Ji Jînayê hete îro meşa azadiyê ya jinan

Serhildana ku bi qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ sînoran derbas kir. Jinan navê xwe li sedsala 21’ê nivîsandin û li seranserê cîhanê bûn dengê azadiyê.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Êş, komkujî, îşkence û darvekirin... Ev peyvên mîna ‘mifteyê’ bi taybetî di salên dawî de kurtasiya rewşa Îranê vedibêjin. Lê li hemberî vê du sal berê dîwarên tirsa mezin hilweşiyan. Jin bihêztir û bi awayekê ku her kesê bihêjînin ‘Jin Jiyan Azadî’ qîriyan. Jîna Emînî ya li Îranê jiyana xwe ji dest da, bû şitla berxwedana li tevahiya cîhanê bilind bû, bû têkoşîna hevpar.  

Di şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de ku her kes bi awayekî sosyolojîk an jî bi hemû aliyên wê hewl dide wate bide wê, pêşengiya jinan di carekê de bi pêş neket. Mirina Jîna êdî ji bo jinan ‘dilopa’ dawî bû.

Sakîne Cansiz ronahiyê dide roja me

Gotinên li ser rewşa Îranê ya Sakîne Cansiz a ji damezrînerên PKK’ê û yekem pêşenga Tevgera Jinên Kurd ku li paytexta Fransa Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de hat qetilkirin, behsa roja me dike. Ji bo famkirina jinan û Îranê divê em li hevpeyvîna Sakîne Cansiz a 4’ê Nîsana 2011’an di 3’yemîn Konferansa Yekitiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê de daye binêrin. Lewre Sakîne Cansiz ji wê dîrokê ve heya niha tiştên hatine jiyîn ronî dike.

‘Bi tena xwe gaveke azadiyê ye’

 Sakîne Cansiz a bi gotin û pratîka xwe rê nîşan dida, dibêje “Ji xeynî birdoziya azadiyê tu dostên jinan nîn e” û balê dikşîne ser têkoşîna jinan a bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê bi pêş dikeve.

“Her derketina li Rojhilat, ji Makû, Urmiye, Sine, Hewreman e, hatina her hevalek jin bi serê xwe gaveke azadiyê ye, şoreşek e. Çima? Ji ber sîstema li Rojhilat û Îranê, sîstema gelemperî li Rojhilata Navîn hinek jî di şexsê Îranê de ketiye vê rewşa heşk. Bi kevneşopiya netew dewletê rejîma ku li wê derê dîn xistiye amûra siyasî, din kiriye dewlet, netew kiriye dewlet. Her geşedana civakî, hemû nirxên civak û gelen ên aydî mirovahiyê bi zihniyeta dewletê û wê rejîmê lê temaşe kiriye. Bi rastî jî hatiye xaleke wisa ku, civakek rastiya herî zêde tarîtiya jinê lê tê jiyîn heye.”

‘Li vê derê mirovahî tune bûye’

Sakîne Cansiz diyar dike ku encex bi seknek rêxistinkirî ya jinan bersiv bidin dewleta Îranê û beriya 12 salan weke îro cezayên darvekirinê dinirxîne û wiha didomîne:

“Bifikirin, ruhê sîstemek wiha çawa ye? Di sîstemek wiha de ruhê zarokan, ruhê mêr çawa ye? Wê di van mêran de mirovahî bimîne, hezkirin bimîne, hest bimîne? Tiştek namîne. Tiştek aydî mirovahiyê nahêlin û ger ev belav bibin û berfireh bibe wê çi bibe?

Civak wisa dirize, tê rizandin. Ji bo guherîna vê rewşê, civakek ku ruhê wê ewqas qirêj bûye û ruhê wê hatiye qetilkirin, guherîna zihniyeta rastiya rejîmekê girîng e. Darvekirin jî wiha ye. Bi heman zihniyetê li mirov dinêrin. Dema dibin ber darê darvekirinê lê dinêrin. Li vê derê mirovahî tune bûye.”

Sakîne Cansiz di vê hevpeyvîna xwe de dibêje ku divê li Rojhilat riya derketina ji vê rewşê çêbibe û tîne ziman ku jinên Kurd ji bo her kesê wê qadeke azadiyê ava bikin û xwedî wê hêzê ne. Tam ev hêz e bi qetikirina jina Kurd Jîna Emînî re geştir bûye û bûye sedem ku li Efganistan, Hindistan, Tirkiye û hemû cîhan felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ deng vede.

Jin bû loma hat binçavkirin, ji ber Kurd bû hat qetilkirin

Jîna Emînî di 21’ê Îlona 1999’an de li Rojhilat hatiye dinê. Malbata wê navê ‘Jîna’ ku bi Kurdî tê wateya jiyanê lê kir. Dewleta îslamê ya Îranê ji ber navên ku ne Farisî qedexe kiriye keça xwe bi navê Mehsa di nufûsê de dikaribûn qeyd bikin. Jîna Emînî ji aliyê hevalên xwe ve bi taybetmendiyên bêdeng û bi hirs dihat nasîn. Wê di dawiya sala 2022’an de dest bi zanîngehê bikira. Xwendina Jîna ya zanîngehê li gorî gelek jin û zarokên keç gavek li pêş bû.

