Zarxûna hewl dide bi çandiniyê malbata xwe xwedî bike

Li parêzgeha Perwan a Efganistanê, Zerxûna Zerîf hewl dide pênc zarokên xwe û endamên din ên malbata xwe bi çandiniya di bin zexta xizanî û hişkesaliyê de xwedî bike.

BAHARAN LEHÎB

Perwan – Hişkesaliyê bandor li herêmên ku her dem berf û barana zêde li wab dibare jî kiriye. Parêzgeha Perwanê yek ji parêzgehên herî kêmav a Efganistanê ye. Îsal ev parêzgeh ji encamên hişkesaliyê rizgar nebû. Gundî neçar man bi şev bi dorê, zeviyên xwe av bidin.

Di 20 salên derbasbûyî de, hejmarek zêde ciwanên vê parêzgehê di Artêşa Neteweyî ya Efganistanê û hêzên polîs de xizmet kirine. Di wê demê de, malbat ji îro baştir dijiyan û gelek ji wan eleqeyek kêm nîşanî çandiniyê dan. Lê piştî Talîban hat ser desthilatdariyê gelek ji van ciwanan ji ber tirsa jiyana xwe, bi taybetî Îran, berê xwe dan parêzgehên din an jî welatên cîran.

Jin neçar in bepirsyariya malbatê bigrin ser xwe

Divê bê destnîşankirin ku hinek ji berpirsên berê yên ewlehiyê piştî bi zorê ji Îranê hatin dersînorkirin vegeriyan parêzgeha Perwanê. Li gorî raporan, hinek ji van kesan paşê ji ber sedemên cuda ji aliyê Talîbanê ve hatine kuştin an jî girtin.

Di van şert û mercan de, jinên ku hevjînên wan tune ne, neçar in berpirsiyariya lênêrîna malbatên xwe bigrin ser xwe. Hewl didin bi çandin û cotkariyê pêdiviyên bingehîn ên malbatên xwe bi cih bînin û ji bo zarokên xwe hinek be jî tiştek bikin.

Em gihîştin gundek li parêzgeha Perwanê. Ev gund şeva berê di bin barana dijwar, teyrok, bahoz û erdhejê de mabû. Di berdewamiya rêwîtiya me ya bi peyatî de, em rastî dayîkek û keça wê ya biçûk garis diçîne hatin. Du kurên biçûk jî alîkariya wan dikirin.

Dema em nêzî wan bûn, bi germî em pêşwazî kirin. Piştî sohbeteke kurt, me rewşa jiyana wan pirsî.

‘Derfet nîn e ez xesûya xwe tedawî bikim’

Zarxûna Zarîf got: “Pênc zarokên min hene. Ez bi xesuya xwe ya ku jinek e pir başe re dijîm. Xezûrê min, hevjîna wî û çar zarokên wan jî li gel me dijîn.”

Di rûyê Zarxûna û zarokên wê de xizanî û zehmetiyên ku dikşînin diyar dibe. Li nêzî wan çend mirîşk û çêlekek digeriya, bi milkê kêm, ligel berhema ji erdê wan, debara malbatê pêk dianî.

Zarxûna Zarîf wiha domand: “Hevjînê min berê di hêzên polîsan de dixebitî. Neçar ma biçe Îranê lê ji wir hat dersînorkirin û niha li parêzgeheke din dijî. Biraziyê min û hevjîna wî bi pirsgirêkên tenduristiya derûnî re têdikoşin. Hemû barê debara malbatê li ser milên min e. Ji bo xwarina her kesê, ez xwe dispêrim berhema zeviyên me. Xesûya min pir nexweş e lê pereyê ku ez wê tedawî bikim tune ye.”

Hişkesalî zirarê dide berheman

Barana ku îsal zû hat bahoz û germahiyên bilind zirarê dab garis. Piraniya garisan kurm dan û kalîteya wê pir xirab bû. Dîsa jî Zarxûna hêviya xwe ya ku ew dikare garis û stûnên wê bifroşe û  pêdiviyên bingehîn ên malbata xwe peyda bike diparêze.

Di nava van hemû zoriyan de, hewldanên keça wê ji bo bidestxistina jêhatiyên terzîtiyê ji bo pêşeroja malbatê dibe çirûskek hêviyê. Keça Zarxûna vê dawiyê dest bi fêrbûna dirûtinê kiriye.

Tevî zehmetiyan hewl dide malbata xwe xwedî bike

Zarxûna tevî zehmetiyên zêde yên ku bi wan re rûbirû dimîne, çandina erd berdewam dike. Di nebûna hevjînê xwe de, bi tena serê xwe ne tenê berpirsiyariya mezinkirina pênc zarokên xwe, di heman demê de berpirsiyariya dabînkirina endamên din ên malbatê jî digre ser milên xwe. Her çendî karesatên xwezayî yên wekî hişkesalî, barana ne di demsala xwe da hatiye û bahoz gefê li berhemên keda wê dixwin jî; ew ji aliyekî ve hewl dide bijî û ji aliyê din ve jî hewl dide nan bîne ser sifreya malbata xwe.