Kibê yên tamxweş ji destê dayê Şemsê bixwin

Necah Meîş Şemsê Xelê li ber destê dayika xwe hînî çêkirina kibê zeyîtê bûye û hînî zarokên xwe jî kiriye. Hostahiya dayê Şemsê tamek cuda dide kibê zeyîtê.

Şemsê Xelê li ber destê dayika xwe hînî çêkirina kibê zeyîtê bûye û hînî zarokên xwe jî kiriye. Hostahiya dayê Şemsê tamek cuda dide kibê zeyîtê.

NECAH MEÎŞ
Hesekê - Kibe li Rojava û tevahiya Sûriyê tayîbetî jî li Şam û Helebê xwarinek herêmiya kevnareye. Cureyên wê weke kibê bi mast, zeyît, mişewiyê, miqliyê û ser kozan hene. Her herêmek tam û şêweyek li gorî xwe didine. Dayika Şemsa Xelê ya ji Taxa Miftî a bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê – Rojava bi destê xwe tam û rengek xweş û cuda dide xwarina kibê. Kibeya Şems ê jî kibeya bi zeyîtê ye.  
‘Bi mereqek mezin hînî çêkirina kibê bûm’
Şemsa ya ku ji zaroktiya xwe de fêrî amadekirina xwarinên kibê, şamborek û kutilkan bûye pêvajoya hînbûna xwarinan wiha anî ziman: “Dema zarokbûm dayika min gelek xwarinên herêmiyên qedîm bi kedek mezin çêdikir. Ewqas mijul dibû û tamek xweş dida xwarinan heskirina min jî ji çêkirina xwarinê re çêbû. Ji ber min bi baldarî dayika xwe dişopand û li destê wê dinêrî bi demê re tama xwarinên min jî weke yên wê xweşbûn. Birastî jî dayika min xwarinpêjek gelek hostabû. Ez fêrî xwarinên zehmet, çêkirina nanê tenûrê û nanê sêlê jî kirim.”
Şêwazê amadekirina kibê zeyîtê
Şemsa amadekirina kibê zeyîtê ya bi şêwe û tama xwe cuda ye wiha şîrove kir: “Despêkê sindik heya nîv saetê di nav avê de nerim dibe, pişê tê strandin heya bibe wek hevîr. Navbera sindik nerm dibe em navika dikeve hindirê wê amade dikin. Navikên ku dikeve nava kibê ev in ; pîvaz tê qelandin, goşt, îsota sor û reş, xwê û mihemera hemû di nav hevdu de diqelin. Piştî hemû bi halê xwe diqelin deh deqan jî hemû li nava hev tên sorkirin heya baş tama xwe didin hev, em didanin xwarê ji bo sar bibe. Carekdin em li hevîrê xwe vedigerin baş distirin û gilok gilok jê vediqetînin. Wan gilokan jî baş di destê xwe de li hev didin û paşê vedikin. Dema vedikin, kefçî bi kefçî navikê dixin hindirê wê û baş li hev dilefînin. Heya komek çêdibin êdî em despêdikin di nava ron de sor dikin.”
‘Hewceye em xwarinên xwe yên herêmî bidin jiyandin’
Şemsa xwest jin ji xwarinên xwe yên çanda hezarî salane dur nekevin û wiha doman: “Rast e di dema me de teknîk pir li pêşe, demê mirovan hemû ser telefonan û tiştên vala derbas dibe. Divê jin dema xwe bidin xwarinên kevin û amade bikin. Ji bo zarokên me tama xwarinên me yên çanda me ya hezarî salane bizanin û ew jî hîn bibin. Ez çawan bi mereq li ber destê dayika xwe hînbûm hewceye keçka min jî li ber destê min hîn bibe. Timî me çanda xwe wiha parastiye heya niha aniye. Ev şêwazê parastinê niha berpirsiyariya me ye em bidin hîn kirin. Ciwan ji xwarinên me yên tayîbet dur mane, ji ber wê jî ji wan re giran tê êdî nikarin bixwin. Ji bo wiha nebe divê dayik xwarinên giran çêkin, zarok hê biçuk hînî wan taman bibin û bi wan taman mezin bibin. Dema wiha bibe êdî nikarin jê dur bimînin, dem dem dê bêriyê bikin û bi xwe jî rabin amade bikin. Min bi xwe zarokên xwe wiha mezin kirine. Niha keçka min a biçuk jî dikare kibê û kutilikan çêke. Min destur nedaye ji van xwarinan dur bimînin, dem dem daxwaz dikin û em bi hev re amade dikin.”