Ji Aye El Siyabî derbarê girtîgehên jinan de vegotinek bandorker
Nivîskara Umanî Aye El Siyabî di romana xwe ya bi navê ‘Qawîşa Pêncem... Jiyana di Girtîgeha Jinan de’ de zextên ku girtiyên jin dijîn, tenêtî û têkoşîna jiyanê bi vegotinek bi hêz dinirxîne.
Navenda Nûçeyan – Nivîskara roman û kurteçîrokan Umanî Aye El-Siyabî bi vegotineke wêrek di romana xwe ya bi navê ‘Qawîşa Pêncem... Jiyana di Girtîgeha Jinan de’, dikeve yek ji cihên herî tarî û nepenî yên wêjeya Erebî. Roman, ji aliyê weşanxaneya El-An Neşîrûn û Muvazziun ve li Ammanê di sala 2025’an de hate weşandin.
Aye El-Siyabî bi rêya vê romanê, hewl dide xwezaya jinê analîz bike û aliyên nehatine gotin ên ezmûna mirovan eşkere bike. Roman bi pêşgotina nameyekê bi sernavê ‘Daxwazek!’ dest pê dike. Nivîskar li vir, bi zelalî helwesta xwe ya li dijî jinbûnê diyar dike, xwendevanan tîne ber deriyê nivîsek bi pirsgirêkên êş, bîr û nasnameyê. Aye Es-Siyabî ku zimanek bi bandor û têr û tije bi karanî, ji pêşgotinên dirêj dûr dikeve û rasterast diçe navenda bûyeran; ev yek rîtmek bilez û tijî rageşî dide vegotinê. Sê îfadeyên kurt ên li ser bergê paşîn ê romanê, mifteyên têgihîştina beşên berhemê pêşkêş dikin. Ji destpêkê ve îşareta cîhaneke vegotinî ku li ser şok, taritî û lêgerîna xilasiyê hatiye avakirin didin.
‘Her girtî çîroka xwe dibêje’
Di berhemê de teknîkek pir vegotinî tê bikaranîn. Ev tercîh derfet dide ku her girtî çîroka xwe vebêje û birînên xwe eşkere bike. Ew her wiha kûrahiyek mirovî dide romanê, sûd dide ku xwendevan nêzî karakteran bibin. Ji ber her yek ji wan rabirdûyek ku bi zordarî, bêhêvîtî û lêgerîna wateyê ve hatî teşekirin hildigre.
Di nav van karakteran de, Zeyn (Umm Fadilah) ku bi berdewamî bi kabûsan re têdikoşe, derdikeve pêş. Paşê ew fêr dibe ku keça wê Aliya bi danîna balîfan di bin lihêfê de wê dixapîne. Ev sehne pirsên bingehîn ên romanê dike rojev: “Dema rastî ji jinan tê girtin çi dibe? Tirs çawa dibe çarenûsek rojane?” Di romanê de girtîgeh jî wekî cihê tunebûnê ku dem tê jêbirin û jiyan vediguhere bendewariyeke dirêj nîşan dide. Aye El-Siyabî têgihîştina zextê ya mekan ji berhemên girtîgeha Ereb yê wek Abdurrahman Munîf ‘Deriyê spî yê Rojhilat’ (Sharku'l-Mütevassıt) deyn digre; lê bi zêdekirina pîvaneke taybet a jinê, ezmûnê aloztir dike û nêzî mijarên beden û nasnameyê dike.
Tundî, biyanîbûn
Di romanê de, girtîgeh ne tenê cihekî bi dîwar e; di heman demê de wek sembola dûrxistina ji civakê, tundî û xerîbiyê derdikeve pêşberî me. Nivîskar navên sembolîk ên wek wek ‘Mezin’, ‘Fahîşe’, ‘Kafir’, ‘Berx’, ‘Bîjî’ ‘Jina Extiyar’, ‘Lîner’, li karekterên xwe kiriye, stem û tenêtiya ku jin rastî tên heyî dike.
Yek ji karekterên ku di berhemê de derdikeve pêş Fedîle, wek jinek ku hewl dide bi rêya tundiyê hêza xwe ji nû ve bi dest bixe tê xêzkirin. Bi rêya vê karakterê, berhem nîşan dide ka bedenê jinê çawa di navbera zilm û hestên sûcdariyê de asê maye. Yek ji sehneyên herî bi bandor ên romanê zayînek ku di girtîgehê de pêk hatî bû. Zaroka ku nû ji dayîk bûye di qadek ku mirin û bêhêvîtî serdest e de, dibe sembola hêvî, dayîktî û pêşerojê. Ev bûyer têkiliyên di navbera jinên girtî de diguherîne, nîşan dide ku jiyan dikare di şert û mercên herî dijwar de jî cihê xwe bibîne.