Her kêliya wê bi têkoşîn bû: Menîce Heydar
Menîce Heyder a ji zarokatiya xwe ve di nav şoreşê de bû, di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da. Hevala wê ya têkoşînê Îbtisam El Hisên behsa hêz û baweriya wê kir û got ku ew ê bi bilindkirina têkoşînê, tola wê hildin.
PELÎN NÛPELDA – HAVÎN AHMED
Qamişlo – Menîce Heyder, bi sekn û xebata xwe, xwedî hêzeke veşarî bû, jiyana xwe di têkoşîna azadiya gelê Kurd de derbas kir, bi bîr û bawerî riya têkoşînê domand lê weke gelek kesan wê jî di êrîşa hovane ya dewleta Tirk a dagirker de bi balafira bêmirov jiyana xwe ji dest da.
Ji 8’ê Kanûna 2024’an heta niha dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê hem ji hewayî, hem jî ji bejahî ve êrîşî bendava Tişrînê dikin. Gelê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan ref bi ref ji bo parastina nirx û destkeftiyên şoreşê berê xwe didin bendava Tişrînê. Menîce Heydar jî jinek pêşeng û wêrek bû, di koma 3’yemîn de berê xwe da bendavê. Dewleta Tirk a dagirker ji bo çavên gel bitirsîne û têkoşîna wan têk bibe, bi balafêrên şer êrîşên hovane pêk anî. Dayika Menîce jî di wê êrîşa hovane de jiyana xwe ji dest da.
Jiyana bi baweriyê dagirtî
Menîce Heydar di sala 1977’an de li gunê Sinceqa girêdayî bajarê Amûdê di nava malbatek kurdperwer de çavên xwe vedike. Ji 9 zarokên malbatê, ya 5’an e. Menîce dibistanê heya pola 9’an dixwîne û di temenek ciwan de tê zewicandin, 5 zarokan tîne dinyayê. Kurê wê yê mezin di sala 2017’an de tevli refên tevgera azadiyê dibe. Di heman demê de kurekî wê yê din jî li Rojava di eniyên berxwedanê de cihê xwe digre. Dema ku tevgera azadiyê digihîje Rojavayê Kurdistanê, malbata wê deriyên mala xwe ji şervanên azadiyê re vedike. Her dema ku derbas dibe, hestên welatparêziyê di dilê wan de mezin dibin. Menîce weke her jina ku dilê wê ji bo azadiyê lê dide, beşdarî xebatan dibe. Di gelek qad û karên cuda de dixebite. Tevî ku rewşa wê ya tenduristiyê giran e jî tu carî li pêşiya xebatên xwe nake asteng.
‘Bê dudilî tevli nava kar û xebatên tevgerê bû’
Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişloyê Îbtisam El Hisên yek ji wan kesan e ku demeke dirêj bi Manîce re xebat meşandiye. Îbtisam bi van gotinan qala jiyan û xebatên wê kir: “Ger ku qala kesayeta Menîce bikim, dikarim ji malbatê dest pê bikim. Dema ku Rêbertî derbasî axa Rojava bû, ew malbat tevli tevgerê bû. Bê dudilî tevli nava kar û xebatên tevgerê bûn. Deriyê xwe her dem bi dilekî fireh ji rêxistinê re vekiribûn. Li ser wî esasî Menîce jî di maleke welatparêz a dost di nava şoreşê de, li ser wî fikrî mezin bibû. Heta îro wisa hat perwerdekirin û tevli kar bû. Menîce berî ku bizewice, di malbata xwe de kar û xebat dimeşîne.”
‘Kurê wê tevli refên tevgera azadiyê dibe’
Îbtisam El Hisên da zanîn ku Menîce dayika 5 zarokan bû, wiha pê de çû: “Menîce dizewice û 5 zarokên wê çêdibin. Yek ji van zarokan di sala 2017’an de tevli têkoşîna azadiyê dibe. Malbata hevjînê wê jî wisa welatparêz in û zarokên wê di rewşeke wisa de mezin dibin. Kurê wê yê ku tevli refên azadiyê bûye ji bo doza welatê xwe heta niha li çiyayên azad têdikoşe. Menîce beriya salên şoreşê jî di xebatên eniyê de di nava mala xwe de bi xwişk û birayên xwe re kar û xebatên şoreşê dimeşand. Tevî îşkenceya rejîma Beasê ya di wan 50 salan de li ser gelê Rojava bi taybetî jî li ser jinan dimeşand û nedihişt jin bibin xwedî rol û mîsyon jî ew nesekinîn. Weke tevgera azadiyê tevgera jinan jî rê li pêşiya jinan vekir ku di kar û xebatên çeperan û di qada neteweyî de cih bigre û ji bo azadiya jinan têbikoşe.
