Dilê xwe da şoreşê bedena xwe jê re kir mertal: Dilovan Gever

Dilovan Gever a di 13’ê Cotmeha 2019’an de bi êrişên dewleta Tirk hat qetilkirin, bi gotina “Heya ku şervanek bi tenê jî li Girê Spî bimîne ez ê bi wan re bim” biryardarî û girêdana xwe bi têkoşîna azadiyê re ji me re hişt.

ŞARISTAN NÛRHEQ

Li ser erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê bi vejîna şoreşa jinan re her keç û xorta ku di kûrahiya mêjî û hestên xwe de çirûska azadiyê, hinase û asoya jiyana azad dijiya; berê xwe dida çeperên cenga azadiyê. Hevrê Dilovan jî bû yek ji wan jinên çeleng û bi ruhê ciwantiyê cihê xwe di şerê rûmetê de girt. Berxwedana mezin û dîrokî ya li Kobanê bi ser ket, ji bo rêheval Dilovan bû destpêka pêhesandina heqîqeta gelekî di çerxa qirkirinê de li benda pêşengên mîna Dilovana hêja ye. Her çiqas ew heqîqet li pêşiya hevrê Dilovan pir dijwar bû jî wê dizanibû ger xwe di kûrahiya wê heqîqetê de bihelînê wê bi ser bikeve. Di wê heqîqetê de rastiya şerekî mezin ê ku jinên şoreşger didan meşandin hebû. Di wê heqîqetê de felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li çalakiya xwe digeriya. Di wê heqîqetê de şerê sedsalî yê xwedewandan û xwedayan dest pê kiribû. Bi destpêkirina şerê rûmetê re li çar aliyên Kurdistanê bi hezaran ciwan û jinên Kurd berê xwe dan çeperên berxwedanê yê li Kobanê. Hevala Dilovan bi hestên welatparêzî, bi wêrekî û biryareke ji polayê di refên cenga jinên şoreşger de cihê xwe girt. Li ser vê hîmê û rastiya têkoşîna dijwar a ku li Kurdistanê dihat jiyîn rêheval Dilovan bi beşdariya xwe bû dilopek ji deryaya şoreşa mirovahiyê. Bi sekn û tevlibûna xwe û bi gelek fêrkirinên xwe yên nû di herikîna têkoşînê de bû yek ji berxwedêrên heqîqeta şer û rûmeta li Kobanê. Hêvî, bawerî û hezkirina bi sedan hevriyên li Kobanê şehîd bûn di dilê xwe de pêça. Meşa azadiyê ya hevrê Dilovan bi berxwedana Kobanê re dest pê kir û bêrawestan heta roja şehadetê domiya, xwedî lê derket û bi kedeke bêhempa nirxên şoreşê kêlî bi kêlî dawerivand nava hinav û cergên xwe.

Pêvajoya lêgerînê

Hevrê Dilovan Gever, li qontarên çiyayê Zagrosê li bajarê Geverê çavên xwe li dinyayê vedike. Di nava malbeteke welatparêz de û bi çanda xwe ve girêdayî mezin dibe. Di zarokatiya xwe de nakokiya bê welatbûyîn û mêtingeriya li ser çand, ziman û welatê xwe dijî. Ev nakokî her ku di jiyanê de şênber dibin di wê de roj bi roj hestên lêgerîna li rastî û heqîqeta xwe serî hildidin. Di koka nakokiyên ku dijî de hêrsa li dijî dijmin xwe bi cih dike. Ji bo hevala Dilovan meşa ber bi şerê Kobanê ve dibe destpêka watekirina lêgerînên wê yên ji bo jiyana azad û hêrsa li hemberî dijminê gelê Kurd. Di ronahiya vê rastiyê de êdî dengê şoreşa Rojavayê Kurdistanê li deşta Geverê di dil û mêjiyê hevrê Dilovan de olan dide. Banga Rêber Apo ya ji bo ciwanên Kurdistanê êdî ji bo rêheval Dilovan dibe xeleka dawî ya biryardayîna ber bi şoreşê ve. Di sala 2014’an de pêşketin û tovên şoreşa mirovahiyê yên ku li erdnîgariya Kurdistanê dihatin reşandin bandora xwe ji kûr ve li ser hestên hevrê Dilovan dike. Ew pêvajo, dibe pêvajoya lêgerînê. Dibe pêvajoya serwextbûn û pêhesandina tekoşîna jinên Kurd û doza azadiya gelê Kurd.

