Projeya Aboriya Jin: Mobîlya û dekorasyona Star

Salek û sê meh e Aboriya Jin a bajarê Qamişlo projeya kargeh û firoşgeha mobilya û dekerasyona Star ava kiriye. Endama Komîteya Aboriya Jin Lava Xelîfe diyar dike ku armanca wan ji vê projeyê ew e ku jin bikaribin aboriya xwe bi xwe bi rêve bibin.

 
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ruhê pêşengiyê gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin,  yek ji wan Aboriya Jinê ye ku jin xwedî li aboriya xwe derdikevin û sûdek mezin jê digrin. Komîteya Aboriya Jinê ya Rêxistina Kongreya Star bi projeyên nû aboriya xwe bi rêve dibe. Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeyên mîna çandinî, bazirganî, pîşesazî û xwedîkirina sewalan ava kirin û di van karan de pêşengî kirin. Li bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Aboriya Jinê gelek proje ji bo jinan ava kirin û sûdek baş li jinan dikin. Yek ji wan projeyan, projeya kargeh û firoşgeha mobîlya û dekorasyona Star e ku ev salek û sê meh e hatiye avakirin. Girêdayî kar û xebata mobîlya û dekorasyona star, Endama Komîteya Aborî ya Jinê Lava Xelîfe nirxandin kir. 
"Mobîlya Star salek û sê meh e hatiye avakirin" 
Aboriya Jinê bi projeyên nû feydeyên mezin li jinan dike. Lava Xelîfe wiha behsa avabûn û kargeha Mobîlya Star dike: "Di nava 10 salên şoreşê de gelek pêşketinên berbiçav çêbûn, yek ji wan avabûna Aboriya Jinê ya xweser e ku jin pêşengiya aboriya xwe dikin. Ji bo ku em projeya mobîlya, di destpêkê de ava bikin me kargehek jê re ava kir. Piştî ku karê me di kargehê de bi ser ket me firoşgeha mobîlya bi navê 'Star' ava kir. Berhemên ku me di kargehê de çêdikir me li firoşgehê difirot. Ev bû salek û sê meh e mobilya Star bi awayekê xurt kar û xebatên xwe li bajarê Qamişlo bi rêve dibe. Me di Aboriya Jinê de gelek proje dan avakirin û ev yek jî bi yekbûna jinan pêk hat. Em vê serkeftinê li tevahî jinan pîroz dikin."
"Firoşgeha Star sibehê ji saet 9 heta 7'ê êvarê ji bo jinan vekiriye"
Lava wiha behse amûrên ku çêdikin û di firoşgehê de difroşin dike: "Em di firoşgeha Starê de masa, nivînên zarokan, masayên metbexê, sofa, dîwan, qoltix û gelek amûrên mobilya ku bi awayekê seta mobilya çêdikin û difiroşin. Her wiha em li gorî daxwazan jî seta mobilyayan çêdikin. Di kargeha mobilya de 6 kes kar dikin. Elbet zehmetî hene ji wan yek jî nepeydakirina textên baş e. Lê ruxmê wê jî em hewl didin li deverên cuda textên baş bînin û gel ji tiştên me razî bibin. Di destpêka projeyê de min cihê xwe digirt û bi awayekê bi rêk û pêk ev 6 meh in li ser firoşgeha Star disekinim. Firoşgeh ji 9'ê sibehê heta 7'ê êvarê vekiriye û ji bo gel û jinan xizmetê dike." 
"Em ê aboriya xwe berfirehtir bikin"
Lava bi van gotinan armanca avakirina projeya Mobilya Star parve dike: "Aboriya Jinê gelek projeyên mîna çandinî, bazirganî û pîşezasî dan avakirin. Piştî firoşgeha Lavîn a cilan, me dît ku çawa aboriya jinê sûdek baş li gel dike lewma me projeya mobîlya star jî ava kir. Armanca me ya sereke ji vekirina mobilya star ew e ku em buhabûna bazarên derve bişkînin û asta aboriya jinê mezin bikin. Em dixwazin jin pêwîstiyên xwe ji berhemên me û keda me pêk bînin. Di nava 10 salên şoreşê de Aboriya Jinê gelek pêşketinên berbiçav çêkirin, em tu carî têr nabînin em ê her berfirehtir bikin."