Jinên Afganî bi mîkrokrediyan aboriyên xwe yên serbixwe ava dikin

Li Afganistanê, jin bi pêvajoyekê ji hilberîna li malê bigire heta karsaziyên biçûk, serxwebûna xwe ya aborî ava dikin. Latîfe Îkbalî got ku karsaziyên takekesî yên ku bi mîkrokrediyan hatine damezrandin beşdariya jinan di jiyana aborî de xurt dikin.

BAHARAN LEHÎB

Bamyan – Jinên li Efganistanê demeke dirêj di aboriya malbat û civakê de roleke girîng lîstin, her çend ev rol di gelek serdemên dîrokî de kêmtir hatibin belgekirin jî. Di civakên kevneşopî de, jin di hilberîn û dahata malbatê de bi awayê çalakiyên malê yên wekî tevnê, xalîçe, çandinî û karên destan xwedî pareke çalak e. Her çend bi gelemperî wekî xebata nefermî tê binavkirin jî, ev çalakî wekî stûnên bingehîn ên aboriya herêmî dihatin hesibandin.

Di hilberîna xalîçe û karên destan de roleke girîng lîstine

Li gorî lêkolînên dîrokî, di serdema berî îslamê de û paşê jî di serdemên cuda yên îslamî de, jinên li deverên cuda yên Efganistana îroyîn, beşdarî hilberîna çandinî û karên destan bûn. Çavkaniyên têkildarî lêkolînên dîrokî yên li ser Rêya Hevrîşim û aboriya herêmî nîşan didin ku jinan, bi taybetî li ser rêyên bazirganiyê yên mîna vê rêyê, di hilberîna xalîçe û karên destan de roleke girîng lîstine û ev berhem ji bazarên herêmî û navneteweyî re hatine peydakirin.

Yek ji mînakên herî berbiçav ên rola aborî ya jinan di dîroka Efganistanê de di kesayetiyên wekî Rabia Belxi (sedsala 3-4’emîn) de tê dîtin. Her çend ew herî zêde wekî helbestvan tê naskirin jî, hebûna çalak a jinan di dadgeh û derdorên çandî yên wê demê de beşdariya wan di avakirina aboriya çandî û civakî de nîşan dide.

Di dema serdestiya Qralîçe Soraya de ji bo perwerde û bihêzkirina jinan hewldanên berfireh

Di serdema nûjen de, bi taybetî di dawiya sedsala 19'an û destpêka sedsala 20'an de, bi reformên civakî, jinan hêdî hêdî ji bo beşdarbûna aborî zêdetir derfet dîtin. Di dema desthilatdariya Qralîçe Soraya (1297-1307) de ji bo perwerdekirin û bihêzkirina jinan hewldanên berfireh hatin kirin, ku rê li ber beşdarbûna wan a di çalakiyên aborî û civakî de vekir. Ev serdem dikare wekî xala werçerxê ya di pêşveçûna karsaziya jinan de were hesibandin.

Raporên pêşveçûnê yên Efganistanê di dehsalên navîn ên sedsala bîstan de dibêjin ku bi berfirehbûna perwerde û bajarvaniyê re, bêtir jin ketin bazara kar. Ew di sektorên wekî perwerde, tenduristî, karên destan û karsaziyên biçûk de çalak bûn. Çêkirina atolyeyên çêkirina xalîçeyan û karên destan ji hêla jinan ve mînaka karsaziya destpêkê ya wê serdemê ye.

Mîna debara sereke ya malbatan derketine holê

Li gorî Human Rights Watch, tevî şerên dirêj ên li Efganistanê ji sala 1979'an ve, jin ne tenê ji qada aborî nehatine dûrxistin, her wiha di gelek rewşan de wekî debara sereke ya malbatan derketine holê. Di demên nearamiyê de, wan bi avakirina karsaziyên biçûk ên wekî terzî, firotina berhemên malê û karên destan di mayîna aborî ya malbatan de roleke girîng lîstin.

Piştî 2001'an, bi zêdebûna alîkariya navneteweyî û baldariya li ser bihêzkirina jinan, ji bo karsaziya wan bêtir derfet hatin peydakirin. Rêxistinên navxweyî û navneteweyî bernameyên ji bo hînkirina hunerên karsaziyê, gihîştina bazaran û alîkariya darayî ji jinan re dest pê kirin. Di vê heyamê de, jin dikaribûn şirket, sazî û karsaziyên xwe yên serbixwe ava bikin û wekî karsazên serkeftî werin naskirin.

‘Min mîkro kredî stend û tevlî jiyana kar bûm’

Bi desthilatiya Talîbanê û qedexekirina xebata jinan a li derveyî malê re, jinên Efganî roleke girîng dilîzin û di warên cuda de karê xwe didomînin. Latîfa Eghbalî yek ji wan jinan e ku li bajarê Bamyanê dikanek tenduristî û kozmetîk a jinan vekiriye. Latîfa bi van gotinan qala rojên di malê de dîl maye kir: “Dema ku min dev ji dibistanê berda, ez li malê bêkar bûm. Her ku ez bêkar bûm, ewqas stres bûm. Min biryar da ku dikanek vekim da ku ez herî kêm mijûl bibim. Min ji rêxistineke herêmî ya li Bamyanê dixebite piştgiriya mîkrokredî stend. Ev rêxistin xwedî sîstemeke fonê ye ku bi berhevkirina beşdariyên biçûk ên jinan hatiye afirandin. Bi demê re, piştgiriya saziyî li van çavkaniyan zêde bû. Ez bi avakirina karsaziya xwe, bi vê krediya biçûk, dîsa tevlî jiyana aborî bûm.”

‘Bêkarî hê di ciwaniyê de porê meriv spî dike’

Latîfa ya ku dixwaze ji bo jinan bibe mînak, peyamek ji bo jinên Efgan da. Latîfa xwest ku jin dest bi kar bikin û wiha domand: “Bila destpê bikin. Ji ku destpê dikin bila bikin. Ew dikarin ji malê jî tiştek bikin. Ji gelek mijarên biçûk, ji tevna destan bigire heta karên din, bi kurtasî, divê ew qet vala nebin. Dema ku ew bêkar in, tevî ku hêj ciwan in jî  porê wan spî dibe. Ez wisa xuya dikim. Li malê bûyîn we nexweş dike. Stres zêde dibe. Ez berê jineke Bajerti bûm. Ev çar sal in ku ez li malê me, dema ku ez dipeyivim, dengê min dilerize, destên min dilerizin û her ku hûn li malê bimînin, ev lerz û rewşa xirab zêde dibe. Jinên Efganî li ku derê bin jî divê dest pê bikin. Ev ji bo giyan û derûniya wan pir baş e.”

‘Ji cihekî destpê bikin’

Tiştê ku ji vê vegotinê derdikeve holê, ji derveyî avahiyên fermî û sînorên siyasî, berdewamiya rola jinan a girîng di aboriya Efganistanê de ye. Ji çalakiyên kevneşopî bigre heta karsaziyên biçûk ên îroyîn, jin ji bo mayîn, serxwebûn û rûmeta xwe têkoşînê didomînin. Tecrûbeyên mîna Latîfa nîşan didin ku kar û beşdariya aborî ji bo jinan ne tenê hewcedariyeke aborî ye, her wiha rêyek e ji bo parastina tenduristiya derûnî, nasnameya kesane û hêviya xwe ya ji bo pêşerojê. Rêyeke ku tevî hemû astengiyan jî berdewam dike.”