Em çiqas vebêjin wê gotinên me kêm bimînin

Şoreşger û rojnamevana çapemeniya azad hevrê Dilovan, ji pêvajoya beşdarî nav refên YPJ’ê dibe heta kêliya şehadetê hezkirina xwe, hêvî û baweriya xwe ya ji şoreşa jin û gelan re kêlî bi kêlî bi tevlibûna xwe re kir yek û bi kesayeta xwe re hûnand. Cihê xwe wisa di dilê gelê Rojava de çêkiribû ku mirov nikare bi pênaseyeke hêsan wê girêdanê vebêje. Bi taybetî bajarê Kobanê ji bo rêheval Dilovan xwedî wateyek mezin û manîdar bû. Bajarê Kobanê weke cihê vejîna bi şoreşê pênase dikir. Her carê dema ku berê xwe dida Kobanê wekî ku ji nû ve ji dayik bibe bi coş û kelecan dibû. Wisa bi hezkirin û bi kelecan behsa kêliyên li Kobanê jiyane dikir ku ne pêkan bû mirov pê re neçe wan rojan. Bajarê Kobanê hem qehreman afirandin û hem jî qehremanên ku di şoreşê de bibin dilsoz welidandin. Rêheval Dilovan jî yek ji wan jinên qehreman bû bi ruhê berxwedana Kobanê xwe afirand û şeş salên tije têkoşîn derbas kir û da jiyîn. Weke navê xwe, deriyê dilê xwe ji tevahî hevriyên xwe re vekiribû. Ji gel, zarok jin û ciwanan re vekiribû, hezkirina ku di dilê wê de hilnedihat timî di gera parvekirina wê hezkirinê de bû. Di nava şeş salên xwe yên şoreşê de em dikarin behsa rêhevaltiya hevrê Dilovan bikin. Hevalek ew çend dilê xwe, parvekirina xwe ya jiyanê bi hebûna hevalbendên xwe re kiribû yek em çiqas vebêjin wê gotinên me kêm bimînin.

Hevriyeke her û her rêheval bû

Rêhevala hêja û dilgerm Dilovan, ji sala 2017’an heya 2019’an di xebatên çapemeniya YPJ’ê de cih girt, bi hezkirin, ezmekî mezin xebatên çapemeniyê fêr bû. Bû yek ji nûçegihana wêrek a di cenga şerê giran ê li dijî DAIŞ’ê de. Di nava demeke pir kin de bû yek ji şopdarên heqîqetê ya di riya Gurbetellî, Deniz Firat û Nûjiyanan de. Di dema ku wê dest bi xebatên çapemeniyê kir de şerekî dijwar li Dêrezorê hebû. Hemû ezmûna xwe ya nûçegihaniya şer li wê qadê girt. Bi rêhevala xwe Avrîn Efrîn re sê caran li ser esasê şopandina pêngava bi navê ‘Xezeba Firatê’ ku li Dêrezorê dest pê kir bişopîne berê dan Dêrezorê. Bi dîmenên xwe şerê dîrokî yê şervanên şoreşa azadiyê, şervanên YPJ’ê bi kamereya xwe qeyd kirin û ji cîhanê re ragihandin. Ew bi xwe jî du caran di nav şerê herî germ de ma. Hem mîna şervanek şerker ku ezmana şerê Kobanê di xwe de komî ser hev kiribû di şer de rol lîst û hem mîna nûçegihaneke şer ragihîne, rastiya hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê vebêje di cenga giran de li kêleka şervanan têkoşiya. Di nûçegihaniya şer de bû yek ji fêrkera herî dilwêrek û bi cesaret. Ew bi rêhevala Gulistan Tara re bû hevalbenda şoreşa jin. Ew bi Avrînan re bû rêhevala kêliyên herî zehmet ên zayîna rêhevaltiya rojên zor. Ew di ragihandina YPJ’ê de bû yek ji mînaka rêhevaltiyê. Bû yek ji şopdara herî ji dil, herî wêrek ya heqîqeta şoreşa jin. Hem şervan bû, hem nûçegîhan bû, hem dilovana me hemûya bû. Dilovan li Kobanê şervaniya heqîqetê, li Dêrezorê nûçegehîna şerê gel ê şoreşgerî û li ragihandina rêhevaltiya mezin ya jin di kesayetiya xwe de bi ser xist.  

