Keda jinên karkerên li Afganîstanê dixebitin tê xwarin

Li gorî daneyên NSIA yê di sala 2020'an de diviya bû cihê jinan di warê jiyana kar de li gorî mêran ji sedî 40 be, lê mixabin tenê ev di raporan de ma.

BAHARÎN LEHÎB

Kabîl - Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) rêjeya tevlêbûna hêza kar a jinan li Afganîstanê ku di sala 2010'an de ji sedî 15, sala 2015'an ji sedî 19 bû, sala 2020'an jî derket ji sedî 22'an. Li gorî daneyên ku di sala 2009'an de ji aliyê Enstîtuya Neteweyî ya Îstatîstîk û Agahdariyê ya Afganîstanê (NSIA) ve hat parvekirin, rêjeya jinên ku ji bo karên nû yên di saziyên hikûmetê de hatine peyîwirdar kirin ji ya mêran zêdetir bû.

NSIA destnîşan kir ku heke heman rêjeya mezinbûnê bidome, rêjeya jinên ku di hikûmetê de dixebitin dê heya sala 2020’an ji sedî 40 derbas bike. Piştî ku Talîban di Tebaxa sala borî de welat girt bin deshilata xwe her tişt serûbin bû.

Bi Talîbanê re her tişt guherî

Di sala 2020’an de, dema Talîban hat ser desthilatdariyê, rêjeya parlamenterên jin ên Parlamentoya Afganîstanê ji sedî 27 bû, jinên ku ji wezaretê heta balyozxaneyan di siyasetê de cih digirin “ji nişka ve  ji karê xwe qut bûn.” Heta êdî nehiştin jin heta deriyê avahiya wezaretê jî biçin.

Bi hatina Talîbanê re welat ne tenê bi qeyrana îdarî, krîzeke siyasî re jî rû bi rû ma, her wiha vê yekê qeyrana aborî jî bi xwe re anî. Bê guman, pirsgirêka mafê mirovan a jinan pirsgirêkên jiyanî yên weke perwerde û beşdarbûna di jiyana karsaziyê de bi asteke mezin bi xwe re anî.

Bi rastî di van 20 salên dawî de jinan bi diran û neynûkên xwe di jiyana aborî de bi zor ji xwe re cihekî peyda dikin. Di warê karsaziyê de ji hilberîna nava karxaneyan heta zevî, çandiniya serayê, zanist, teknolojî û werzîşê de cihê xwe girtin. Beriya Talîbanê, jinên ku berê ji mêran kêmtir mûçe digirtin, niha karên xwe yê ku bi gelek zoriyan bi dest xwe ve aniyî winda kirin. Jin bi zorê ji xebatê dur kirin.

Ji ber xwedî kare xwe bi şans dihesibîne

Karkera dayika 8 zarokan Henîfe Huseynî têkildarî karê xwe got, "Kurê min ê mezin beriya hatina Talîbanê karê metalan dikir. Niha ji ber krîza aborî karê xwe winda kiriye. Bavê wî jî kal e û nikare bixebite. Keçên min hemû jî xwendekarên dibistanê ne, bi hatina Talîbanê re li malê ne, nikarin biçin dibistanê. Ji ber vê yekê min bi sê jinên din re li vî cihê nanpêjiyê dest bi nanpêjiyê kir."

Ji ber dixebate biçuk dibînin

Henîfe bi gotina "Rewşa me ya aborî ne baş e" tê wateya ku hewl didin ji birçîna nemirin wiha dibêje: “Talîban jinên kedkar wek parsekan dibîne. Lê em parsekiyê nakin, em hewl didin debara xwe bi xwîn û xwêdanê bikin. Ji dema ku min dest bi kar kiriye ez têm biçukxistin, ew wiya dikin ji bo ku nexebitim, ezê bixebitim, divê ez karekê bikim."

Henîfe Husênî dibêje, tevî hemû zehmetiyên jiyanê, ew şanaziyê bi qezenckirina pereyên bi keda destê xwe dike. Henîfe feqîriyê tîne bîra me û dibêje: "Jin û zarok li her derê Kabîlê parsekiyê dikin, roj bi roj hejmara wan zêde dibe."