Li Kobanê bi amadekirina xwarinên zivistanê jin debara xwe dikin
Komîteya Aborî ya Kongra Star li Kobanê, bi projeya "Mala Dabînkirina Xwarinên Zivistanê" çanda kevnar zindî dihêle. Di heman demê de jinên ku di projeyê de dixebitin, hem aboriya malbatên xwe xurt dikin hem jî li ser lingên xwe disekinin.
NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Ji bo teşwîqkirina jinan ji bo xebatê û çêbûna xwebaweriyê û ji aliyê aborî ve werin xurtkirin, Komîteya Aborî ya Kongra Star li bajarê Kobanê yê Rojava ji bo jinan gelek projeyan pêk tîne. Yek ji van projeyan, projeya "Mala Dabînkirina Xwarinên Zivistanê" ye. Her sal ji mehên havînê heta destpêka zivistanê, pênc sal in bênavber vekiriye û bi qasî 10 jinan tê de dixebitin.
Karê jinan di mehên havîn û payîzê de her sal zêdetir dibe. Ji amadekirina pêdiviyên zivistanê dest pê dike, ev kar wekî kevneşopiyeke çandî tê hesibandin ku di tevahiya dîrokê de di nava gelên Kobanê de berdewam kiriye. Jin vê kevneşopiyê nifş bi nifş zindî dihêlin. Ev yek hilanîna genim, nîsk û dexlên din, hişkkirina her cure sebzeyan û amadekirina rîçalên cûrbecûr vedihewîne. Ji bo jinan, pêdiviyên zivistanê ji bo her malê piştgiriyek aborî ya bingehîn û girîng temsîl dikin.
Hêza kar û serxwebûna aborî ya jinan
Rêvebera projeyê ya bajarê Kobanê Şîraz Îbrahîm, der barê armanca vekirina projeya "Mala Dabînkirina Xwarinên Zivistanê de wiha got: “Armanca sereke ya vê projeyê ew e ku jinan teşwîqê xebatê bike. Bi taybetî, ji bo rewşa aborî ya jinên ku dixebitin an li kar digerin baştir bibe. Bi van projeyan, Kongra Star armanc dike ku ji bo jinan derfetan biafirîne, bi dabînkirina derfetên kar alîkariya wan bike ku bikaribin serxwebûna aborî bi dest bixin û rola wan di civakê de xurt bibe.”
Şîraz Îbrahîm da zanîn ku di destpêka projeyê de bi çavkaniyên sînorkirî û bi awayekî piçûk dest bi kar kirine lê ji aliyê gelê Kobanê ve rastî eleqeyek mezin hatine. Şîraz wiha pêl da gotinên xwe: “Armanca me ew e ku em projeyê bi pêş bixin û çarçoveya wê berfireh bikin. Bi vî awayî, em armanc dikin bigihîjin gelek jinên ku dixwazin bixebitin, derfetên kar ên guncaw pêşkêşî wan bikin û beşdarî baştirkirina şert û mercên wan ên aborî û jiyanê bikin.”
Şîraz Îbrahîm diyar kir ku hejmara jinên di projeyê de dixebitin gihîştiye 10’an û ev hejmar li gorî kar zêde dibe, got ku jin ji saet 8:00’ê sibehê heta 3:00’ê piştî nîvroyê dixebitin. Şîraz Îbrahîm wiha got: “Proje û karên bi vî rengî lênêrîn û paqijiyê hewce dikin. Ji ber vê yekê, em hemû kesên ku li vir dixebitin paqijiya cih û berhemên ku em amade dikin didin pêşiyê.”
Şîraz Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de girîngiya berdewamiya piştgiriya projeyên bi vî rengî destnîşan kir da ku derfetên kar ji bo jinan bêhtir bibin û rewşa wan a aborî baştir bibe.
‘Ev proje ji bo em li ser lingên xwe bisekinin derfeteke baş e’
Elmaz Muhammed ku li Navenda Dabînkirina Xwarina Zivistanê dixebite, got: "Min du sal berê li vir dest bi kar kir. Armanca min ew e debara zarokên xwe bikim. Ji bo min û hemû jinên ku li vir dixebitin, ev proje derfeta karekî baş pêşkêş dike da ku em li ser lingên xwe bisekinin.”
Elmaz Muhammed, der barê karê ku dikin de wiha got: “Em ava îsotan, nokên hişk, fasûlî, bamye, miloxî û pelên tirî çêdikin. Her wiha em kundir, xiyar û firingiyan hişk dikin. Wekî din, em ji hêjîr, qeysî û fêkiyên din cûrbecûr rîçalan çêdikin. Her wiha em penîr jî amade dikin.”
Elmaz Muhammed kêfxweşiya ku ji ber xebat û jiyana bi hev re dijîn anî ziman û diyar kir ku ew di nava hevgirtinê de dest bi karê xwe dikin û wiha gotinên xwe berdewam kir: “Ji ber ku ev proje ji bo jinan pir girîng e, em bi hev re dixebitin da ku serkeftina wê misoger bikin. Ev proje bi taybetî girîng e ji ber ku ji bo jinên nikarin di saziyên ku dîplome hewce dikin de kar bibînin, derfetên kar çêdike.”
Elmaz di dawiya gotinên xwe de qala zehmetiyên kar kir û wiha bi dawî kir: “Tu kar ne hêsan e. Karê li vir jî zehmetî û aliyên xwe yên pir westiyayî hene. Lê belê em hemû bi hewldaneke mezin bi hev re dixebitin da ku barê xwe sivik bikin û kar biqedînin."