Fermandara di herikbariya jiyanê de hatî hezkirin: Zîn Jînda
Fermandar Zîn Jînda ya welatperwerî xistiye biryara jiyana mezin, vê yekê bi perwerdê re kiriye yek û bi fermandariya pêşeng re herikandiye nav jiyanê, di dilê hemû şervanên xwe de cîhê xwe bi dildarî hiştiye.

ÎSYAN HOGIR
Hesekê – Zîn navê karektera destanek Kurdewarî ya ku bi bedewî û serhildêriya xwe nasyar e, di nava jinên Kurd de wisa qedirbilind e ku heta niha jî jinên Cizîra Botanê şîna wê digirin. Dema Jînda ya ku jiyanê ji nû ve diafirîne Zînê li ser zêde dike û dibe Zîn Jînda, ev navê bi zanebûn hatiye bijartin gelo wê kesayetek çawan ava bike, bawerim tê texmînkirin.
Behiye Ebdilmecîd bi nasnav Zîn Jînda, di sala 1997’an de dema jinên ciwan ên cîranên wan bi dengê Hozan Mizgîn û rêxistinbûna Bêrîvana Cizîra botanê bandor dibûn û berê xwe didan nava yekîneyên jinên azad, li Dêrika Hemko çavên xwe li jiyanê vekiriye. Li Dêrika ku çiyayê Cudî qiblegeha wê ye û her dem berê wan li şînwarên keştiya navsera çiyê ye, welatperweriyek bi gewde ya ku koka xwe berdaye kûrahiya peravên Dîcle heye. Li ser wê kokê gelek şoreşgerên mezin derketine û li her devera ku zilm lê ye, bi cesaret şer kirin. Behiye jî mîna zarokên cîranan ên bi hev re di heman kolanê de dilîstin, bi destanên Kurdewarî yên ji şopa şoreşgerên bi şerkeriya xwe ya di qada cengê de tên nasîn û her dem qala wan tê kirin, mezin dibe. Yek ji wan jî apê wê Rizgar Dêrik ê ku di sala 1998'an de li çiyayê Kuristanê tevlî karwanê nemirên welatê xwe bûye. Apê wê yê ku wek hevalê Rizgar tê binavkirin û dema qala wî tê kirin her kes bi hezkirin û rêzdarî navê wî bilêv dike, di bin hişê wê de cîhek wisa girîng girtiye, her tim tê bîra wê û ew jî dixwaze mîna apê xwe di bêmiriniyê de jîndar bibe, heta ku bibe Jînda.
Rêwîtiya Keça Botanê ya ber bi asoyan ve
Keça Botani ya serhildêr, ji demarê xwe yê jinên Botanê yên bi cesaret û hezkirina xwe ya axê tên nasîn, xwîn girtiye. Ew wan jinên ku tu car serî li hember ti Bekoyan natewînin û weke çiyayên welatê xwe Cudî û Gabarê bi hêrs disekinin. Ew ji qewmê Zîna Cizîra Botan ya bi sira rastiyê re her tim asê ne, ew ji nava civaka ku ji rastiya xwe dûr neketiye û her dem di xwezaya xwe de mane civaka koçerên Botanê ye.
Bi geşbûna çirûska şoreşa Rojava ya 2011'an de jinên ciwan ên wek Zîn ku berê bayê Cudiyê Miradan ew sermest kiriye, kelecana şoreşê bi dil û can hîs dike. Ew zarokên ne li gorî temenê xwe ne, dibe ku bi beden biçûk in lê giyana wan ji zû de bi serboriyên şoreşgeran şêwe girtiye û her roj li çîrokên jiyana wan guhdarî kirine, lê dîsa jî hewce ye temenê zaroktiyê derbas bikin. Ji ber temenê xwe yê biçûk, li bendê sekinî heta mezin bibe, roj hat û êdî temen têr dike bikeve ser rêya ku berê nas kiriye û ji çîrokên wê agahdar bûye, sala 2016'an êdî ew dem e ku biryar bide û tevlî têkoşîna azadiya welatê xwe bibe.
Dem dema geşbûna şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya ku bi navê şoreşa jinê tê nasîn e. Şoreşa ku di heman demê de wek şoreşa Rojava derbasî tomarkirinên dîrokê bûye bi sekna jina azad, bû xwedî destkeftiyên gelek mezin û di gelemperiya cîhanê de mohra xwe li dîrokê da, bû hêlîna hemû jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê. Bi hezaran keçên wek Arîn û Barînan berê xwe dan nava refên şoreşê û di oxira parastina wê de canê xwe kirin mertal. Li dû wan kom bi kom jinên ciwan berê xwe dan eniyan û çeka wan li erdê nehiştin. Yek ji wan jî Zîn Jînda ye, wê jî di oxira heman dozê de şer kir û di ferqa wê de ne bi şer azadî pêkan dibe.