‘Ji bo meşandina xebatê tu zehmetî nas nedikir’
Îbtisam El Hisên, destnîşan kir ku Menîce beriya şoreşê jî demên dirêj di nava wî karî de cihê xwe girtiye û ev agahî dan: “Tevî ku di aliyê tenduristî de jî zehmetî didît, tu carî ev yek li pêşiya xebatên xwe nekir kelem. Di hemû merasîm, çalakî û meşan de cihê xwe digirt. Em dikarin bibêjin gava yekemîn di Şoreşa Rojava de di komîna de da destpêkirin û piştre jî 4 salan berdevkiya Kongra Star a bajarê Qamişloyê kir, kar û xebat meşand. Bi awayekî aktîf tevli kar dibû. Hemû jinan li derdora xwe kom dikirin, dihat hezkirin û qebûlkirin. Weke jinek li ser felsefeya azadiyê li ser xeta Jin Jiyan Azadî kar dikir. Piştî 4 salên xwe bi awayekî serkeftî di nav kar û xebatê de derbas kir, çi di komînan de, çi jî di saziyan de wisa di her alîyî de jineke jêhatî û zana bû. Wisa bi gavên xwe yên azad dema davêt, dihat naskirin. Piştre, ji bo berdevkiya Komîteya Zarokan di qada civakî ya girêdayî Kongra Star de li Rojava erk girt. Piştî wê, ji bo hevserokatiya bajarê Qamişloyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) erk girt û tevli kar û xebatan bû. Di wê demê de jî kar û xebateke bi bandor dimeşand. Bû xwedî rol û misyon di rêxistinkirina gel de. Bi wî awayî fikr û ramanê rêxistina PYD’ê da naskirin.”
‘Her roj kedek zêdetir dida’
Îbtisam El Hisên, da zanîn ku Menîce nêzî salek endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di asta Kantona Cizîrê de erk girtiye û di wir de jî xwedî rol û mîsyon bûye. Îbtisam bi van gotinan behsa wan deman kir: “Roja ku dest bi karê xwe kir heta roja îro mirov dikare bibêje xwedî cihekî bi bandor bû. Ew zêdeyî 5 sal bûn me hev nas dikir, me di civînan, di kar de hev didît. Yanî hem di cihên bi êş, hem di cihên kêfxweşiyê de em bi hev re bûn. Me bi hev re şahidiya destkeftiyên şoreşê kir. Naskirina wê berî ku derbasî kar û xebatê bibim çêbû. Berdevka Komîteya Perwerdeya Civakî (KPC) a Xweser bûm, wê demê dihatim civînên xweser ên Kongra Star, min wê demê Menîce di Meclisa Kongra Star a Kantona Qamişloyê de nas kir. Menîce kar û xebatên xwe dimeşand. Encamên serkeftina xebatên Menîce, sekn, jîrbûn û dilsoziya wê ya bi xebatê re nîşan dida. Tiştê ku herî zêde bala min kişand, çi diket ser milên wê ji wê jî zêdetir xebat dimeşand.”
‘Jinek di her alî de xwedî hêz bû’
Îbtisam anî ziman ku dema Menîce radibû nîqaş dikir, bala wê dikişand û wiha berdewam kir: “Gotinên wê hemû, wisa bi hev ve girêdayî bûn. Gotinên wê diherikîn mîna ava kaniyê ji jor ber bi jêr ve. Ewqas gotinên wê bi bandor bûn. Piştî ku di ser kar û xebatên min de nêzî salek derbas bû, di Kongra Star de ez û Menîce bi hev re derbasî perwedeyek girtî bûn. Ji hemû kantonan jin beşdarî wê perwerdeyê bûbûn lê min jê re digot tu xurt î, axaftinên te xweş in di perwerdeyê de çima tu naxivî? Ew hêz bi te re heye, wan sînorên tirsê bişkîne. Min jê re digot tu jineke xurt î bi hêz î, wê hêza xwe derxe. Ji ber ku şoreşa me şoreşa jinan e, şoreşa me ew şoreş e ku em gavan ber bi azadiyê ve bavêjin. Yanî me bi wî rengî perwerde bi hev re derbas kir. Ya rast hêzek wê ya veşartî hebû, jinek di her alî de xwedî hêz bû.”
‘Wê bi têkoşîna xwe hişmendiya bêhêziyê şikand’
Îbtisam El Hisên diyar kir ku gelek tiştên xweş di kesayeta wê de hebûne û taybetmendiyên wê bi van gotinan anî ziman: “Di aliyê olê de hinekî girtî bû, ew jî çavkaniya xwe ji malbata ku tê de mezin bûye digirt. Hişmendiya kevneperest di hinek mijaran de bandorê lê kiribû. Jixwe di pêvajoya 13 salên şoreşê de dewleta Tirk a dagirker her car kirasek li xwe dikir û êrîşê Rojavayê Kurdistanê dike. Dixwaze Mîsaqi Mîllî yê ku xewn û xeyalên Osmaniyan bû pêk bîne. Armanca wan a sereke hilweşandina Şoreşa Rojava û deskeftiyên jinan e. Bêguman ev hêz û vîna me bi berdêlan hatiye avakirin. Îro cîhan bi giştî jî qala destkeftiyên Rojava dike, yên ku pêşengî ji vê şoreşê re jî kirin, jinên mîna Menîce ne.”
‘Em ê bi mezinkirina têkoşîna jinan tola wê bistînin’
Îbtisam El Hisên di dawiya nirxandinên xwe de qala girîngiya pêvajoyê kir û bi van gotinan bal kişand ser hêz û baweriya jinan a ji vê pêvajoyê de: “Ev pêvajo ji bo hemû gelan nû ye û dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Ji bo piştgiriya şervanên QSD’ê û YPJ’ê û ji bo ku em di sedsaleke nû de hebin, hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe didin Bendava Tişrînê. Menîce jî weke jineke pêşeng di vê şoreşê de, bi daxwaz û îradeya xwe bi dilekî bi coş bi germahiya xwe, berê xwe da bendava Tişrînê. Em jî dibêjin heta dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê şopdarên wan bin û xewn û xeyalên wan pêk bînin. Em ji xeta şehîdan paşve gav navêjin. Tu hêz nikare vê yekê bi me bide kirin.”