê de nikarin dest bidin zarokan.

Li dijî serhildan û berxwedanê bertekên kevneşopiyê

Ev helwesta Kolle, ji aliyê mezinên gund û wan jinên ku pratîka sinetkirinê didomînin ve bi bertekan tê pêşwazîkirin. Gava ku ji bo Kolle ji biryara xwe vegerînin zextên giran li ser wê tên kirin, bi demê re kontrol û zexta mêrên gund a li ser jinan jî zêde dibe. Tevî her tiştî, Kolle gavan paşde navêje. Ev bûyerên ku diqewimin, dibin sedem ku jinên din ên gund jî vê rewşê bipirsin.

Jin dikarin rê li ber guhertinê vekin

Mirina keçeke ciwan ku hatibû revandin û rastî sinetkirinê hatibû, bi taybetî jinan biryardaye ku bêdeng nemînin. Ev jin, ku bi hev re dixebitin, dest bi tevgerên kolektîf dikin da ku dawî li vê pêkanînê bînin.

“Moolaadé”, ne tenê fîlmekî wiha ye ku encamên sinetkirina jinan vedibêje; di heman demê de wekî berhemeke ku hêza piştevanî, wêrekî û têkoşîna kolektîf nîşan dide, derdikeve pêş. Fîlm bi awayekî bihêz bi bîr dixe ku di nav civakên herî girtî û kevneşopî de jî, dema jin mil bidin milê hev, dikarin rê li ber guhertinê vekin.

Îro, em dikarin bi hev re çavê xwe li vê çîroka bibandor ku berxwedan û têkoşîna azadiyê ya jinên Efrîkî vedibêje, bigerînin.