Ji Şengalê heya Kobanê mizgîniya jiyana azad: Mizgîn Jiyan
Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî ya behsa kesayeta Mizgîn Jiyan a ji bo azadiya Şengalê şer kiriye û di têkoşîna azadiya Rojava de tevlî karwana nemiran bûye kir û got: “Şehîd Mizgîn, jiyana azad diyariyî civak û jinên Êzidî kir.”
CÎHAN ZEMO
Şengal – Hin rê hene bedewiya wan ji rê tê. Lê carna jî rêwiyê wê riyê dimeşe û dibe hevrêyê rê, bi xwe dibe riya bedew... Fermandara jiyanê, şervana heqîqetê Mizgîn Jiyan (Şukran Yildiz) jî ji wan lehengan e ku bi bedewî rê meşiya û bû hevrêya rê. Salên dirêj ên emrê xwe, da tekoşîna heqîqetê. Mizgîna jiyana nû ya azad, li Şengalê ji bo jinên Êzidî şer kir û jiyana azad diyariyî wan kir. Li Efrînê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî bi soza ku dabû gelê xwe, di 58 rojên berxwedanê de cih girt û şer kir. Di 8’ê Sibata 2026’an de li Kobanê dema ku li hemberî êrîşên heman çeteyên sondxwariyên qirkirina gel û jinan bûn şer dikir, tevlî karwana nemiran bû. Ji Şengalê heya Kobanê bû pira hêviya jiyana nû û azad. Bû Mizgîn û bû Jiyan ji bo hevrê û gelê xwe.
Fermandara YJŞ’ê (Yekîneyên Jinên Şengalê) Viyan Hebabî, dema Mizgîn Jiyan (Şukran Yildiz) piştî fermanê bi hevreyên xwe yên Derwêş û Edûleyên hemdem re berê xwe dabû Şengalê, wê nas kiriye. Viyan Hebabî, qala jiyan û têkoşîna Mizgîn Jiyan kir.
‘Ji bo civaka Êzidî kedek bê hempa da’
Viyan Hebabî di şexsê Mizgîn Jiyan de hemû nemirên xeta azadiyê bi bîr anî. Viyan Hebabî bi bîr xist ku çeteyan di 6’ê Çileyê de êrîşê Rojavayê Kurdistanê kirine û ji malbatên kesên ku canê xwe fedayê civak û axa xwe kirin re, sersaxiyê xwest. Viyan Hebabî got ku “Em bi hurmet bejna xwe li ber wan ditewînin. Di hemû deveran de cihê şehîdan taybet û pîroz e, li Şengalê jî wisa ye. Bi taybetî civakên kêmar ku bi hemû êrîşan re rûbirû mane û hatine qirkirin bi hezaran şehîdên xwe çêbûne û bedêlên giran dane. Em jî yek ji van civakan in. Şehîdên me ji her derê cîhanê hene. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji bo xwedî li nirxên civaka Êzidî yên pîroz derbikevin gelek kes hatin vê derê û canê xwe feda kirin, şehîd ketin xwîna xwe dan, birîndar bûn parçeyek ji bedena xwe dan.”
‘Di hemû çeperên şer de cihê xwe girt’
Viyan Hebabî anî ziman ku nemir Mizgîn jî yek ji wan hevalan bûye, kedeke pir mezin ji bo civaka Êzidî daye û wiha behsa kesayeta wê kir: “Berê xwe da çiyayên Şengalê û di hemû mewziyên şer de cihê xwe girt. Her dem em dibêjin em deyndarên şehîdan in, ji ber ku di jiyanê de tiştê herî şêrîn ruh e, can e; van şehîdan jî ruh û canê xwe bi keramet û serbilindî pêşkêşî civakê kirin. Hevala Mizgîn jî bi vî ruhî berê xwe da Şengalê û heta ku civaka Êzidî bi ser xwe ve hat, YBŞ, YJŞ, hat avakirin şehîda berxwedêr hevala Mizgîn roleke pir girîng lîst û kedeke pir hêja da. Hevala Mizgîn ji keç û xortên Êzidî re pêşengî kir û bi rola xwe ya mîrovî rabû. Bi hezkirina xwe ya civaka Êzidî, bi hezkirina xwe ya azadiyê re, bi kîn û nefreta ku rojekê heyf û tola jinên Êzidî li erdê nehêle, berê xwe da Şengalê û li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kir.”