Zîn dema tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ê dibe, biryar dide ku li her devera jin lê zoriyê bibîne wê ji bo azadiya wan şer bike. Ji perwerdeyên despêka tevlîbûnê û şûn ve di gelek qadan de têkoşîn dimeşîne. Piştî azadiya Şengalê bi yekîneya xwe ya ji şervanên YPJ’ê pêk tên re ji bo parastina jinên Êzidî berê xwe dide yek ji cihê kokên mirovahiyê jîndar dike berpesarên çiyayê Şengalê yê ku di berê de cîranê wana ye lê bi sînorên desthilatan ji bajarê ku lê jiyan kirî veqetandine. Ew êdî şervanek şerker a ku sînoran derbas dike û tirsê dike dilê çeteyan e. Despêka sala 2018’an piştî xebata Şengalê dema bi yekîneya xwe re vedigere Rojava, vê carê jî dewleta Tirk a dagirker êrîşan li ser Efrînê zêde dike. Di berxwedana Serdemê ya ku 58 rojan dewam kir de jî, bi cesaretek mezin cihê xwe di pêş de digre.
Perwerdeya sabotajê
Bi beşdarbûna van eniyên berxwedanê û pêngavên ku hatin lidarxistin, hêza xwe zêdetir nas kir û xwest li gorî wê hêzê tevlî bibe. Di qada Şoreşê de gelek tecrûbeyan digre, bi taybetî ji ber ku bala wê li ser şerê gelê şoreşgeriye bêhtir di qada şer de bipêş dikeve. Bi tecrubeyên xwe, dibe yek ji Fermandarên YPJ’ê û dixwaze di qadên leşkerî de bibe xwedî kesayetek şer dike xweşik dibe, xweşik dibe azad dibe, azad dibe tê hezkirin. Li ser vê felsefeya jina şerker vê carê jî ji bo hînbûna biranşan dikeve nav lêhûrbûnê. Li ser hezkirina xwe ya di lêgerîna felckirina dagirkerên welatê xwe de, perwerdeya biranşa Sebotajê dibîne. Di hemû detayên vê biranşê de pispor dibe. Hemû mebesta wê ya pêşketina vê biranşê ew e ku derbên giran li dagirkerên welatê xwe bixe.
Di sala 2019'an de dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Sipî destpê dike, fermandar Zîn vê carê jî di berxwedana Rûmetê de cîh digre. Niha jî perwerdeya ku li ser sabotajê ya dîtî zêdetir bi kêrî karê wê tê û bi awayekî xurt bersiv dide êrîşên dijmin. Bi çalakiyên xwe yên Sabotajê derbên giran li dijmin dixe û tirseke mezin dike nav dilê wan. Pê re jî ev serkeftin hêz û morala wê bilindtir dike. Li pey wê jî ji bo ku aliyê xwe yê leşkerî temam bike, pêwîstî bi perwerdeyeke bîrdozî dibîne û li ser pêşniyara xwe berê xwe dide qada perwerdê. Di qada perwerdê de jî dibe yek ji hevalên ku bi sekin û tevlîbûna xwe ya dersan dibe mînak.
Ji şêwaza fermandariyê ya tê hezkirin bawer kir
Fermandar Zîn Jînda bi hevaltiya xwe ya germ û dilê xwe yê mezin hemû hevreyên xwe li dora xwe dicivand û bi rengekî xwezayî hemû hevalên li dora xwe perwerde dikir. Hemû heval ji tarzê fermandariya wê û hevaltiya wê razî bûn. Ji ber ku tu car ferq û cudahî nedikir nav hevreyên xwe. Di rengê têkoşîna xwe ya zayendî de jî xwedî rêgezên rizgariya jina azad bû, dizanibû ku ewê çawa li hemberî nebesiyên her du zayendan rengê têkoşînê diyarker bike. Ev yek dihîşt ku di serî de şervanên wê û hemû hevalên li derdora wê hevaltiya wê ya rasteqîn û rewnaq ji xwe re mînak bigrin.
Helbestvaniya bi hestên şoreşgeriyê
Ew jinek şoreşger a ku pênûsa wê temsîla kesayetiya wê dikir. Ji ber wê ye her kêliya jiyana xwe bi helbestan dadigirt û wate lê bar dikir. Pênûsa wê çeka wê ya yekemîn bû, bi wê çekê hemû hestên xwe yên paqij, hevaltiya xwe ya dirust û girêdana xwe ya axê temsîl dikir û nîşan dida.
Yek ji helbestên wê yên ku temsîla hezkirina wê axê dike û wiha ye: ''
Vaye ez giham
Di nava rûpelan de li rojên berê vegeriyam,
Bi zanistê re pijiyam,
Bi nivîsê re firiyam
Bi xelkê re bi xwe hesiyam,
Gotin ev e rojên mirad û hêviyan
Bi rojê re heliyam,
Di xwînê de herikîm
Bi gulê re vebûm,
Bi heyvê re meşiyam,
Li navê te ez geriyam
Gotin Kurdistan e…”
Fermandar Zîn di hemû kêliyên jiyana xwe de hevaltiya xwe gîhandibû asta herî tê hezkirin. Ew hem mamosteya jiyanê bû hem jî fermandarek leşkerî ya hevreyên xwe bû. Ev yek dihişt ku bibe jineke ji xwe bawer a ku dikare di hemû cengan de rol bigire. Bi wê xwebawerbûnê, di her warî de xwe dabû dîtin. Sala borî li Tepqayê di encama qezayek de ew û 8 hevreyên xwe tevlî karwanên bêmiriniyê yê zarokên welatê xwe bû. Di kêliya dawiyê de jî bi komî jiyan kir û bi hev re bûn dema ku bi hev re tevlî welatê stêrkan bûn.