Jîna Emînî li Tahranê di 16’ê Îlona 2022’an de ji aliyên hêzên dewletê ve bi hinceta ku ‘li gorî quralên girtinê tevnegeriyaye’ hat binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin. Di ser qetilkirina wê re du sal derbas bûn. Jîna girêdayî nasname û çanda Kurd bû. Bi lixwekirina cilên neteweyî vê mîrasa çandê her dem diparast. Jîna weke jinekê hat binçavkirin û weke jineke Kurd hat qetilkirin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî li welat gel dest bi serhildanê kir.  

Serhildan bi jinên cîhanê re bû yek

Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li kolanên cîhanê deng veda. Xwepêşandan ji derveyî Îranê gihîşt xala herî   dûr a cîhanê. Werzîşvan, hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar, derhêneran gotin ‘Jin Jiyan Azadî’, piştevaniya daxwazên jinên Îranê kirin û di heman demê de ji bo xwe jî daxwaza azadî û wekheviyê kirin. 

Dewleta Îranê ji bo tepisandina serhildanê hemû rêbaz ceribandin

Dewleta Îranê ev du sal in ji bo şoreşa jinan bi dawî bike, serî li her rêbazê da. Bi hezaran kesên beşdarî xwepêşandanan bûn, binçav kirin, bi sedan ji wan cezayê girtîgehê li wan birî. Herî zêde jî jin hatin hedefgirtin. Di dema êriş û zextên dewletê yên li ser çalakgeran de, bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan jin di bin çavan de tundî, îşkence û tecawiz li wan hat kirin. Xwendekarên keç ku li dibistanên xwe piştevanî didan serhildanê, xwestin bi êrişên kîmyewî bi jehrê bixin. Tenê zêdeyî 700 xwendekar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin. Parêzvanên Mafên Mirovan ragihandin ku di navbera rojên 9’ê Adara 2022-7’ê Adara 2023’an de herî kêm 3 hezar û 953 jin hatine girtin. Di sala 2023’an de ji jinên girtî 21 kes hatin darvekirin.

Cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hat birîn

Di sala duyemîn a serhildanê de ku hê serhildana jinan berdewam dike, bi pêkanînên îro re dewleta Îranê pêkanînên ku destûr nade bertekek herî biçûk an jî muxalefetê derdixe holê. Jinên Îranê bi hinceta ku piştevanî dane şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ tên girtin, ji bo lêpirsînê tên bangkirin, an jî tên binçavkirin. Bi taybetî di mehên dawî de rojnameger, xwendekar, hunermend û parêzvanên mafan tên hedefgirtin û bi darizandinên ku dawiya wan darvekirin e, rû bi rû dimînin. Dewleta Îranê ji bo hêza jinan a ji Îranê belavî hemû cîhanê bûye bişkîne, şer li hemberî jinan dike. Cezayê darvekirinê yê ku li rojnemeger û parêzvana Mafên Jinan Pexşan Ezîzî û parêzvana mafê kedkaran Şerîfe Muhammedî hatiye birîn encamek vê ye. Tam ji ber vê yekê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de, bihîstina dengê jinan li cihên cuda girîng e. Jinan bi qetilkirina Jîna re bi serhildana xwe ya bi heybet, di rejîma mola de bandoreke mezin çêkirin û wan matmayî hiştin. Îro berdewamkirina vê serhildanê, li dijî darvekirin û rabûna li dijî zextan, weke berdewamiya destkeftiyan tê nirxandin. Weke ku Sakîne Cansiz diyar kiriye, jin di her gava xwe de ber bi azadî û şoreşê ve dimeşin.

Jin ber bi sedsala azadiyê ve dimeşin

Li Rojhilat dirûşma jinên Kurd ku bûye ya têkoşînê ‘Jin Jiyan Azadî’, bû dirûşma Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a Cîhanê. Li Hindistanê bijîşkek jin a ciwan bi tecawizê re rû bi rû hat û  dûre hat qetilkirin. Çalakiyên ku piştî vê bûyerê dest pê kirin li welat hê berdewam dikin. Li Hindistanê jin bi rakirina pankarta ‘Jin Jiyan Azadî’ banga edaletê dikin. Li Efganistanê jin bi berdêla jiyana xwe dest ji qadan bernadin. Ev dirûşma ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye ziman û felsefeya vê dirûşmê sînoran derbas kiriye. Bi vê felsefeyê Şoreşa Rojava bi têkoşîna jinan mezin bû, rê nîşanî jinan dide. Abdullah Ocalan diyar kir ku sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinan, tiştên tên jiyîn nîşan didin ku wê di vê sedsalê de jin bi gavên mezin pêşve biçin.