Helebce: Birîna 37 salan
Di ser Komkujiya Helebceyê re 37 sal derbas bû, lê komkujî hê li qada navnetewî nehatiye naskirin û birînên Helebceyê nehatine dermankirin.

Navenda Nûçeyan – Desthilatdar û despotên sedsala 20’an zanistiyê veguherandine teknolojiyên çekan, komkujiyên herî giran anîne serê gelan û di bîra demê de rêçên kûr hiştine. Şerên sedsala 20’an, veguherîne bernameyên qirkirina sîstematîk a ku bikaranîna çekên nuklewî û gazên kîmyewî rewa dibînin. Hîroşîma, Nagazakî û Helebce, çend ji mînakên herî berbiçav ên vê yekê ne. Piştre artêşa Tirk a faşîst li Serêkaniyê û Qadên Parastina Medya bikaranîna çek û gazên kîmyewî ya li hember tunelên gerîlla, li vana zêde kiriye. Di sala 1979'an de li Îranê her çiqas navê wê şoreş be jî, bi rastî li ser avabûna sîstema despotîk a nû ya wek şoreş xuya dikir, bi pêşengiya Humeynî şoreşa Îslamî hat pêşxistin. Guherîna sîstema li Îranê, di kaos û kûrbûna pirsgirêkên li Rojhilata Navîn de dihat wateya avabûna hevkêşeyek nû.
Du bandorên di derketina şerê Îran-Îraqê de
Polîtîkaya serdemê ya Rojhilata Navîn ev bû; dewletên mîna Îranê bikşîne nav şerekî dirêj û lawaz bike û di dinyaya Îslamê de derzên kûr ava bike. Ji bo vî planê wan rêberê serdemê yê despot Saddam Huseyîn entîke bû. Ji bo vê yekê jî, ji rejîma Saddam re piştgiriya madî, teknîk, dîplomatîk û ji bo çêkirina çek û gazên kîmyewî binesaziya teknîkî hat peydakirin. Saddam Huseyîn di sala 1975'an de bi Îranê re Peymana Cezayîrê îmze kiribû, lê di sala 1979’an de piştî guherîna rejîma li Îranê, xwest vê peymanê betal bike. Ev jî bû bandorek girîng a li ser destpêkirina şer çêbû. Şerê di navbera Îran-Îraqê de 10 sal berdewam kir. Di vî şerî de bi milyonan kes mirin, bi milyonan jî birîndar û seqet bûn. Herdu aliyan jî, ji rûxandinê pêştir tu tiştek bidest nexistin. Di bin siya şerê Îran-Îraq’ê de Enfal û Komkujiya Helebceyê çêbûn. Enfal, di navbera salên 1986-1988’an de pêk hat. Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî 182 hezar Kurd hatine qetilkirin, ji sedî 90’ê gundan hatine hilweşandin û valakirin. Bi deh hezaran jinên Kurd revandine û birine bajarên Ereban, li van deran di bazaran de hatine firotan, bi salan di zîndanan de rastî êşkence û destdirêjiyê hatine, bi hezaran jî, di gorên komî de hatine binaxkirin.
7 hezar kes hatin qetilkirin
Di 16’ê Adara 1988’an de Komkujiya Helebceyê, mîna komkujiya herî mezin a hatiye serê Kurdan, çêbû. Firokên ku ji aliyê Sovyetan ve hatine çêkirin, 5 saet bê navber bi gazên kîmyewî bombebaran pêk anîn. Gazên ku bêhna sêvan jê dihatin, Helebceyê veguherandin goristanek mezin. Seat di 10.50’yê sibehê de komkujî destpê kir. Di Komkujiya Helebceyê de 7 hezar kes hatin qetilkirin, 15 hezar kes bi giranî birîndar bûn. Piştre jî Helebceyek ku hê jî bi nexweşînên çav, nefes û çerm re têdikoşe, li dû vê komkujiyê ma. Helebceyek birîndar. Tiştên ku hatin serê mirovan, perçeyek projeyên modernîteya kapîtalîst ên ji bo Rojhilata Navîn dîzayn kiriye, yên "perçe bike û qetil bike" bû. Ev siyaseta ku her perçeyek, mîna ku têkiliya wan bi hev re tuneye birêve bir, bû sedema mirina bi milyonan kesan.
Hêzên derveyî çek û gazan firotin Saddam
Hêzên navnetewî Saddam bi lez û bez darve kirin. Bi vî awayî, aşkerakirina rastiya li pişt van komkujiyan, asteng kirin. Bi vî awayî, para xwe ya di van komkujiyan de, piştperde kirin. Lê belê piraniya çekên kîmyewî yên li Helebceyê hatin bikaranîn, ji welatên mîna Almanya û Hollanda hatibûn peydakirin. Her wiha amûrên teknîkî yên ji bo afirandina van çekan, ji aliyê Emrîkayê bi xwe ve hatibûn firotan. Rêveberiya Saddam ji wan kirîbû. Yên ku Saddam ber bi şerê Îran-Îraqê ve birin, Komkujiya Helebceyê erê kirin û destek dan, di serî de Emrîka, hêzên derveyî bûn. Saddam ji bo Komkujiya Helebceyê generalê Îraqî yê wek ‘Eliyê Kîmyewî’ tê zanîn, peywirdar kiribû. Darvekirina vî generalî bi xwe jî bi salan hat taloqkirin.
Rêveberiya Başûrê Kurdistanê birînên Helebceyê derman nekir
Başûrê Kurdistanê, piştre gihîşt sîstemek federe. Lê ev sîstema ku teng bû û berjewendiyên malbatî diparêze, nekarî birînên Helebceyê derman bike û bi rêyên dîplomatîk komkujiyê di qada navnetewî de bide naskirin. Ji bo ku Başûrê Kurdistanê van êşan derman bike, pêwîst e destpêkê demokratîkbûnê esas bigre û civakê hembêz bike. Li Rojhilata Navîn çareseriya rastîn, dê misogeriya aştiya di navbera gelan de be. Tenê dikarin bi çand û feraseta demokratîk pêşî li komkujiyên bi her awayî bigirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi paradîgmaya xwe ya nû dixwaze vê kaosê têk bibe û pirsgirêkên di nav gelan û çandan de, bi metodên demokratîk çareser bike.