Ji awazeke zêrîn: Şeş Pepûleke
Strana Şeş Pepûleke bi dengê Merziye Ferîqî yê bêhempa hestên mirov bilind dike û xwedî razek e.
Navenda Nûçeyan – Dema ku stran bi dengê Merziye Ferîqî tên gotin, mirov xwe li bilindahiya çiyayan dibîne û hestên di dilê mirov de digihîjin lûtkeyê lê dûre xwe bera kûrbûna deryayan didin. Kêm deng, ewqas bandorê li ser mirov dikin û gotina ‘huner ev e’ tînin ser ziman.
Merziye Merîwan û rêwîtiya li çiyayan…
Strana Şeş Pepûleke bi dengê Merziye Ferîqî yê bêhempa hestên mirov bilind dike û xwedî razek e. Mirov dema lê guhdarî dike, dîmenên biharê perperokên ku xwe li ser kulîlkan datînin yek bi yek li ber çavên mirov zindî dibin. Dengê Merziye Ferîqî, hestên jidilbûn, esalet, kurdewarî, bêrî û hezkirina ji bo welat vedibêje. Yanî dema ku Merziye… Wê navê xweş û cuda tê gotin; mirov xwe li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ku navê wê weke xewn û xeyalên xweş e dibîne û pê re ber bi çiyayên Başûrê Kurdistanê ve dikeve rêwîtiyeke bêdawî.
Merziye Ferîqî di bernameyek de diyar dike ku gotinên vê stranê yên Kake Felah in di salên 1950 an jî 53’yan de hatiye nivîsandin. Kake Felah ji aliyê rejîma Beasê ve tê girtin, wê demê 5 zarokên wî hene, hevjîna wê bi hemle ye. Ji ber ku zarokên xwe nabîne pir bêriya wan dike, piştî ku dibihîse zaroka din jî hatiye cîhanê, bi bêrî û hesreta dûrbûna ji zarokên xwe vê strana bi navê ‘şeş pepûleke dinivîsîne.
Merziye Ferîqî dide zanîn ku ahenga wê bi Kak Burhanî Muftîzade re çêkirine kêfxweşiya xwe ya ji bo vê helbestê tîne ziman.