Li Koye kursa dirûtinê hat vekirin

Komîteya herêma Koye ya Komeleya Jinên Kurdistanê Kürdistanê bi hevkariya rêxistina Ahmedî Banî Xêlanî, li Koye ji bo jinan kursa dirûtinê vekir.

ŞIYA KOYÎ

Koye – Ji ber ku bajarê Koye li herêmeke dûr e, derfetên kar kêm in, şêniyên wê bi dahatek kêm debara xwe dikin. Ji ber ku bi salan e xebatên îstîhdamê nayên kirin, gelek jinên ciwan bêkar mane. Tevî vê yekê li Koye jî wekî bajarên din ên Kurdistanê civakên cuda hene. Penaberên ku ji ber zexta rejîmê neçar mane koçî Rojhilatê Kurdistanê bikin li vî bajarî bi cih bûne. Ji ber vê yekê, hinek rêxistinên jinan, bi taybetî ji bo destekê bidin jinên ku derfeta kar nedîtine bi kursên pîşeyî hewl didin derfetên kar çêbikin.

‘Bila karê jinan hebe û dahata xwe bikin’

Berpirsyar û mamosteya kursa dirûtinê Nêmam Mikaîl, wiha got: “Em li herêma Koye ji bo jinan her sal kursên birandin û dirûtinê vedikin. Armanca me ew e ku karê jinan hebe û hînî pêşe bibin, li malên xwe jî bikaribin debara xwe bikin. Hinek kesên ku tevlî kursan dibin xwendekar û mezûnên zanîngehê ne, hinek ji wan jî jinên ku naxebitin li malê ne. Bi van kursan, dixwazin bibin xwedî karê serbixwe lewre li bajarekî weke Koye, derfetên kar hema bibêje qet tune ne

Li bajarekî wekî Koye, derfetên kar hema bibêje qet tunene. Gel tenê bi mehaneya xwe dijî, îstîhdam tune ye û mûjeyê mehane jî jixwe her meh nayên dayîn. Her wiha saziyên ku şêniyên Koye jê sûdê bigrin jî tune ne.

‘Tu hêviya me ji bo girtina kar tune ye’

Şevîn Dara ya ji zanîngehê mezûn bûye û beşdarî kursê bûye wiha dibêje: “Piştî ku min zanîngehê qedand ji ber derfeta kar tunebû, min biryar da hînî pîşeyek bibim lewre hêviya tunebû ku me bigrin kar. Ji bo saziya ku vê kursê pê pere vekir spas dikim. Her çendî makîneya dirûtinê tunebe jî ez ê hewl bidim bi awayekî temîn bikim.”

‘Em hîn bûn çawa mirov dikare pîşeyek hîn bibe’

Efsane Naleşîn a ji Rojhilatê Kurdistanê ku bi salan e li Koye dijî, diyar kir ku ji her derê Kurdistanê jin hatine ba hev û bi vê kursê pir kêfxweş bûne û wiha got: “Ne ji bo girtina sertîfakayê ji bo em hînî dirûtina cil û bergên Kurdewar bibin em hatin vê derê. Ez bi hatina jinan a li vê derê pir kêfxweş bûm. Em hemû ji hev re dibin alîkar û hîn bûn ku divê em xwe hînî pîşeyek bikin. Aliyê wê yê herî xweş jî ew ku jin ji Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hatin ba hev.

Ayşe Muhammed Murad a ji Rojava diyar kir ku tevlî kursê bûye û wiha got: “Ez spasî ji rêxistina jinan a ku vê derfetê da m re dikim. Bi salan bû eleqeya min ji dirûtinê re hebû lê min derfet nedidît. Li vê kursê bi awayê pratîk em hînî dirûtinê bûn. Jinên Rojava xwedî behre ne û her dem bi kêfxweşî jiyanê dijîn, ji xebatê hez dikin û dixwazin bibin xwedî karê xwe.”