Li Lubnanê jin dijî newekheviya zayendî têdikoşin
Ji ber krîza civakî, aborî û ewlehiyê, li Lubnanê cûdahiya zayenda civakî kûr bûye. Lê belê jin ji bo bihêzkirina xwe û xwegihandina pozîsyonên pêşengtiyê, bi îrade û biryardireyek mezin li dijî van tengasiyan radibin.

SUZAN EBÛ SAÎD
Beyrûd- Li Lubanê rêjeya beşdariya jinan e di kar de, di bin ji sedî 30’î de ye. Mêrsalarî û zextên civakî bandorek neyînî li jinan dike. Krîza aborî û hilweşîna cinsê pere û enflasyon, bi taybetî bandorê li jinan kir. Di nava jinan de xizanî û rêjeya bêkariyê zêde bû. Ev rewş di bazara kar de ferqa cûdahiya zayendî mezintir kir. Ev jî, tengasiyên ku jin rûbirû ne zêde dike.
Li gorî rapora Foruma Aborî ya 2024’an a bi navê ‘Rapora Newekheviya Global a Zayendî’, Lubnan li dinyayê di rêza 133’an de ye, di herêmê de di rêza 8’an de cîh digre. Di krîterên beşdariya aborî de Lubnan di rêza 122’an de ye, di çand û perwerdê de di rêza 111’an, di tenduristî û jiyanê de di rêza 67’an, di beşdariya siyasî de di rêza 142’an de cîh digre.
‘Lubnan yek ji welatên ku herî zêde cûdahiya zayendî lê hene ye’
Rêvebera Bernameya Jinan a Fakulteya Bazirganî ya Silêman Elyan a li Zanînageha Emrîka ya Beyrûdê Nada Xedac Sobh wiha got: “Tevî şertên zehmet ên aboriyê ku welat di nav de ye, karkirina jinan ne tiştek nû ye. Jinan di başkirina aboriya Lubnanê de rolek mezin lîstin. Lê belê ji bo jin bi bandor beşdarî civakê bibin, divê zagonên kar ku mijarên weke saetên kar digre nava xwe, werin guhertin. Tevî ku Lubnan xwedî mîrasek dewlemend e, yek ji welatên ku cûdahiya zayendî lê gelek e ye. Di sala 2020’an de di nava 153 welatan de di rêza 145’an de bû, di sala 2021’an de di nav 156 welatan de ket rêza 132’an. Di sala 2022’an de rêjeya beşdariya jinan di hêza kar de tenê ji sedî 24 bû, di mêran de rêje ji sedî 76 bû. Di sala 2023’an de ev rêje ji bo jinan gihîşt ji sedî 27,5’an.”
‘Tevî zoriyan jinên Lubnanê hewl didin’
Nada Xedac Sobh destnîşan kir ku ev ferq bi krîzê re derneketiye û wiha dom kir: “Beriya krîzê jî beşdariya jinên Lubananê di hêza kar de di asta herêmî û kûrewî de gelek kêm bû. Bi pandemiya Covîd 19 re ev rewş xirabtir bû. Zêdetir jin ji kar hatin derxistin, mûçeyê wan gelek kêm bû. Li beramberî vê berpirsyartiya wan a di nava malê de, lênêrîna mal, zarok û pîran sê qat zêde bû. Tevî van hemû zoriyan, jinên Lubnanê di asta pêşengtî û têkoşîna xwe domandin. Di sala 2019’an de di pozîsyonên navendî û jorîn de ji sedî 28,9 jin cîh digirin. Ev hejmar ne tenê îstatîstîk in, ji bo derbaskirina astengiyan û aşkerakirina potensiyela jinên Lubnanê ya di aborî û civakî de bangek e jî.”
‘Jin çavkaniya îradeyê ye’
Pispora Fînansê Lara Maakaroun jî diyar kir ku beşdariya jinan di hêza kar de, bi temamî girêdayî îradeya di kesan de ye û wiha got: “Jin yan li kar digere yan jî karê xwe ava dike. Ya ku destûr nade jin kar bike, zextên malbatê û civakê ne. Lê belê îro jin û mêr li gel hev dixebitin. Krîza aborî ya li Lubnanê, li gorî min diyar dike ku astengiya beşdariya jinan ya kar navxweyî ye. Daxwaza îrade, hezkirin û hebûna di dinyaya kar de. Di zanîngehan de ji derveyî xebatên akademîk, ez di rêveberiyên biçûk û hewldanan de şêwirmendî dikim. Em stratejiyê bipêş dixin, em çêkerên malî ava dikin, ji bo mezinkirina projeyan em fikran ava dikin û xebatên berfirehkirina bazaran dikin. Di vê wateyê de para jinan mezin e. Komeleyên ku destek didin jinan hene. Destek didin projeyên jinan ên biçûk û mezin, wan di mijara veberhênanê de hişyar dikin. Ji bo em fikrên xwe pêk bînin, dîtina veberhênanan û xistina meriyetê ya projeyan, em bi hev re dixebitin. Hedefa me ew e ku jin di malbat û civakê de rola bi bandor bilîze.”
‘Daxwaza serkeftinê, kesan dibe serkeftinê’
Dizaynera Grafîk û avakera şîrketa taybet Hîba Dallal jî da zanîn ku serpereştiya wê ya hewldanê, di sala 2016’an de destpê kiriye û ev tişt gotin: “Li Zanîngeha Lubnanê xwendekara yekem bûm ku teza xwe ya lîsansa bilind pêşkêş kiriye. Şirketa min bi awayek yasayî tomarkirî ye. Ji ber ku ez jin im û kêmaniyên madî, rastî zor û zehmetiyan hatim. Tu rewşek nekarî min bisekinîne. Min xwest malbata min û civak bibîne ku jin dikare biserkeve. Min perwerde girt, ez xebitîm û min hewl da. Niha jîriya çêkirî gelek belav bûye, ev nayê wê wateyê ku em kislaniyê bikin. Ji ber logo û dîmenekê em ji wan bawer bikin. Di demên ku krîz hene de li cihê sekinandinê, divê em bifikirin ku dikarin çi bikin. Dema pandemiya Covîd19 destpê kir, şirketa min sekinî û min dest bi projeya nebatan kir. Min nebat belav kir. Wê demê bazirganî ne ewqas belav bû. Jiyan, xwestek û daxwaza serkeftinê kesan dike nav liv û tevgerê. Ev tenê bi qada perwerdê re ne sînordar e, kes dikare di qadek cûda de jî biser bikeve.”
Ji bo parastina mafên jinan destek didin hev
Rêvebera Çavkaniya Mirovan Mîra Necîm destnîşan kir ku rêjeya jinan di qada hewldanê de zêde bûye û wiha pê de çû: “Ev kesayeta jinê bi hêz dike û pêk tîne ku ceribandinên nû bijî. Lê belê neçar dimînin zarokên xwe û malabata xwe di mal de bihêlin û herin kar. Ji ber vê yekê, divê di navbera jiyana kar û jiyana malbatê de hevsengiyê pêk bîne. Li welat rewşa aborî û bihabûna jiyanê bandorek neyînî li jinên ku dixebitin dike. Bi taybetî dayîkek ku dixebite, di pêkanîna mesrefên zarokên xwe yên kreşê de tengasiyan dikşîne. Hêviya me ew e ku jin ji heqê van zoriyan bên der û di pozîsyonên baştir de erk bigrin. Em jinan teşwîqî xebat û hilberandinê dikin. Ev hem ji bo civakê û hem jî ji bo malbatê gelek girîng e.”