Kirasên lewendî bi destê Yasemînê form digire

Di çanda kevin a Kurdan de cilên Kurdî yên bi lewendî jinên Kurd li xwe dikirin. Di demê modern ê niha de jî cil û bergên Kurdî nehatine ji bîr kirin. Esnaf Yasemîn Suleymanoglu, bi vekirina fîroşgehek biçuk tenê cil û bergên Kurdê yên bi lewendî çêdike û di firoşe dibêje; “Ji bo ez çanda Kurdî didim jiyîn ez gelek keyfxweşim.”

Di çanda kevin a Kurdan de cilên Kurdî yên bi lewendî jinên Kurd li xwe dikirin. Di demê modern ê niha de jî cil û bergên Kurdî nehatine ji bîr kirin.  Esnaf Yasemîn Suleymanoglu, bi vekirina fîroşgehek biçuk tenê cil û bergên Kurdê yên bi lewendî çêdike û di firoşe dibêje; “Ji bo ez çanda Kurdî didim jiyîn ez gelek keyfxweşim.”
MEDİNE MAMEDOGLU 
Amed – Ji dîrokê heta niha jinên Kurd di jiyana rojane de cilên Kurdî yên bi lewendî li xwe dikirin. Di roja meya îro de jî bi cilên xwe yên kurdî ji demê re dibîn bersîv. Cilê kurdî yê reng û reng ku çanda Kurdan dide nîşandan û di pirozbahiyên weke roja jinan ya cîhanê 8’ê Adarê, 21 Adarê Cejna Newrozê, dawet û rojên taybet de tên tercîh kirin. Di rojên taybet de li gelek deverên weke Şirnax, Hakarî, Wan, Sêrt û h.w.d. jin di jiyana rojane de cil û bergên kurdewarî li xwe dikin. Çêkirina van cilan jî zehmete û bi mijulahiye.
Yasemin Süleymanoğlu ji roja ku dest bi xeyatiyê kiriye heta niha di fîroşgeha xwe de tenê cilên Kurdî yên bi lewendî di dirû û di firoşe dibêje; “Ez li fîroşgeha xwe tenê cilên Kurdî yên bi lewendî di dirum.”  
“Ji Evrupa jî sîparîşan digrim”
Yasemîn dide diyarkirin ku karê dirunê mîrasê dayika wê ye û wiha dibêje: “Dema min dest bi vê pîşeyê kirî temenê mîn 17 salî bû, cara yekê min di malê de destpê kir. Dema dem derbaz bû min xwe di vê karî de pêş xist. Qûmaşên reng a reng bi demê re jiyana min ya xeyalî berfireh kir. Piştre min birayar da ku fîroşgehekê ji bo xwe vekim. Lê belê di destpêkê de ev kar ne ew qas hêsan bû. Ji bo ez vê fîroşgehê vekim bi salan ez xebitîm. Niha ji Avrupa jî ez sîparîşan digrim. Bi salan hem min zarokên xwe mezin kir, hem jî ji bo mezinkirina fîroşgehê ez xebitîm. Li vê derê tenê ez cilên gelerî di dirum û cilên gelek herêman li vêderê hene.” 
 “Armanca min giringiya çandê dayina jiyîne”
Yasemînê da zanîn ku ji derveyî cilên gelerî tu cilên dînê na dirut û got: “Dema min nu destpê kirî gelek kesan pantaron yan jî cilên cuda di anîn gel min di got bi dirû, lê belê min qet cilên wisa ne dirû. Ji derve bi sedan fîroşgehên xeyatan yên ku wan cilan bi dirûn hene. Dema min nû dest bi vî karî kir, armanca min çanda me dayina jiyankirin bû. Ji ber wê ji yên ku cilên din tinin gel min ez berê wana didin xeyatên dinê. Li vê derê ez tenê bi taybet ji bo jinan di rojên taybet û ji bo dawetan cilên gelerî di dirûm ji mohriyên wan bigre heta nexşên wan ez bi destê xwe çêdikim.”
 “Çanda cilên gelerî modern bûye”
Yaseminê bal kişand li ser di demê berê de ciwanan qet berê xwe ne dida cilên gelerî, lê di roja meya îro de ciwana jî berê xwe dane cilên gelerî yên bi lewendî û wiha dom kir: “Di destpêkê de jinan qet mereq ne dikir, hemû kesan li şûna cilên xwe yên gelerî cilên modern tercîh dikirin. Dema çanda xwe ditin û ketin ferqa cudahiya cilên xwe yên gelerî de, êdî berê xwe dan vê derê. Niha cilên me yên gelerî bi navê xwe yê dinê cilên bi lewendî di çandê de ziviriyr tarzê modern. Di Newroz û dawetan de xelk tên gel min cilên Kurdewarî çêdikin. Ne tenê li vê derê li her çar parçeyên welat û heta ji Avrupa jî em sîparîşan digrin.” 
“Bi dirutinê ez keyfxweş dibim”
Yaseminê di dawiyê de got bi dirutina cilan gelek keyfxweş dibe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ez hem çanda me didim jiyan kirin û hem jî ez xwe li ser lingan digrim. Zehemetiyên karê me heye; Minak bi çêkirina destek cil em gelek rojên xwe xerç dikin, ji qûmaşê wê bigre heta aksesurên wê, lê dema ev cil tên wergirtin ez hîn zêdetir keyfxweş dibim.”