‘Bi hezkirin û bi kêfxweşî di hemû xebatan de cihê xwe girt’
Viyan Hebabî got ku Mizgîn Jiyan jî mîna gelek hevreyên xwe piştî Fermana 74’an a 3’yê Tebaxa 2014’an xwe gihandiye hawara civaka Êzidî û wiha domand: “Gelek heval hatin Şengalê ked dan, an birîndar bûn an şehîd ketin. Helbet her kes ji bajarek bû lê belê dema mirov li ber kîjan civakê ked bide, canê xwe bide û şehîd bikeve dibe perçeyek ji wê axê û civakê. Rast e herî dawî hevala Mizgîn di şerê Rojavayê Kurdistanê de şehîd ket, lê her kesê ku li Şengalê ked daye ew bûye parçeyek ji civaka Êzidî. Hevala Mizgîn di dilê civaka me ya Êzidî de cihekî taybet girt. Di her bihusta Şengalê de mirov şopa bîranînên hevalan dibîne, cihên ku tê de têkoşîn meşandine û berxwedan raber kirine dibîne. Hevala Mizgîn jî ji wan hevalan yek e. Roja ku korîdora navbera Şengalê û Rojava hat vekirin, hevala Mizgîn berê xwe da Şengalê.”
‘Ji civaka Êzidî re pêşengiyê kir’
Viyan Hebabî ragihand ku hatine asta avakirina YBŞ’ê YJŞ’ê, Mizgîn Jiyan her dem li kêleka wan cihê xwe girtiye, ji civaka Êzidî re pêşengî kiriye û wiha pêl da axaftina xwe: “Bi hezkirin û bi kêfxweşî di hemû xebatan de cihê xwe girt. Heke di roja me ya îro de li vir weke YBŞ û YJŞ’ê ku me soz da, em ê ji bo civaka xwe rihê xwe feda bikin, li hemberî tu êrîşî em paşve gav navêtibe û xwedî li civaka xwe derketibin; ev bi saya rih û îlhama ku me ji hevala Mizgîn girtî ye. Bi zanebûna me ji heval Mizgîn û şehîdên weke wê girtin, îro bi hezaran keç û xortên Êzidî çek rakirine, li ber xwe didin û li ser şopa şehîdên xeta azadiyê têkoşînê dimeşînin.”
‘Heta ew hebin tu hêz nikare vê dozê têk bibe’
Viyan Hebabî bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, bi bîr xist ku di encama van êrîşan de bi sedan kes ji gel û şervanan nemir bûne û wiha got: “Heke îro li Rojava destkeftî hebin, bi saya keda van şehîdan e. Bi taybetî jî bi saya têkoşîna hevalên weke hevala Mizgîn e. Her kes dizane êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê komployek navnetewî bû. Yên ku li hemberî vê komployê sekinîn û ev komplo vala derxistin, şexsiyetên weke hevala Mizgîn bûn ku ji bo parastina axa xwe şehîd ketin. Li hemberî wan êrîşên hovane bi têkoşîna xwe gotin em hene û hûn nikarin me tune bikin. Heta şexsiyetên weke hevala Mizgîn hebin dê tu hêz nikaribe vê dozê têk bibe.”
‘Em ê li pêy şopa wê bin’
Viyan Hebabî sonda şopandina doza wan dubare kir, ragihand ku ewê ala ku wan bilind kiriye bigrin û bi serbilindî li ser riya wan bimeşin. Viyan Hebabî axaftina xwe wiha bidawî kir: “Di dawiyê de mirin jî hebe, tu carî ji têkoşîna wan paşve gav avêtin wê çênebe. Xwedîderketina li keda hevala Mizgîn, parastina civaka Êzidî, axa Êzidxanê û çiyayê Şengalê ye. Mirov ancax wisa dikare têkoşîna wê mîsoger bike. Tiştê ku me ji hevala Mizgîn fêm kiriye ew e ku; çi dibe bila bibe weke jinên Êzidî, bi taybetî weke YBŞ û YJŞ em ê li ser şopa hevala Mizgîn bimeşin û heta dawiyê li ber xwe bidin da ku ev civak careke din bi fermanan re rûbirû nemîne. Di şexsê hevala Mizgîn de ez careke din hemû şehîdên xeta azadiyê û bi taybetî yên di berxwedana Rojava de canê xwe feda kirin bi bîr tînim, bejna xwe li berî wan ditewînim. Çi dibe bila bibe xeta şehîdan teqez wê me bibe serkeftinê û azadiya gel wê mîsoger bike. Ji bo vê jî wê têkoşîna me berdewam bike.”