Dîtina destpêk û dawiyê

Çawa ku li Dêrezorê di asta pêşengiyê de rol lîst û hemû kêliyên berxwedana şervanên azadiyê qeyd kir û jê re şahidî kir, di şerê Girê Spî de jî bi heman hestan berê xwe da cenga giran a şervanan. Li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hêrseke mezin jiyan. Bi ruhê berxwedana Kobanê, bi ruhê hevaltiya ji berxwedana Kobanê girtibû berê xwe da Girê Spî. Ez dixwazim li vir qala bîranîneke me ya bi hev re bikim. Em 7’ê Cotmehê beriya şerê Serêkaniyê û Girê Spî bi du rojan li Kobanê bûn. Ez û hevala Dilovan çûn du malbatên ku wê di dema şerê Kobanê de nas kiribûn. Jixwe her dem digot ez keça wan im, dema ez biçim Kobanê û wan nebînim ez xwe sûcdar hîs dikim. Ewqas bi gel re girêdayî bû. Me şeva 7’ê Cotmehê heta derengiya şevê bi bîranînên şerê Kobanê derbas kir. Me şeva xwe wisa bi suhbeteke kûr derbas kir, ew şev hê jî mîna vê kêliyê di hişê min de zindî ye. Her ku rêheval Dilovan navê Kobanê digot, mîna kesera hezar salî ya berxwedêrên li ser vê erdnîgariyê bûne berdêl dikişand nava hinavên xwe. Ew rêwîtiya me ya dawî bû bi hev re em li Kobanê bigeriyan. Tevî ku gefa êrîşê hebû, me bi hev re biryar girt em di riya Girê Spî û Serêkaniyê re derbasî Amûdê bibin. Ez heta wê rojê neçûbûm Girê Spî. Ew dîtina min a destpêkê û dawî bû. Mîna ku em cara dawî be xatirê xwe bixwezin me ji Kobanê dest bi rêwîtiya xwe kir. Em nêzî 6 seatan di rê de man. Em Girê Spî du seatan li ba hevalên wê derê man.

Bi şerê azadiyê re ya şoreşa Jin, Jiyan, Azadî manîdar kir

Li wê derê jî hevala Roj Efrîn a ku di heman şerî de şehîd bû em pêşwazî kirin. Me behsa Girê Spî kir. Me behsa şerê ku wê piştî du roja bi pêş biketa kir. Mîna ku em di wan kêliyan de hîs bikin bê dewleta Tirk a qirker û çeteyên wê xwe ji dagirkeriyeke çawa re amade dikin em ketin suhbeteke dûr û dirêj. Hevala Dilovan digot ger şerek derbikeve ez van deran tevan nas dikim ez ê careke din werim vir beşdarî şer bibim. Mîna ku hîs bike wê piştî du rojan carekî din berê xwe bida wê derê sond xwar mîna ku tola rêhevalên li Kobanê li kêleka wê berxwedan ji dijmin hilîne. Bi kenekî tije hezkirina şoreşê û hestên rêhevaltiya mezin got ez ê werim şer bişopînim. Di roja 13’ê Cotmehê de di nava dilê Girê Spî de bi dîmenekî derket pêşiya kamereya xwe û hovîtiya dewleta Tirk a dagirk ji raya giştî re ragihand. Ew kêliyên wê di wê dîmenî de hatin nemir kirin. Di wê dîmenî de cara dawî di bin wan êrîşên dijwar de qêrîna berxwedêrên di oxira şerê azadiyê de şehîd dibin qêriya. Di wê kêliyê de êdî evîndariya xwe ya şoreşê mayînde kir. Bi şerê azadiyê re evîna xwe, ya şoreşa jin, jiyan, azadî manîdar kir. Dilovan a hemû dilan bû, ya hemû Rojavayê bû.    

Em ê jibîr nekin

Di nav du salên em bi hev re man de min rêhevala Dilovan bi van xweşikbûnên wê nas kir, wê heya ku dilê rêhevalên xwe geş dikir dizanibû hezkirina xwe di dilê hevriyên pê re dijîn de bide çandin. Min jî ruhê Dilovan, evîna wê ya rêhevaltiyê di kûrahiya dilê xwe de çand. Fermana dengê wê yê dawî viya ji min re got ez di oxira rêhevaltiyê de bi qasî ku bikaribim bijîm di dibistana vê şoreşê de fêr bûm. Ji dîtina min a destpêkê û heya dengê wê yê dawî di guhê min de ruhê Dilovana dilgerm, wêrek û hevalhez di dilê min de ji bêrîkirina wê her kêliya jiyanê bi wê re parve dikim. Ez di salvegera 5’emîn a şehadeta rêheval Dilovan de tevahî şehîdên şoreşa azadiya gelan, şoreşa jinan bi rêz û minetdarî bi bîr tînim. Wê her kêliya min bi Dilovan re be, her dem mîna kêliya niha di hiş û dilê min de zindî bimîne. Wê dilovan mîna navê xwe, mîna evîna xwe ya hevaltiyê, mîna wêrekiya xwe ya di şer de her dem di bîr û dilê me de zindî be. Di roja dawî de gotibû; ‘Heta şervanek li Girê Spî bimîne ez ê bi wan re bimînim.’ Soza xwe pêk anî heta kêliya şehadeta xwe jî li kêleka şervanan di cenga şer de ma û li ber xwe da. Em jî heta hetayî rêhevala rêhevalên xwe Dilovan ji bîr nakin û em ê ji bîr nekin.