Nerîman debara mala xwe bi nanê tenurê dike

Nermîn ya ku li Seyîdsadîq ji bo debara malbata xwe bike û zarokên xwe xwedî bike, bi tena serê xwe firinek biçuk ya ku nanê tenura xazê çêdike bi rêve dibe û nanê vê tenurê di meha Remezanê de ji aliyê kiriyaran ve gelek tê hes kirin.

 
Hewar Mehemed
Silêmanî - Nermîn jinek temen 59 saliye, bi xwe li devera Seyidsadiq dijî û dayika çar zarokan e. Ji bo debara malbata xwe bike û zarokên xwe xwedî bike heta niva şevê di firina xwe ya biçuk ya bi navê ‘Nanê Saviya’ bi tena serê xwe di xebite dide diyarkirin ku ji bo ew alikariya hevjinê xwe bike û bi awayek baş zarokên xwe xwedî bike kar dike û dibêje: “Ev nêzî du salane min firoşgeha nan çêkirinê ya binavê ‘Nanê Saviya’ vekiriye. Di destpêkê de ez gelek di westiyam lê belê ji ber ez gelek ji karê xwe hez dikim westana min jî xweş tê.” 
Nermin her roj di saetên siharê seat 5:00’an dest bi kar dike heta 12’ê nivro berdewam dike. Lê belê bi hatin meha Remazanê re ji ber hemû kes bi rojine pîştî banga melayê Eşayê heta seat 1’ê şevê li firoşgeha nan, nan çêdike. 
Hevirê nan em bi run û avê çêdikin
Nermina ku bi xwe hevirê nan çêdike û li tenurê dide wiha behsa çêkirina hevirê xwe yê nan dike û dibêje: “Ev kare di werza zivistanê de xweşe. Bi şevan em hevîrê nanê xwe çêdikin û heta siharê amade dibe qet xira nabe. Lê belê dema dibe werza havînê nêzî siharê em hevîrê xwe amade dikin ger ne wisan be hevir wê heta siharê gelek tirş bibe. Di dema hevirkirinê de ez hevirtirş bi kar naynim. Ji deveyî nan, ez çend curên din yên nan çêdikim nanê tirî, nanê hewreman û car caran jî nanê levaş çêdikim. Pîştî min hevirê xwe ciwan sitira ez didanim aliyekê heya ku amade dibe, pîştre dikim girik û bi run nanê xwe çêdikim. Yên ku ji run hez nekin bi avê hevirên xwe çêdikin. Gelek kes dibêje min tenura daran bi kar bîne, ji ber tenura dar zu di cemide ji ber wê ez bi tenura xazê nan çêdikim heman tama nanê tenura daran dide.”
Gelek karên cuda kiriye
Nerminê heta niha gelek karên cuda kiriye û beriya niha firoşgehek ya Mirişkan vekiri bû û 5 salan di wê firoşgehê de xebitî û pîştî wê, firoşgeha nan çêkirinê vekir û û ev nêzî du salane bi tena serê xwe di wê firoşgehê de di xebite. Firoşgeha bi navê Nanê Saviya her roj tê vekirin. Lê belê niha ji ber meha remezanê ye ev firoşgeha tenê şev tê vekirin û nan têde tê çêkirin.
Nermîna ku xwedî cihê nan çêkirinê û nanê tenurê yê germ çêdike, ji ber wê jî gelek bikirên wê heye û hunek ji wan ji tenê tên gel wê nanê germ dikirin û li gel mastê mihan dixwin. Nermin biranînek ya xwe ya li gel jinek ku hertim tê gel wê nanê germ û mast digre de wiha dibêje: “Dayika min demek nexweş bû li nexweşxanê ez li gel dayika xwe bûm min firoşgeh ne vekiribû, pîştî ku min firoşgeh vekiri ew jin hat gel min û got ev çend roje çima te firoşgeh ne vekirîbû ev çend roje me nanê germ û mast tam nekiriye.”