Jinên koçber ên Îdlibê ji neçarî li ber tavê karên çandiniyê dikin

Jinên Bakurê Sûriyeyê ku ji derdora Îdlibê koçber bûne ji mecbûrî ji bo debara mala xwe bikin di şert û mercên zehmet de berê xwe didin karên çandiniyê.

SOHÊR EL-ÎDLIBÎ
Îdlib- Zanîna jinên li Bakurê Sûriyeyê di aliyê xwendinê de kêm e lê belê bi xwe dikarin projeyên xwe yên taybet ava bikin, ev proje jî xwe dispêrin karên berhevkirina çandiniyê. Di şert û mercên gelek zehmet de di bin tavê û qezayên ku çêdibin, dûrî erdê mala xwe kar dikin. Bi destpêka hatina demasala havînê re îsal koçberên Sûriyeyê ji bo debara mala xwe hinek be jî bi cih bînin berê xwe didin hemû cureyên berhevkirinên çandiniyê. Karê çandiniyê ji wan re dibe alîkar ku bikarin hinek pêwîstiyên xwe û zarokên xwe pêk bînin. Jinên ku ji gundên derdora Îdlibê koçber bûne û niha bi çandiniyê debara xwe û malbata xwe dikin ji ajansa me re axivîn.
“Ji bo pêwîstiyên malbata xwe bi cih bînim mecbur im kar bikim”
Jina bi navê Hiyam El-Sebûr a 30 salî di seatên sibehê de li gel dehan jinên din berê xwe dide nava erdên çandiniyê da ku kar bike. Hiyam di karên çandiniyê de xwedî tecrube ye, ji ber ku ew bi xwe jineke gundî ye û beriya ku ji warê xwe koçber bibe xwedî gelek erdan bû û bi xwe kar dikir. Ew wiha behsa karên berhevkirinê dike û dibêje: “Ji ber ku pêwîstiya min gelek bi kar heye, ez niha karê berhevkirinê dikim. Tevî ku karê berhevkirinê di bin tavê de tê kirin û gelek zehemet e û heqdestê wê jî kêm e ez dîsa dest ji karê xwe bernadim. Demsala berhevkirinê mehek yan du meh didome, ez ê kar bikim da ku pêwîstiyên malbata xwe bi cih binîm.”
“Rewşa belengaziyê li ber çavan nayê girtin”
Xedîce El-Şamî ya 45 salî ji bajarokê Al-Bara li Cebal Al-Zawiya ye û niştecihê bajarê Al-Dana yê Bakurê Sûriyeyê bûye, dema roja 15’ê Hezîranê bi kesên din re diçû ser kar di rê de rastî qezayeke trafîkê hat û di encamê de lingê wê şikestiye li ser vê yekê wiha got: “Pariyeke di nav xwînê de ye ger em nexebitin, em ê nan nexwin û em tu kesî nabînin ku li rewşa me ya xirab binêre. Qerebalix gelek zêde bû û wesayîda ku em tê de bûn biçûk û nehevseng bû û tê de hejmarek zêde karkerên jin hebûn ev jî  bû sedem ku wesayîda me biqelibe. Xwediyê kar ne pereye ji bo bijîşk ne jî yê derman da û rewşa belengaziyê jî li ber çavan negirt.”
“Em mecbûr in li benda demsala berhevkirinê bimînin”
Sûmeya El-Elwan a 35 salî ya ji bajarê Seraqib e û ji bajarê Sermeda koçeber bûye der barê kar de wiha got: “Kêmbûna derfetên kar em mecbûr kirine ku li benda demsala berhevkirinê bisekinin di vê demsalê de em kemûn, yanesûn, sîr, pîvaz, genim û hwd. berhev dikin. Tevî ku mûçeyê rojane 20 lîreyên Tirkiyeyê jî derbas nake dîsa em vî karî ji karên din baştir dibînin.”
Divê destheqê jinên karker were dayîn
Endezyara çandiniyê ya 41 salî, Rajaa Al-Sourani îstîsmarkirina hewcedariyên karkerên jin, neheqiya mûçeyên wan li beramberî bihayên bilind û zehmetiya karê wan rexne dike û pêşniyar dike ku mûçeyên karkerên jin li gorî hejmara demjimêran were destnîşankirin û divê ku her seatek ji kar ne kêmî heşt lîreyên Tirkiyeyê be û wiha got: “Hikumeta têkildar divê dev ji bargiraniya welatiyên xwe û barên ku li ser milên wan hatine zêdekirin berde. Divê li şûna wê, li ser lêgerîna karûbarên karkeran û zêdekirina mûçeyên karkerên jin kar bike. Jin hêzeke karkeran pêk tînin û guman tune ye ku xebata di şert û mercên dijwar û meaşên kêm de karkerên jin dike bin zextên darayî, psîkolojîk û fizîkî. Xewnên wan her tim başkirina mercên jiyana guncaw ji bo jinên karker in.”