Rêxistina jinan Mama Kaş

Rêxistina MAMA KAŞ a navneteweyî ji bo pêşdebirina kêrhatin û afirêneriyên jinan xwedî roleke sereke ye.

 

Navenda Nûçeyan - Şeş jinên bi navê Mercan Saks, Dolêz Karakman, Batî Silcirz, Tanya Liyo, Welîde Van û Dan Birok sala 1984’an li Holandayê rêxistina Mama Kaş avakirin. Despêkê bi navê dewlemendiya domdar (De Erfdocheters) tê nasîn. 118 rêxistinên jinan bi qasî 4,3 miliyon euro alîkariya wê kirine. Serkeftina  vê rêxistinê hêlaye nîşan daye ku jin dikarin xebatên xweser bidim meşandin û biserbixin. Armanca wê ewe ku alîkarî di aliyê siyasî û aborî de bidin jinan û kesên ji xwe dur ketine. Rexne li sîstema heyî dikin û ji bo ji nû ve zagon bên destgirtin têkoşînê dikin. Ji bo rakirina newekheviya zayendiya di nava civakê de heyî ketiye nava hewildanan û gelek jin ji tengaviyên heyî xelas kiriye. 

Daxwazên xwe di rojnameya bi navê ‘Esto No Tiene Nombre’ de anîne ziman û ji bo mexduran taleba maseya diyalog û nîqaşê bê danîn û hemû kesên rastî newekheviyê tên li ser nêrînên xwe bînin ziman. Her wiha ji bo ku jin bikarin mafê dengdanê bi dest bixin jî ked daye. 
Lewra rêvebera tenfîzî ya rêxistinê Niki Makintayr di hevdîtieke bi rojnameger Alîns a di sala 2013 an de bi boneya salvegera 30’emîn a rêxistinê wiha rola jinê û rêxistina wan tîne ziman: "Tevger, xebat û rêxistinên jinan dikarin dengê xwe bigihêjin rayederên cîhanê yên peyîwendîdar û bi vê yekê dikarin helwesta cîhanê bidin guhertin. Rêxistina me di vê mijarê de bandorek mezin daye çêkirin." 
Navendên rêxistina Mama Kaş li gelek deverên cîhanê hene û xebatên xwe bi rêve dibin. Rêxistina Mama Kaş di salên dawî de nêzî 19 milyon euro alîkarî daya jin û keçkên ciwan ên rastî binpêkirinên mafan hatine.