Li Misrê jinek ku kevneşopiyan red dike

Li Seîda Misrê û di navenda atolyeyek biçûk de Nensî Îshaq li dijî nêrînên civakê yen kevneşopî serî radike û xewna xwe ya pêşxistina pîşeyê ku ji bavê xwe mîras girtiye, diparêze.

ÎMAN SEMÎR ELÎ

Misir – Li gundê “Îdmo” yê navçeya El-Minya ya Misrê ku zevî pir in û dengê makîneyan di atolyeyên esnafan de bilind dibe, çîroka jinek li benda me ye. Jina bi navê Nensî Îshaq di nav bêhna rûnên mîneral û dengê amûrên elektrîkê de bi baweriyek ku naşibe temenê wê, radiweste.

Çîroka di atolyeyek biçûk de

Bi pêşbirka xwe ya biçûk li vir cih digre. Keçek ku hê salên dibistana navîn derbas nekiriye, lê karîbû di nav pîşeyek ku civak demek dirêj wekî tenê ji bo mêran dibîne de, cihek ji xwe re veqetîne. Di hundirê atolyeya biçûk de, Nensî Îshaq di navbera Hîltî, makîneya hûrkirina goşeyê û makîneya qulkirinê de diçe û tê. Nensî, kêmasiyan ji hev vediqetîne û parçeyan ji nû ve kom dike, mîna ku hûrguliyên wan  ji ber dizane.

Rêwîtiya ku ji zarokatî ve destpê kir

Nensî Îshaq diyar kir ku mezina xwîşk û birayên xwe ye, ji biçûktiya xwe ve xwe ji malbatê berpirsyar hîs kiriye. Ji ber ku wê didît ku pêwîst e alîkariya bavê xwe bike û di karê wî de li kêleka wî be. Ji ber hesta berpirsyariyê, ji salên xwe yên ciwan ve ew teşwîq kiriye ku biçe atolyê da ku ji bavê xwe re bibe alîkar û bibe ‘Destê rastê’ wek ku wê pênase kir. Rêwîtiya Nensî ya ku di zarokatiya xwe de dest bi vê pîşeyê kir, dema ku ew di pola sêyemîn a dibistana seretayî de bû, bi çûyîna bi bavê xwe re ya atolyeyê destpê kir. Wê bi alîkariya bavê xwe, di karên hêsan de dest pê kir, berî ku hêdî hêdî di bin çavdêriya bavê xwe de fêr bibe ka mirov çawa alavan ji hev vediqetîne, ji nû ve komî ser hev dike û lênêrîna wan dike. Piştî salên salên dirêj, wê ezmûneke berfireh bi dest xist. Ev bû sedem ku xerîdar jê re bêjin “Endezyar Nensî”, bi taybetî jî piştî serkeftina wê ya di tamîrkirina xeletiyên tevlihev de. Tamîrên ku hin kesan hêvî nedikir ku keçek ciwan bikaribe çareser bike.
 

‘Tevî rexneyên tund ji aliyê civakê ve Nensî karê xwe domand’

Tevî serkeftina ku jina ciwan bi dest xist, ji ber xwezaya karê xwe, bi taybetî li civateke gundewarî ya kevneşop a li Seîda Misrê, Nensî rastî gelek rexneyan hat. Lê belê, li gor ku Nensî dibêje, van rexneyan ew motîve kirine ku berdewam bike û xwe nîşan bide. Ji bilî piştgiriya mezin a ku wê ji bavê xwe wergirtiye, ku wê ji bo domandina vî karê giran teşwîq kiriye û berpirsyariya atolyeyê bigre ser xwe.

Rêwîtiya di navbera xwendin û kar de ye

Ji ber ku Nensî xwendekar bû, diya wê ditirsiya ku kar bandorê li ser performansa wê ya akademîk bike. Bi taybetî jî, dema ku ew nêzî qonaxa lîseyê bû, ev yek bû sedem ku Nensî Îshaq xwendina xwe veguhezîne pergala malê û ji bo ku kar û xwendin hevseng bike, xwe bispêre dersên elektronîkî. Nensî rave kir ku ew pir dirêj dixebite, carna heta nîvê şevê nasekine, ji ber ku ew lênêrîna cûrbecûr alavên pîşesaziyê û amûrên malê dike. Her wiha perçeyên yedek ên pêwîst ji xerîdaran re peyda dike û li gorî cewherê xirabûnê û bihayê perçeyên ku tên bikaranîn, lêçûna tamîrê diyar dike.
 

Birîneke kûr di lingê wê de çêbû

Rêwîtiya karê Nensî bê xetere nebû. Ji ber ku nêzî du sal berê dema ku di dema bikaranîna “roketek” de, boriyek di hundirê atolyeyê de birî, bûyerek qewimî. Nensî birîndar bû. Birîneke kûr di lingê wê de çêbû, lê wê tevî birîndariyê jî, berî ku bê dermankirin, roja xebatê temam kir.
Nensî Îshaq bawer dike ku armanca wê ji karê di atolyeya biçûk a ku ew niha lê dixebite, namîne. Ji ber ku ew xeyal dike ku navenda lênêrînê ya herî mezin a alavên elektrîkê yên li Misrê ava bike. Navendek ku hemû perçeyên yedek ji bo alavên hawirdekirî û herêmî peyda bike, ji bo xerîdaran hêsantir bike da ku amûrên xwe, bêyî êşa lêgerîna pêkhateyên ne berdest tamîr bikin.
 

  

Nensî bi karê xwe bû modelek cuda

Îro, Nensî Îshaq bûye modelek cuda ji bo keçek ji Seîda Misra ku karîbû xwendin û kar bi hev re bike yek û di warê pîşeyî yê dijwar de serkeftî bû. Ji zarokek ku di atolyeyê de alîkariya bavê xwe dikir, veguherî yek ji karkerên herî navdar. Karkerek di warê tamîrkirina alavên elektrîkê de li Minyayê bû navdar.