Hunera qamîş jinan bi hêz dike li Qesrînê mîrasa xwecihî zindî dihêle
Li bajarê Qesrîn ê Tûnisê gelek jin, bi domandina hunera qamîşê, mîrasa kevneşop didin jiyîn. Jinên ku kevneşopiya xwe veguherandine projeya pêşxistinê, pêşî li bihêzkirina aborî û civakê vedikin û di warê afirandkarî de bi pêş dikevin.
ÎXLAS HAMRONÎ
Tûnis – Li herêmên Qesrînê, li cihê ku xweza ketiye nava mîras û hunerên dest ên kevneşopî weke perçeyeke nasnameya xwecihî û şekil girtî ye, hunera qamîş weke yek ji dewlemendiyên çandî yên herî girîng a keda demdirêj derdikeve pêş.
Di nava hewldana zindîkirin û nûkirinê de, ezmûnên jinan îlhamê didin ku vê hunerê ji çarçoveya kavneşopî derbixin û weke qadên herî berfireh ên hilberîn û nûkirinê balê dikşîne. Bi vî awayî qamîş, bûye çavkaniya amûra pêşxistinê û bihêzkirina jinan a aborî-civakî.
Di vî alî de ezmûna hunermend Yamna Esudî û hevalên wê, mînakeke zindî ya parastina mîras û jiyana nû, avakirina derfetên xebatê pêşkêş dike.

Ji bo gelek jinan çavkaniya debarê ye
Yamna Esudî ku bi hunerên dest ên kevneşopî re eleqedar dibe, diyar kir ku rêwîtiya wê ya pîşeyî bi azweriyeke biçûk destpê kiriye û veguheriye projeyeke berfireh. Her wiha da zanîn ku bi hevkariya 5 saziyên naveteweyî, di avakirina hunerê de sûdê daye her wiha di girtîgehê de weke mamoste dixebite û di qadên girêdayî hunerên ciwan de xebatê dide meşandin, niha jî projeyek ku gelek jinên ciwan tê de cih digrin bi rêve dibe.
Yamna Esudî diyar kir ku di xebatên xwe de hewl dide hunera qamîşê bide nasîn, taybetmendiyên herêmê werin dîtin û got: “Ez zenbîl, hesîr û panoyên dîwaran û berhemên din ên hunerî bi pêş dixim.”
‘Dema min cîrana xwe dît xwest van berhemên hunerî çêbikim’
Yamna Esudî da zanîn ku eleqeya wê ji bi vê hunerê dema dîtiye cîranê wê dixebite destpê kiriye û ji wê teknîkên dirûtinê girtiye, piştre ferq kiriye ku qamîş ne tenê malzemeyeke kevneşopî ye, di heman demê de madeya xam a vekirî ya afirandkarî û pêşxistinê ye û wiha got: “Min kart û sertîfakaya tam pîşeyî girt. Bi saya vê, di nava Tûnis û derve de ez beşdarî fuaran bûm û di mijara pêşxistina projeyan de min ezmûn qezenc kir. Bi vî awayî min fêm kir ku dê ji bo gelek jinan bibe çavkaniya debarê. Hedefa min ew e ku ez atolyeya xwe mezin bikim û bikim saziyeke rast û domdar.”
‘Gelek jin dixebitin’
Yamna Esudî îfade kir ku li herêmên gundewar ên Qesrînê gelek jin dixebitin û atolyeyan birêve dibin ev yek ji bo jinan dibe derfet ku hem ji qada nefesgirtinê hem jî ji îzolasyonê rizgar bibin. Îfade kir ku projeya wê ya bi navê ‘Hunerên dest ên kevneşopî Hîba Art’ ji bo wê bûye marqeyek û got: “Wekî her pîşeyê, destpêk ne asan e, bi taybetî dema ez ketim qadeke ku bi taybetî hunermendên bi ezmûn lê ne tirsiyam ku bi ser nekevim. Lê belê baweriya min a bi xwe û kêrhatiya min, tevî şertên zor ên malbatê bi sûd bûn, ji bo berdewam bikim bûn zemîn. Lênêrîna keça min a nexweş li cihê ku min ji kar sar bike zêdetir bi biryar kirim.”
Yamna Esudî da zanîn ku dema beşdarî fuaran bûye hewl daye rûyê erênî yê Qesrînê nîşan bide û diyar kir ku herêm ne cihekî weke tê behskirin ê dûrxistinê ye, berevajî, di aliyê qamîş û hunerên dest ên kavneşop de herêmeke dewlemend a çandiniyê ye. Yamna Esudî wiha got: “Xaliyên berberî û berhemên qamîş ên Qesrînê ji derveyî Tûnisê jî tên nasîn û nasnameyeke çandî ku divê nirx were dayîn di nava xwe de dihewîne û got: “Atolyeya min ji bo gelek jinan bûye çavkaniya debarê, dema min li girtîgehê ders dida girtiyek berê, piştî hat berdan min alîkarî da ku karê xwe bi pêş bixe. Bi saya vê gelek jin dikaribûn zarokên xwe xwedî bikin û şertên jiyana xwe baş bikin.”
Yamna Esudî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku gelek berhemên weke aksesuarên ku ji qamîşan çêkirine, bazin, sêwana tîmên şanoyê, bi pêş xistine her wiha li gel pisporên hunerên ciwan berhemên hunerî û aksesurên bi temaya deryayê hilberandine.
Ezmûna jinan a di hunera qamîş de
Ev qada ku Yamna Esudî ava kiriye, di ezmûna jineke din ku daxwaza fêrbûn û pêşxistinê tayîsandiye de şekil digre. Perwerdekar Rîm Suleyman, da zanîn ku di destpêkê de di mijara qamîş de tu ezmûneke wê tunebû lê belê di atolyeyê de gav bi gav xebatên mamostehiyê şopandiye û bi demê re bûye xwedî ezmûn û got: “Min gelek ji vê qadê hez kir. Bi taybetî piştî şopandina bername û hevpeyvînên der barê qamîşê de, min bawer kir ku ji bo pêşxistin, fêrbûn, xebat û debarê bi destxistina derfetan riya herî rast e. Min keşif kir ku qamîş ne tenê ji bo dekorasyonê tên bikaranîn, bi demê re dibin berhemên cuda û bi sûd. Di nava komê de bi saya piştevaniyê fêrbûn asan bûye.”
‘Min di vê hunerê de hem xweserî hem jî afirandkariyê dît’
Perwerdekareke din Sureyya Cebarî jî wiha got: “Yekem tişta ez ber bi vê hunerê ve birim, bedewiya malzemeyên asan e ku mirov dikare vegerîne berhemên hunerê yên taybet. Bi wan berheman malan dixemlînin. Ez berhemên qamîş weke parçeyeke dekoratîf û estetîkê dibînim û ji ber vê ji destpêkê ve bala min kişandine. Min di vê hunerê de hem xweserî hem jî afirandkarî dît. Xebata di nava komê de fêrbûn û parvekirina ezmûna bi jinên din re gelek asan kir û b pêş ketim.”
Hem Rîm Suleymanî, hem jî Sureyya Cebarî, diyar dikin ku van ezmûnan kêrhatiyên pîşeyî bi wan dane qezenckirin û bûye hunera ku riya debarê vedike.
Di encamê de vîzyona Yamna Esudî, ezmûnên perwerdekaran modeleke yekbûnê ava dike. Qamîş ji malzemeyên kevneşop vediguherin projeyên pêşxistinê. Ev ezmûn bi afirandkariya kesî û keda kolektîf, parastina mîras û asoyên nû yên aborî vedike.