Bajarê bi Pelerîna Sor: Ji bo azadiyê divê çiqas dûr ve biçî?

Hin caran mirov ji bajarekî direve, ji malbatek, ji bîranînan, ji jiyanekê ku êdî nikare li wê bêhna xwe bikşîne. Lê gelo mirov dikare ji xwe jî bireve?

Navenda Nûçeyan – Di romana Bajarê Bi Pelerîna Sor de, Aslı Erdogan me dighîne Rio de Janeiroyê; bajarekî ku di heman demê de hem bi ronahî û bedewiya xwe hem jî bi tarî, xizantî û tundiya xwe tê nasîn.

Ozgur jinek ciwan e, Stenbolê dihêle û diçe Rioyê. Ew li wir dixwaze ji nû ve dest bi jiyanê bike, ji jiyana berê dûr bikeve û azadiyekê ku belkî li cihê lê mezin bûye nedîtibû, bibîne. Lê Rio, ji bo wê tenê bajarekî nû nîne. Bajar dibe neynika hundirê wê. Her ku Ozgur di nav rê û kolanên bajêr de kûrtir dibe, ew jî bi xwe re kûrtir dibe.

Aslı Erdogan di vê romanê de bi awayekî hêsan, lê kûr dipirse:

Azadî çi ye? Ji cihê ku em lê teng dibin dûrketin, an jî hêdî hêdî gihîştina xwe ye?

Aslı Erdogan di nav çalakiyên xwe yên wêjeyî û nivîskarî de bi taybetî li ser mijarên wekî jinbûn, azadî, tenêbûn, beden û sînorên ku civak li ser jinan datîne jî disekine. Di gelek nivîsên wê de jin ne tenê karakterên ku tên vegotin in; ew kesên ku dixwazin dengê xwe bibînin, li dijî sînorên hatine danîn rawestin û çîroka xwe bi destê xwe binivîsin in.

Zilamê Qalik (Kabuk Adam), Mandarîna Mûcîzewî (Mucizevi Mandarin), Avahiya Kevir û Yên din (Taş Bina ve Diğerleri) û Bajarê Bi Pelerîna Sor (Kırmızı Pelerinli Kent) di nav berhemên wê yên girîng de ne. Bi taybetî Taş Bina ve Diğerleri bi mijarên girtîbûn, tenêbûn û azadiyê ve tê girêdan. Di Bajarê Bi Pelerîna Sor de jî lêgerîna jinek ya ji bo jiyanek nû û azadiyek nû li pêş e.

Belkî mirov dikare welatekî biguhezîne, zimanekî biguhezîne, malekê bihêle û li bajarekî dûr jiyanek nû ava bike. Lê hîn jî pirs dimînin:

Gelo mirov dikare deriyên bîranînan li pişt xwe bigre? Ger tu bikaribî her tiştî li dû xwe bihêlî û li cihêkî din ji sifirê dest pê bikî, tu dê biçî ku?

Belkî rêya herî dûr ne ew rê ye ku me ji bajarekî dighîne bajarekî din; rêya herî dûr ew e ku mirov dighîje xwe.

Asli Erdogan di 8’ê Adara 1967’an de li Stenbolê ji dayik bû. Ew yekane zaroka malbata xwe ye. Asli Erdogan, yek ji serketîtirîn nivîskarên jin ên nifşê nû, di heman demê de yek ji fîzîknasên pêşîn ên Tirk e ku li Navenda Lêkolînên Nukleerî ya Ewropî dixebite.

Asli Erdogan, endama desteya şêwirmendiya edîtorî ya rojnameya Ozgur Gundemê, di 20’ê Tebaxa 2016’an de, di çarçoveya lêpirsîna li ser rojnameyê de, hatibû girtin. Piştî 133 rojan di binçavkirinê de, di 29’ê Kanûna sala 2016’an de hatibû berdan.