Annie Dillard: Tenêtî wekî pencereyek ji bo famkirina razên jiyanê ye
Nivîskarê Emerîkî Annie Dillard bi nivîsên xwe yên li ser xwezayê, jiyan û mirinê navdar bû, ji bo pirtûka xwe ya 'Pilgrim at Tinker Creek' di sala 1975’an de Xelata Pulitzer girt.
Navenda Nûçeyan – Annie Dillard li xwezayê weke cîhaneke tijî raz û pirsan dinêrî. Di nivîsên wê de, dar, kêzik û av ne tenê beşên xwezayê, rê li ber pirsên kûr ên li ser jiyan, mirin, êş û bedewiyê vedikirin.
Annie Dillard ku navê wê yê rast Meta Ann Doak bû, di sala 1945’an de li Pittsburgha Emerîkayê ji dayîk bû. Li Koleja Hollins beşa wêjeya Îngilîzî xwend. Di sala 1974’an de, bi weşandina pirtûka xwe ya 'Pilgrim at Tinker Creek' navdar bû. Di vê pirtûkê de Annie li ser xwezaya derdora çemê Tinker Creek li Virginia dinivîsîne. Salek piştî wê Annie ji bo vê berhemê Xelata Pulitzer girt.
Bawer dikir ku bi lêkolîna hûrguliyên xwezayê mirov dikare jiyanê baştir fam bike
Taybetmendiya nivîsên Annie Dillard tenê di vegotina bedewiya xwezayê de nîn e. Ew xwezayê weke cîhaneke bê kêmasî nîşan nade. Di nivîsên wê de bedewî û tundî, jidayîkbûn û mirin bi hev re hene. Annie bawer dikir ku bi lêkolîna hûrguliyên xwezayê, mirov dikare tevliheviya jiyanê baştir fam bike.
Di pirtûka xwe ya 'Holy the Firm' de, Annie Dillard li ser bawerî û êşê nivîsandiye. Ew hewl dide fam bike ka çawa mirov dikare baweriya xwe biparêze dema bi êş û zehmetiyan re rûbirû dimîne. Di pirtûka 'Teaching a Stone to Talk' de jî ew li ser têkiliya mirov a bi xwezayê re û girîngiya guhdana tiştên ku di jiyana rojane de ji bala me dûr dimînin difikire.
Tenêtî ne tenê dûrketina ji kesên din e derfeteke ji bo mirov cîhanê bi awayekî cuda bibîne
Di nivîsên Annie Dillard de, tenêtî ne tenê dûrketina ji kesên din e. Ew derfetek e ji bo ku mirov cîhanê bi awayekî cuda bibîne. Dema dengê kesên li derdorê kêm dibe, mirov dikare balê bide tiştên ku berê bala xwe nedabûn wan. Lê tenêtî bersivên hemû pirsan nade, berevajî pirsên nû derdixe holê û sînorên zanîna mirov nîşan dide.
Annie Dillard di warên din ên nivîsandinê de jî xebitiye. Di pirtûka 'The Writing Life' de wê behsa zehmetî û wêrekiya ku nivîs dixwaze kiriye. Di 'An American Childhood' de jî li ser zarokatiya xwe û çawaniya avabûna fikrên xwe nivîsiye.
Di nivîsên wê de xweza ne mijareke ji mirov cuda ye
Annie Dillard di 15’ê Îlona 2026’an de, di 81 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da û berhemên ku rê li pirsên girîng ên li ser jiyan û hebûnê vedikin, li pey xwe hişt. Di nivîsên wê de xweza ne mijareke ji mirov cuda ye, neynikek e ku lawaziya mirov û sînorên zanînê nîşan dide ye.
Girîngiya nivîsên wê ew e ku ew ji me naxwaze em ji cîhanê birevin, teşwîq dike ku em wê baştir bibînin. Annie Dillard bi nivîsên xwe bi bîr tîne ku di tiştên biçûk de jî pirsên mezin hene, bêdengî û tenêtî dikare alîkariya me bike ku em tiştên çavên me nabînin bibînin.